25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şagirtê dibistana Osman Sebrî me

Rizoyê Xerzî

Em vê carê li pey şopa hin navên ku bi tîpên zêrîn di dîroka wêjeya kurdî de hatine nivîsandin ketin û me dîsa berê xwe da Rojava. Der barê bîranînên bi Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj, Rewşen Bedirxan û hin mijarin din de me ev sohbet bi nivîskar Dilawerê Zengî re kir.

Tu dikarî ji kerema xwe behsa çîroka xwe ya nivîsandina bi kurdî bikî, kengî û çawa dest pê kir? Her wiha helbesta te ya yekemîn kengî hat nivîsandin û çi bû?
Di sala 1977’an de, min dest bi nivîsandina helbestan kir. Ez li ber destê dayikeke welatparêz û bavekî miletperwer mezin bûm. Ewana akameke (bandoreke) pir mezin li jiyana min a nivîskarî û ramyariyê kir. Hezkirina kurdayetiyê di dilê min de çandin. Di vî warî de, gelek cefakêşî û dijwarî ji bo min kişandin. Bandora şêxê welatparêz û miletperwer Şêx Sedredînê Bavê Kal (dostê bavê min bû) jî pir li min hebû û li ber destê wî fêrî nivîsandin û xwendina zimanê kurdî bûm û bi alîkariya wî min her du helbestvanên gewre Cegerxwînê nemir û Seydayê Tîrêj nas kirin. Helbesta pêşî ku min nivîsand bi navê Ey Felek bû. Heta bi vê rojê jî min ew helbest nedaye belavkirin. Sedema nebelavkirina wê helbestê jî ev bû: Min bi çavekî pir tarî li dinyanê dimeyzand. Ji ber vê rewşê min navê helbesta xwe kiribû Ey Felek. Bi rastî felek li serê min geriyabû. Ez xortekî 16 salî bûm, barê malê ket ser milê min û xwêya malê ji min hat xwestin. Ji bêçareyî min berê xwe da bajarê Şamê. Li wir min têkoşerê gewre Osman Sebrî nas kir.

Te gelek salan têkilî bi rêzdar Osman Sebrî re daniye. Tu dikarî ji kerema xwe behsa wê têkiliyê û serboriyeke xwe ya pê re bikî?
Ji sala 1983’an heta bi roja koçkirina wî, têkiliyên me her berdewam bûn. Seydayê gewre Osman Sebrî (1905-1993) dostê bavê min bû, mamosteyê min ê ziman û nivîsandina pexşaneyê bû. Mamosteyekî rastgo, zana û pir mêr bû. Serê xwe ji dijminê xwe re neditewand. Bêguman, haveynê mêranî û zanebûnê bi hev re di mirovekî de li hev nagerin û ne tên meyandin. Rêzgirtin û mezinahiya nemir Osman Sebrî ji ber van her du xalan tê; ne tenê navekî di meydana têkoşîn, xebat û şer û cengan de geş û navdar e. Lê belê, mirovekî zana, rewşenbîr û nivîskarekî gewre ye. Ango, ne mirovekî normal e. Li ber destê wî ez hînî awayê kar û xebatê bûm. Rola O. Sebrî di miştomalkirina behre û berhemên min ên wêjeyî û ramanî de balkêş û sereke bû. Bi serbilindî dibêjim: Ez ji şagirtên dibistana O. Sebrî me. Li vir serpêhatiyek hat bîra min û avendeyê gotinê ye. Helbestvanekî kurd bi zimanê erebî helbest dinivîsandin. Pir xwe qure û pozbilind didît. Her bi zimanê erebî û hunera xwe hilkêş bû. Li Şamê bû mêvanê min, ji xwe Seydayê Tîrêj jî mêvanê min bû. Ji min xwest ku em bi hev re herin mala Apê Osman. Em bi hev re çûn. Piştî silav û bi xêrhatinê helbestvanê me dest bi xwendina helbesta xwe kir. Dema helbesta xwe bi dawî kir, bi qurnazî ji apê Osman pirsî: Apo te helbesta min çawa dît? Apo bi bêhneke fireh û piştî çend hilim ji çixara xwe kişandin lê zîvirî û got: Birazî! Çiqas teba li dinyayê hene her yek nêçîrê ji xwe re dike, tenê tajî ji xelkê re dike.

Ji kerma xwe hinekî behsa seydayê Tîrêj bike, te bi wî re jî gelek têkilî daniye?
Wek min got, di destpêka xebata min de, Şêx Sedrî ez bi seydayê Cegerxwîn û Tîrêj dam naskirin. Ji sala 1977’an heta bi roja koçkirina wî têkiliyên me bi hev re hebûn. Di hûnandina helbesta kurdî de pir piştevaniya min kir û mamosteyê min bû. Ewî navê (Dilawer) li min kir û pêşgotina dîwana min a yekemîn (Pêdarî-1985) nivîsand û helbestek pir hêja diyarî min kir. Bi rastî pê re min nemerdî nekir, tevaya berhemên wî ji tîpên erebî veguhastin tîpên latînî û pêşgotin ji wan re nivîsand (Xelat, Zozan, Cûdî, Mewlûda Kurdmancî û Serpêhatiyên Kurdan) û bi destên min hatin çapkirin. Kesayetiya Seyda mirovekî pir bi danûstandin, civatxweş, dilovan û zimanxweş bû. Bandora wî li civakê baş hebû û nemaze li xortên nûhatî gelek hebû. Bi mezinan re mezin bû û bi biçûkan re biçûk bû. Têkiliyên me sînorên mamoste û şagirtiyê derbas kiribûn. Em bûbûn heval, dost û birayên hev.

Te çawa Rewşen Bedir-Xan nas kir û heke dikaribî ji kerema xwe behsa serpêhatiyeke xwe ya balkêş bi wê xanimê re bikî?
Rewşen Bedir-Xan (1909-1992), di sala 1987’an de min ew nas kir û her roja pêncşem û înê ez li mala wê bûm. Ew ê jî roleke pir baş di warê wêje, hezkirina kurdayetî û kar û xebata min de kir. Wê ez wek lawekî xwe pejirandibûm. Bi rastî ez hînî gelek ji serpêhatiyên jiyanê kirim û heta bi vê rojê di bin bandora wan gotin û pendê wê de mam. Ji min re digot: Lawê min! Peyayên malbata Bedirxaniyan bextê (şensê) wan di jiyanê de pir kêm bû. Ji wî tovê ku çandin negihan ku jê bixwin. Ew mirovên pir li pêş bûn, lê milet negihabû. Ez ji Celadet bi şenstir im. Ji ber ku ewî xort û keçên kurd ên xwendevan bi çavên serê xwe nedîtin. Bi keda xwe şad nebû, lê bi sedan xort û keçên xwendevan û zana îro li dora xwe dibînim. Lawê min! Tu xortekî di xebatê de pir germ î û te qedera xwe bi malbata Bedirxaniyan ve girêdaye. Wek çawa şerê wan ji hêla mirovên dixsok dihat kirin, weharenge wê şerê te jî bibe. Riya te dirêj û dûr e. Bi bêdengî karê xwe bike. Ji karê xwe neweste. Divê hilma te fireh be. Kê çi got li wan venegerîne. Ez bawer im dem kefîl e ji bo rastiyê. Divê tu hevalê yekitiya kurdan bî. Nebe sersebebê parçebûn û dûrketina kurdan ji hev. Bila tu berê keda xwe di jiyanê de nexwî, lê wê dîroka gelê te, te ji bîr neke. Bila tu peyayekî zordarîlêkirî bî, ne setemkar bî. Min alîkariya wê di çapkirina çend pirtûkên malbata Bedir-xaniyan kir mîna: Name ji Mustefa Kemal Paşa re, werger ji tirkî bo erebî, Bîranênên Min-Salih Bedirxan-werger ji tirkî bo erebî. Bîranînên jinekê (parçeya duyemîn) û hwd. Ev pirtûk tev bi alîkariya min hatine çapkirin û belavkirin. Rewşen Xanimê di doşeka mirinê de ev tişt ji min re digot: Kurê min dema em hebûn, hûn negihabûn; îro hûn gihane, lê mixabin em nemane. Kurê min, ji hev hez bikin û piştgiriya hev bikin. Yek bin kurê min, bela wela nebin. Min jê re çixarek Kent vêxist û da destê wê lê heyfe netên hilmek kişand û da destê min û got: Bila ev çixareya dawî ji destê te be. Piştî ku ez hinekî li ser rewşa başûrê Kurdistanê û li ser hilbijartinan sekinîmç. Rewşen Xanimê gotina min birî û wiha got: Kurê min, yekitiya kurdan bide min, ez ê Kurdistanek azad bidim te. Piştî ku Rewşen Xanimê canê xwe spart Xwedê, li ser daxwaza wê û li gor sozên ku min dabûyê, min karûbarên veşartina wê kir û min cendekê wê ji bajarê Banyasê anî bajarê Şamê li tenişta mêrê wê Celadet û bapîrê wê Bedirxan Beg li goristana Şêx Xalidê Neqşrbendî veşart.

Te gelek berhem ji zimanê erebî wergerandine kurdî, werger çi sûdê dide zimanê kurdî, giringiya wergerê ji bo zimanê kurdî çi ye?
Wergerandin bi serê xwe huner e, bi roleke pir girîng û pêwîst di damezirandina bingeha semyanê neteweyî û şaristaniyê de radibe. Wergerandin pireke pir pêdivî û girîng e di navbera wêje û çanda gelan de. Di riya wergerandinê de, mirov pirtir sûdê werdigire û haydarî çanda gelên din dibe. Ji her neteweyê pirtir, pêdiviya kurdan bi karê wergerandinê heye. Kurd xwedî çandeke qedexekirî ne û bi dehê salan ji şaristaniyê dûr ketine. Ji ber vê yekê divê em berhemên ramanên gelên din wergerînin ser zimanê xwe û pêşxistin û dewlemendkirina ziman, wêje, çand û ramana ronakbîriyê geş bikin. Pêwîst e em sûdê ji zanyarî û pêşketinên gelên din werbigirin. Em çanda cîhanê nas bikin û çanda xwe ya nemir bi cîhanê bidin naskirin. Wergerandin şoreşek bi serê xwe ye. Bêguman vekirina asoyên nû li pêşiya ziman, raman û hunerê bi hemû şaxên xwe ve. Di baweriya min de, karê wergerandinê ne hêsan e û ne her kes dikare pê rabe. Divê wergêr qenc şarazeyê zimanê xwe be, her wiha şarezayê zimanê ku jê wergerê dike. Divê mirovekî rewşenbîr û zana be û karê wî karekî afirîner e. Wergerandin vejandina deriyê jiyaneke nû vedike û riya raperîn û xwenasînê xweş dike. Min çend berhemên nivîskarên kurd wergerandine zimanê erebî û weharenge min ji zimanê erebî jî çend berhem wergerandine zimanê kurdî. Armanca min ji wê wergerandinê ev e ku ez gelên din haydarî çand û wêjeya kurdî bikim û bi gelên din bidim nasîn ku gelê kurd xwedî çand û wêjeyeke pir dewlemend e.

Ji bilî wergera ji zimanê erebî te tîpguhêziya gelek berheman kiriye û ji tîpên erebî veguhastiye tîpên latînî te çi hewcedarî bi wê yekê dît?
Di wê demê de, nivîsandina bi zimanê kurdî pir dijwar û bê nirx bû. Her kes newêribû bi zimanê qedexekirî binivisîne. Rejîma Sûriyeyê bi dijwarî şerê ziman û çanda kurdî dikir. Riya nivîsandina bi zimanê erebî li pêşiya xortên kurda vekirî bû. Ew jî siyaseteke pir xerab bû, lê xortên me yên nûhatî di kovar û rojnameyên erebî de dinivîsandin. Dema wêneyên xwe di wan kovar û rojnameyan de didîtin pir dilşad dibûn û xwe pê qure dikirin. Di wê demê de, li Binxetê piraniya helbestvanên nûhatî destê xwe avêtibûn nivîsandina helbesta erebî û di bin bandora çanda erebî de tevdigeriyan. Valahiyek di navbera xortên nûhatî û helbesta kurdî ya klasîk de hebû. Dengê Cegerxwîn, Tîrêj û yên di bin bandora wan de bilind bû. Dengê helbesta kurdî ya nû di nav xortên nûhatî de laxer bû. Ji ber vê yekê dest bi şerê helbesta kurdî ya klasîk û zimanê kurdî hat kirin û bi kirx û bi serhilketin. Bi behaneya ku ne hezkerên helbesta kurdî ya kevneşop in û helbesta kurdî ya nûjen nîne. Bi behana ku zimanê kurdî lawaz e têra helbestvaniya wan nake. Bi rastî ez haydarî wê valahiyê bûm û di cih de û bi lez min dest bi tîpguhêziya çend dîwanên helbestvanên kurdên başûrê Kurdistanê kir mîna, Ebdulrehmanê Mizûrî, Hizrevan, Muhsin Qoçanî û Mueyid Teyib û hwd. Ev xebata min bû bingeh û bêhnokek di navbera her du qonaxan de, qonaxa helbesta klasîk û ya nûjen de.

Dilawerê Zengî kî ye?

Dilawerê Zengî, piştî şewata sînemaya Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961’ê de, li bajarê Amûdê hatiye dinê. Ji ber rewşa xizanî û feqîriyê xwendina xwe ya bilind kuta nekir. Li ber destê Şêx Sedredînê Bavê Kal, Seydayê Tîrêj û Apo Osman Sebrî li ser ziman û wêjeya kurdî hûrbînî kiriye. Gelek berhemên wî di warê helbest, çîrok, ziman, dîrok, wêje, folklor û wergerê de hene, heta niha li derdora 30 pirtûkên wî hatine çapkirin.