Rojnameya Heftane

Sal bi sal xwezî bi par

Şêrgele

Dema em biçûk bûn xeyalên me mezin bûn,

Em mezin bûn, xeyalên me jî biçûk bûn…

Salek din jî ji emrê me çû, ango me pişta salek din jî şikand. Her sala ku derbas dibe em jî pîr dibin. Yanî cîhana ku em têde ne jî pîr dibe. Ev pîr bûn kevin bûnê jî bi xwe re tîne. Li aliyekî dema tu dinêre di vê dema teknolojiyê de her tişt kêlî bi kêlî nû dibe. Lê li aliyê din di jiyana mirovan de dubarebûn heye. Teknolojiyê ji aliyekî ve jiyana mirovan hêsan kir, ji aliyekî ve jî mirov ji hev dûr xistin. Îro çi devera tu bixwazî tu dikarî xwe bigihînê. Yanî li ser înternetê her tişt di destê te de ye. Lê xuyaye ku ev yek jî mirovan têr nake. Lewma gelek kes ji jiyana xwe nerazî ye. Ji ber ku di her axaftinê de behsa cejnên berê, salên berê û dema berê tê kirin. Eger jiyan hesanî be çima mirov li demên berê digere.

Îro di destê her mirovî de telefon heye. Telefon jî bê înternet nema bi kêr tên. Li gorî zanyaran jî wê di çend salên pêşiya me de mirov bê înternet nema karibe derkeve derve. Lê ez dixwazim li vê derê behsa demên berê bikim. Berê telefonê malan jî tinebûn, lê jiyan hebû. Di vê jiyanê de parvekirin zêde bû. Eger em rojekê telefonan deynin aliyekî jiyan dimeşe gelo. Ev yek zehmet e. Ji ber ku her mirovek di nava rojekê de nêzî sed carî li telefona xwe dinêre û pê dadikeve. Ev yek jî ji jiyana mirovan diçe. Pergaleke bi vî rengî afirandine ku her kes kirine koleyê xwe. Çerxek çêkirine divê tu jî di nava wê çerxê de be. Kesê ku li derve bimîne dibe biyanî. Îro li ser cîhana înternetê civakek hatiye avakirin. Ferz tê kirin ku her kes têkeve nava vê civaka sexte. Yanî civaka ku tenê nivîsandin hebe. Hîskirin, nêzîkbûn û hevaltiya nêz têde tine ye. Li aliyekî bi milyonan kes li ser înternetê hevalê te ye, lê aliyê din kes li dora te tine ye.

Di cîhana îro de her yek ji me bûye koleyê pergala kapîtalîzmê. Pergala kapîtalîst biryarê dide tu kîjan kincî li xwe bike û çawa tevbigere. Bi vê pergalê re tu dibe parçeyek ji kapîtalîzmê. Armanca vê pergalê ew e ku mirovan ji hev dûr bixe û jiyanek egoîst ava bike. Îro rewşa li cîhanê ji nêz ve dişopînin. Mesela berê gund hebûn û jiyana bajariyan hebû. Lê îro her der bûye jiyana bajariyan. Li gundan jiyaneke komunal û berhemdar hebû. Pergala kapîtalîst ev jiyan daqurtand. Hema hema li ber tinebûnê ye. Mirov dixwazin ji gundan birevin û jiyana wê birevin. Bi vê yekê re xwe tavêjin paşila kapîtalîzmê. Difikirin ku çiqasî ji xwe dûr bikevin wê ewqasî pêş bikevin. Encama wê jî xuyaye. Eger tu ji gundê xwe, ji cih û warê xwe derkeve tu yê ji nasname û çanda xwe dûr bikeve. Wê demê tu yê bibe kesayetek bê esil. Jiyan bi xwebûnê xweş e. Tu çiqasî yê xwe be, tu yê ewqasî hebe.