Yekşem, Hezîran 13, 2021

Şahkareke epîk-fantaziyê; Hobbît

Fantazî cureyeke wêjeyê ye ku hêmanên biefsûn û dersirûştî dihewîne. Şûnwarê berhemên fantastîk piranî cîhaneke xeyalî ye. Epîk fantazî di hawirdoreke biefsûn de saz dibe. Cîhana berhemên fantastîk xwedî qanûnên xwe, xwedî afirîde, hebûn û nijadên xweserê xwe ye. Çîroksaziya wan berheman piranî bi qeder/serpêhatiya lehengekî ve girêdayî ye. Fantazî gelek jêrcureyan digire nav xwe. Realîzma efsûnî, serpêhatiyên şûr û sêrbaziyan, fantaziya tarî, fabl û çîrokên periyan jî jêrcureyên fantaziyê ne. Fantaziya nûjen di sedsala 19’an de dest pê dike. Beriya wê romans û çîrokên fantastîk hebûn ku hêmanên fantastîk ên tê de wek tiştên rast dihatin pejirandin. Dijberiya başî û xirabiyê, serpêhatiya lehengî ya ji bo bidestxistina tiştekê (wek hêz, zanyarî), kevneşopî û guherîn, nakokiya takekes û civakê, têkiliya mirov û xwezayê, îxanet û evîn temayên sereke yên berhemên fantastîk in.

Tişta ku fantaziyê ji cureyên din vediqetîne cudabûna wê ya ji rastiyê ye. Çîrokên fantastîk dibe ku qala rewşa mirovan a rasteqîn jî bikin, lê ew vê yekê bi navgînên bisêr, bi hebûna kesayetekî bijartî, bi xasyetên mîtolojîk, bi îmajên serdema navîn ên jinûvehizirkirî û bi cîhaneke nip û nû, bi hebûn û afirîdeyên cihê saz dikin. Du taybetiyên sereke yên fantaziyê hene: Yek, fantazî sêrê dihewîne. Di fantaziyê de derve wek metafora hundir e. Bûyerên ku li derve diqewimin hema bêje vejena hundirê lehengan e, pêkhatinên derve karîzmaya lehengan û hêza hundirê wan dide kifşê. Du, fantazî piranî alegorîk in, an ku beramberî têgehekê tên. Vêca fantazî bi rêya şexsîkirinê, bi rêya nîşandana hêza hundir a bi karakter û bûyerên derve wê alegoriyê kardar dike.

Epîk wek çîrokên dirêj û kompleks di heyama Yewnanên Antîkîteyê de wek stûnên çanda demê bûn. Di civakê de timî dihatin dubarekirin, bi devkî dihatin parastin. Epîk bi pirsên herî girîng ên ji bo mirovahiyê re eleqedar dibe. Fantazî dema ku li cîhaneke deredetî wek çîroksaziyeke kemilî derdikeve pêş me û bi şert û mercên lehengî dixemile, bi vî awayî jî wek cureya epîk-fantazî teşe digire. Peyva epîk giraniyekê, qimeteke bilind dide fantaziyê û asta çîrokê ya dramatîk bilind dike. Çîroka epîk-fantastîk mecbûr e dirêj be. Lewre ew çîrok cîhana heyî (bi îmaja dinyayeke din) rave dike û guherîna jiyanê nîşan dide. Ji bo vê yekê jî divê dîmeneke berfireh a cîhanê û jiyanê raxîne pêş çavên guhdaran. Lewma bi sedan nav û kesayet tê de hene, qetmanên çîrokê zêde ne û domana bûyeran bi sedan sal dikişîne. Dîsa jî tişta ku xasyeta esasî ya epîk fantazîyê ava dike ne dirêjî ye. Qîmeta berhema epîk-fantaziyê peyama çîrokê ya giyanî/spîrîtûel e.

Hobbît, pêş-pirtûka sêbareya Mîrên Gustîlan a J.R.R. Tolkien, mişt bi elementên fantastîk dagirtî ye. Cîhaneke dersirûştî û tijî nependî, afirîde û giyanewerên cuda yên wek Gandalfê sêrbaz, Elf, Goblîn, Ork, Cûce, afirîdeyên şiklguhêz ên nîvmirov û nîvhirç (Beorn), Gollumê lenetiyê gustîlê û êxsîrê hêzê, dêw, teyr, balinde û gur, xezalên ku difirin û dawiya dawî jî Ejdehar Smaug tev di çîrokê de cih digirin. Her yek ji wan xwedî erkekê ye di çîroksaziya berhemê de û gelek şîroveyên sembolîk dikarin der barên wan de bên kirin. Her wisa ew giyanewer xwedî xasyetên folklorîk in jî an ku ne tenê di hişê Tolkien de çêbûne.

Her çi serpêhatiya Bîlbo Baggîns e, ev li gor çerxa lehengê destanî pêk tê. Bi gaziya serpêhatiyê, bi dudîlî be jî, bi rê dikeve. Bi rastî jî ji bo dudilîya leheng a destpêkê rewşa Bîlbo û hestên wî pir bi hostatî hatiye nîşandan. Bîlbo derbasî cîhaneke deredetî dibe bi Thorîn û hevalbendên wî yên cûce re. Ew alîkariya dersirûştî (ne yek carê bes gelek caran ji Gandalf, Elrondê Elf, Balindeyan) werdigirin, ji dergehan derbas dibin, rastî ceribandinên dijwar tên û axiriyê jî hem cinawir tê kuştin, hem xezîneyan bidest dixin û hem jî gustîlê û pişt re jî kevirê Arkenê peyda dikin. Tişta herî girîng ew e ku Bîlbo sefera xwe ya lehengî bi awayekî bazneyî, bi guherînên derûnî û bi timamkirina peywîra xwe ya li cîhanê pêk tîne.

Hobbît epîk û fantaziyê bi xasyeta serpêhatiya lehengê xwe nêzikî hev dike. Hobbîtên ku di dawiyê de dinyayê rizgar dikin, li destpêkê naxwazin ji mala xwe derbikevin û beşdarî serpêhatiyekê bin. Bes di nav herikîna bûyeran de diguherin û xwe bêtir dinasin. Ew tişt jî bi bûyer û elementên fantastîk çêdibin. Gelo dibe Tolkîen Hobbît wek sembola gelê îngilîz fikirî be. Bi hin awayan dişibin îngilîzan jî. Bîlbo wek xalanên xwe Took’an ji macerayan hez dike, an ku wek îngilîzên deryager û maceraperest, hêla wî ya Baggîns jî ku rehetiya malê nade bi çi tiştî û ji bo hebûnên xwe pir timah e, rengê muhafazekarên îngilîz dide. Her wisa nakokiya ku Hobbît biçûk in û dinya mezin e, wek îroniya ku îngilîz mezin in û dinya biçûk e dikare bê şîrovekirin.

Hobbîtên pincilîsk ên hûrik û bêhêz û heta tirsonek çawa diguherin, dibin leheng û cîhanê rizgar dikin, xirabiyê bi safiya dilê xwe û bi bextê xwe yê çê û dilê xwe yê saf dehf didin? Çawa bi bidestxistina hêz û zengîniyê, qudreta hêzê û zengîniyê pûç dikin? Hobbît û Cûce wek nijad/gel ji desthilatiya bêpar in. Hobbît di nav aramiyê de dijîn û haya wan bi teşqeleyên derve tune. Cûce jî ji desthilatiya xwe û warê xwe yê qedîm hatine dûrxistin ji hêla ejdehar Smaug ve. Hevkariya hobbît û cûceyan hêjayî şîroveyên kûr e ji bo nîqaşên têkildarî arîşeya desthilatiyê. Serkeftina Bîlbo û cûceyan serkeftineke hêja ye. Nexşe li serê Hobbîtên îroyîn û cûceyên li rojhilata navîn.