spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sala 2021’ê bû sala qirkirina daristan û xwezayê

Sala 2021’ê ji bo qada ekolojiyê bû sala talankirin û wêrankirina xwezayê. Di demsala bihara sala 2021’ê heta niha daristan hatin şewitandin, dar hatin birîn. Neçîra pezkoviyan serbest kirin, gol û çemên avê zuba bûn. Hevsengiya avhewayê xera bû. Bi destûra ÇED’ê kanên madenê vekirin û xweza talan kirin.

Li Tirkiyeyê sal bi sal bi destê mirov û rayedaran xweza talan û wêran dibe. Bi taybetî leşker û cerdevan dema li bajarên Kurdistanê derdikevin operasyonan agir bi daristanê dixin. Sermayedar jî dest dirêjî çavkaniyên madenê dikin û xwezayê talan dikin. Lê rayedarên dewletê, (Wezaret, walî, qeymeqam, şaredarî) li şûna rê li pêş talankirin û wêrankirina xwezayê bigirin, an destûrê didin, an jî çavê xwe ji vê yekê re digirin. Dîsa li gel krîza avhewayê, bendên li herêmên şaş hatine danîn, avdana bi zêdehî, polîtîkayên şaş ên çandiniyê bûn sedem, ku gol û çem ziwa bibin. Dema em li bîlançoya salekê binerin ev yek şênbertir dibe. Daneyên ku me li li jêr rêz kirine, asta talankirin û wêrankirina xwezayê nîşanî me dide.

Zeytûnên Efrînê talan kirin

Beriya dagirkirina Efrînê ya bi destê Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) di navbera 18-20 milyonan de darên zeytûnan li Efrînê hebûn. Salê 270 hezar ton zeyt dihat hilberandin.  Piştî dagirkirinê 15 hezar donim darên zeytûnan hat tunekirin û hilberandina zeytê li bajar daket 75 hezar tonan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di mijdarê de hêzên bi çek ên girêdayî Tirkiyeyê li gundê Kefer Nebû yên navçeya Şêrewa ya Efrînê 400 darên zeytûnan birîn. Darên hatin birîn aydê malbata Mehmûd Zelûha, Îbrahîm Ehmed Zelûha û Xêro Ehmed Zelûha ne. Darên hatine birîn li navenda sûka Efrînê hatine firotin. Dîsa kome Siqûr El-Şemal ên girêdayî Tirkiyeyê, li navenda bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 120 darên zeytûnan birîne û firotine.

Daristan şewitandin

* Li gelek bajarên Kurdistanê daristan hatin şewitandin û dar hatin birîn. Li herêmên Cudî, Gabar û Bestayê agir bi dehan caran agir bi daristanê ket. Şewat bi piranî ji ber çekên leşkeran derket. Leşkeran vemirandina şewatê asteng kirin. Di 6 mehên ewil de 31 caran şewat bi daristanê ket. Ji 15’ê gulanê heta 6’ê mijdarê li quntarên Çiyayê Cudî, Çiyayê Gabarê, herêma Bestayê, Elk, Hezex, Sîlopiyaya, li gundê bajaroka Gundikê Melê, Gundikê Remo şewat derket.

*Li gundê Hezana bi ser navçeya Licê ya Amedê agir bi daristanê ket.

*Li çoltera gundên Xezku û Sevqu yên girêdayî navçeya Pulura Dersimê ji ber bombebarana balafir û helîkopterên eskerî şewat derket. Li herêma ku daristan lê zêde ye, şewat li qadek berfireh belav bû.

* Li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê agir bi daristanê ket. Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku sedemê şewatê rayedar mudaxaleyî şewatê nakin.

*Li Herêma Şênê ya di navbera Mûş û Amedê de şewat derket. Li vir bi hefteyan daristan şewitî. Bi hezaran dar û ber şewitîn û bûn xwelî. Li herêma şewatê bi hinceta “ewlehiyê” destûr nedan welatiyan ku agir vemirînin.

*Di 13’ê tîrmehê de li Gundê Kerwas ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê agir bi daristanê ket. Bi bandora ba li Gundê Licok û qadeke mezin belav bû. Dema agir bi daristanê ket, li ser heremê 4 helîkopter digeriyan. Di şewata daristanê de 100 donim daristan şewitî û gelek cûreyên zîndiyan mirin.

*Li navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê, di 25’ê hezîranê de, agir bi daristanê ket. Agir li gundên Guzeldere, Derebag, Çamliyûrt û Sagokpinar belav bû. Piştî ku ekîbên agirkuj û daristanê ji bo şewatê hatin agahdarkirin, mudaxileyên şewatê kirin. Welatiyan, diyar kirin ku mudaxileyek kêm tên kirin û şewat 3 kîlometre dûrî navenda navçeyê, belav dibe.

*Li navçeya Gever a Colemêrgê, li herêma Nihêl a di navbera gundên Miçîç û Serdeştê ya bi zil ku weke Bihuşta Çûkan tê zanîn şewat derket. Beriya niha jî çend caran li herêmê şewat derketibû.

*Li çoltera gundê Prejman a bi ser navçeya Pîrana Amedê ve di 1’ê hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Piştî operasyonê li Çiyayê Gorse agir bi daristanê ket.

*Li dora Gola Krater a Nemrûdê ya navçeya Tetewana Bedlîsê agir bi daristanê ket. Geştiyaran mudaxileyî agir kirin û kontrol kirin.

Li Tirkiyeyê gelek daristan şewitîn

*Li Tirkiyeyê di meha tîrmeh û tebaxê de li 53 bajaran 288 daristan şewitîn. Ji van şewatan 285 jê hatin kontrolkirin, lê li Koycegîz û Mîlas a Mûglayê û li Bozdogan a Aydinê hîn jî daristan dişewitin. Di van şewatan de bi hezaran heywan mirin, daristan û eraziyên çandiniyê bûn xwelî.

Bi sed hezaran dar birîn

Di meha cotmehê de li çiyayê Cûdî, Gabar, Namaz, Çiyayê Bizina û Herêma Bestayê yên Şirnexê qirkirina daran a bi destê esker û cerdevanan didome. Li deverên ku li petrolê digerin û deverên ku dê qûleyên leşkerî bên çêkirin, bi hezaran dar hatin birîn. Bi destûra Mûdiryeta Daristanê ya Şirnexê û Midûriyeta Daristanê ya Herêmê ya Rihayê bi sedhezaran dar hatine birîn. Darên hatin birîn jî bi TIR’an birin bajarên din û wan bi erzanî firotin. Li zozanên Çolpenek û Canîbeg ên girêdayî bajaroka Karavenkê ya navçeya Golanê ya Erdexanê dar hatin birîn. Serokê Komeleya Gundê Çolpenekê Acar Dag û heyeta pêre li gundê Çolpenekê, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar, Çiyayê Bizina û Çelênimêja yên Şirnexê bi destê leşker û cerdevanan dar hatin birîn. Di 6-7 mehan de li herêmê bi sed hezaran dar hatine birîn û ji bo firotin. Cerdevan û leşkeran bi kamyonan dar bar kirin û firotin.

Li qadên Mêrg û Mar daristan hat şewitandin. Bi deh hezaran dar hatin tunekirin. Li qada berfireh a Serê Rê ya Bestayê jî darên mezî yên sedsal e bi destê cerdevanan hatin birîn. Ji destpêka mehên havînê ve li herêmê bi sed hezaran dar hatin birîn.

Li navçeya Farqîn a Amedê, darên li Parqa Aram Tîgran (Parqa Tokiyê) ji aliyê xebatkarên şaredariya ku qeyûm tayînê wê hatiye kirin ve hatin birîn.

Leşker û cerdevan li Başûr jî daran dibirin

Artêşa Çekdar a Tirk piştî di 23’ê Nîsanê de li herêma Metîna Zap û Avaşînê dest bi operasyona leşkerî kir, li Metîna, Amediyê û gelek qadên din herêm bê navber bombebaran kir. Dar birîn û agir bi daristanê xist.

*Leşker û cerdevanên Tirkiyeyê piştî wêrankirina gundên Heftanînê yên Zaxoyê dest bi talankirin û wêrankirina xwezaya Amediyê kirin. Li Nizûrêya Zendûrayê û li Derarêya Metînayê dar birîn.

*Cerdevanên Tirkiyeyê daristana gundê Kêrya Dêrê ya herêma Rêkaniyan birîn.

*Rêveberiya Polîsên Daristan a Helebceyê bîlançoya kar û çalakiyên sala 2021’ê eşkere kir. Berdevkê Rêveberiya Polîsên Daristanan a Helebceyê Ferman Omer destnîşankir îsal ji ber belavnekirina neftê, li sinorê parêzgeha Helebceyê bûyerên birîna daran zêdetir bûne.

*Ji ber bombardûmana balafirên Tirkiyeyê li bejahiya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê agir bi daristana gundê Yekmalê yê herêma Bergarê ket.

Dar birîn û Qaleqol ava kirin.

Li herêma Çiyayê Cûdî heta niha bi deh hezaran dar hatine birîn. Heta Qotê Safîneyê darên li daristanê hatin birîn. Li vir zêdetirî 10 qaleqol hatine avakirin. Li deverên ku dar nehatin birîn daristan hat şewitandin. Bi vê rêbazê bi deh hezaran dar hatine tunekirin. Gelek caran bi hinceta “ewlehiyê” destûr nedan welatî şewatê vemirînin.

Talankirina çavkaniyên xwezayê

*Li hin cihên Gola Wanê avê xwe vekişand. Gola Sixkê jî bi temamî ziwa bû. Pispor diyar dikin li Wanê Santralên Hîdro Elektrîk û bendavên ku salên dawî hejmara wan zêde bûne, rê li ber felaketeke wiha ya xwezayî vekirine. Ziwatiya meteorolojîk, hîdrolojîk û ziwatiya çandiniyê, her wiha pêwîstiya bi avê ya ji ber bandora qirêjiya hewayê, li Kurdistanê dibin sedem ku gol bi temamî yan jî beşek jê ziwa bibin. Gola Sixkê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku weke qada jiyanî ya Qaqlîbaz, Legleg û gelek zindiyan tê naskirin, salên dawî ava wê gelekî kêm bû.

*Şîrketa Madenvaniya Metal a Bîngolê, li gundê Arik, Goma Zengê û Inaq ê navçeya Gêxî û li gundê Sîrnût ê navçeya Adakliyê dest bi kar û barên madenê kir. Şîrket, ji bo li Geliyê Periyê madenan derxîne di sala 2017’an de rapora “pêdivî bi ÇED’ê tune ye’ wergirt. Piştî vê Komeleya Gundê Arikê serî li Dadgeha Îdare ya 1ê ya Erziromê da. Dadgehê di sala 2019’an de biryar da ku xebatên madenê bên sekinandin. Lê şîrketê di meha îlonê de raporek ÇED’ê hazir kir û cardin dest bi xebatên madenê kir. Şêniyan bertekên xwe anîn ziman.

*Şîrketek madenê li gundekî navçeya Pulura Dersimê ku tê diyarkirin li Parka Millî ya Mûnzûrê ye dest bi xebatên kana sifirê kir. Welatiyan bertekên xwe anîn ziman.

*Ji ber qenala avê ya ku di çarçoveya Projeya GAP’ê de anîn Pirsûsê, 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma. Nijtecihên herêmê, diyar kirin ku hatina avê ji feydeyê zêdetir, zirar daye wan.

*Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, bêyî ku pêwistî bi rapora ÇED’ê bibîne li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Qileban, Hezex, Elkê û Silopiyayê li 20 qadan destûr da lêgerîna medenê. Bi biryara wezaretê li tevahiya bajar li 22 herêman bêyî rapora ÇED’ê radestî şîrketên medenê hatin kirin.

Qirkirina sewalan

*Wezareta Daristan û Çandiniyê, tevî biryarên Şûraya Dewletê jî destûrê dide nêçira heywanan. Komîsyona Neçîrvaniyê ji bo nêçîra 10 pezkovî yên li herêmên Geliyê Perî û Çiyayên Şeytan ên li navçeya Gêxî ya Çewligê kota amade kir. Ji bo 8 nêçîrvanên ku ji derve hatine bajêr jî destûra nêçîra 10 berazan da.

*Li Geliyê Înê yê di navbera gundê Sorek, Koterîç û Dirbanê yên navçeya Mazgêrt a Dersimê de, zêdeyî mehekê pezkovî hatin kuştin. Kesên ji Meletî, Semsûr, Osmaniye, Xarpêt û Çewligê hatin pezkovî kuştin. Şêniyên herêmê bertek nîşan dan.

*Li Amedê, rexmî demsala payîzê jî ji ber nebarîna baranê û bendavên li serê ava Çemê Dîcleyê kêm bû û masî mirin. Li Pira Deh Derî ya li navçeya Sûrê gelek masî mirin. Ji ber bendavên Dîcle û Keça Padîşah ên li ser Çemê Dîcle hatine avakirin, çem miçiqî.

* Li Bendava Koçkopru ya ku di navbera salên 1978-1992’an de li ser Geliyê Zîlan a li navçeya Erdîşa Wanê hatibû çêkirin, gelek masî mirin. Ji ber Santrala Hîdroelektrîkî (HES) ku li ser vê avê hatiye çêkirin, çem ji cuhokê derketiye. Ji ber vê yekê ava bendavê kêm bûye. Ji ber vê yekê masî dimirin.

*Li Şirnexê 14 jê fermî û 26 jê jî qaçax, li dor 40 tesîsên seridandina komirê hene. Ev tesîs, hem ava şirnexiyan hem jî xwezaya wan qirêjî dike.

*Li navçeya Elkê, sûlav û çemên ku her sal diherikîn û dîmenên xweş derdixistin holê, îsal ji ber hişkesaliyê zuwa bûn.

*Cihoka Şamranê ku 3 hezar berê Qiralê Ûrartûyan Menûa ji bo avê bikişîne navenda navçeya Payîzava ya Wanê çêkiribû, hê jî heye. Lê niha halê wê ne tu hal e. Ji ber çopan bûye sergo. DSÎ, salê carejê cihokê paqij dike, lê havînan dîsa ji çopan xalî nabe.

*Xebatên Kana Zêr a Mollakara ku li gundê Mollakara yê navçeya Giyadîna Agiriyê bi siyanurê were derxistin didome. Bi beşdariya Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Fatîh Donmez, Wezîrê Pîşeyî û Teknolojiyê Mûstafa Varank û Serokê Fona Sîxortaya Mevdûeta Sexbêrê Mûhîddîn Gulal ji bo avakirina avahiyên îdarî, merasîma avêtina hîmê Projeya Zîv û Zêr a Mollakarayê ya Kargehên Zêr a Kozayê hat li dar xistin.

*Li Tirkiyeyê yek ji bajarên hewaya herî qirêj jî Mereş e. Sedema vê jî santralên termîkê yên bi komirê dixebitin. Şêniyên bajêr, diyar dikin polîtîkaya “bêmirovbûnê” ku bi komkujiya Mereşê dest pê kiriye, niha bi talankirina xwezayê tê domandin.

*Li gundê Şavûran ê navçeya Dihê ya Sêrtê, li ser Çemê Zoravayê di sala 2015’an de Santrala Hîdroelektrîkê (HES) hatibû çêkirin. Niha jî tê xwestin nêzî vê santralê yeke din bê çêkirin. Lê gundiyan ji bo betalkirina santralê serî li Dadgeha Îdareyê dabûn. Dadgehê daxwaza gundiyan red kiribû.

*Bermayiyên kargehên xisûsî yên li Geliyê Mûnzûrê Çemê Mûnzûrê qirêjî dikin. Li gor qeydên odeya Esnaf û Sinhetkaran a Dersimê li qerexa Çemê Mûnzûrê 15 kargehên cuda xuyya dikin, lê tevî yên qaçax hejmara van kargehan li dor 100’î ye.

*Santralên Termîkê yên A û B ên Afşîn-Elbîstan ên li navçeya Afşîn a Mereşê hatine çêkirin, gefê li jiyana candarên herêmê dixwe.

*Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê Çemê Bazamîr ku çavkaniya xwe ji Çiyayê Cudî digire û di nava gundên Germik û Xirabreşkê diherike Çemê Dîcleyê, îsal  ji ber hişkesaliyê ziwa bû. Darên derdora çem ji ber kêmbûna avê hişk dibin û gelek masî û kevjal jî mirin.

*Gundê Çoçellî yê Bazarcixa Mereşê bi xetereya tesîsa enerjiyê ya biyokutleyê re rû bi rû ye. Dê ji aliyê Şîrketa Anonîm a Bazirganiyê ya ECO’yê li ser araziyekî 88 hezar metrekarê yê dewletê Santrala Enerjiyê ya Biyokutleyê bê çêkirin û tê plankirin ku dê di vê santralê de rojê 240 hezar tin bermayî bên şewitandin. Cihê ku dê santral lê bê çêkirin, bi qasî 350 metreyî dûrî jîngeha mirovan e. DÊ santral li nav darên zeyytûnan û li ber çem bê çêkirin.

*Bendavên “ewlehiyê” yên di sala 2009’an de li Şirnexê û navçeyên wê ji aliyê DSÎ ve dest bi çêkirina wan hatin kirin, gefê li ekosîstema herêmê dixwin. Ji navenda Şirnexê heya gundên Qilebanê serê 10 kîlometreyan bendav hatine çêkirin û ji ber van bendavan robar ziwa bûne. Ji Bajaroka Hîlalê ya Qilebanê heya Gundê Xebûrê heya niha 6 bendav hatine çêkirin. Li gundê Kirorê jî, bendava li gelî û newala Êwilê hat temamakirin. Dê ji ber vê bendavê newala Êwilê di bin avê de bimîne.

*Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digirin, ji berhamiyên ku li wan hatine hiştin mirov nikare bigere.

*Li Amedê ji ber kêmbarîna baranê gol û bendavên pêdiviyên avê yên xelkê dabîn dikin li ber çikandinê ne. Li Bendava Devegeçîdî ya bi ser navenda Amedê ve ava wê ji nîvî zêdetir kêm bûye û hatiye ber çikandinê.

Îsal ji ber baran kêm bariyaye, li Deşta Mezopotamyayê rewşa çandiniyê jî nebaş e. Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, Riha di kategoriya “ziwabûna awarte” de ye. Li bajêr ji ber ziwabûnê ji niha de darên fisteqan hişk bûn.

*Li gundê Hemka yê Elkê ku 2 sal in ava wan kêm bûye, piştî talankirina û wêrankirina xwezayê, kaniyên avê ziwa bûn. Gundiyan ku ji ber nebûna avê nikarin pezê xwe bînin malê gotin: “Hewa sar bû, lê em nikarin pezê xwe bînin.

Têkoşîna li dijî wêrankirinê

*Li Daristana Herêma Karaceheneme ya bi ser navçeya Kanîreşa Çewligê ve dar hatin birîn. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Çewligê çûn herêmê û daxuyaniya dan.

*Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM), Zarokên Xwezayê (DÇ), Komeleya Hunerê ya ji bo Xwezayê (DÎSDER) û Yekitiya Ekolojiyê (EB) jî di nav de 34 rêxistinên ekolojiyê, ji bo şewatên daristanên Dersimê daxuyaniyeke nivîskî dan.

*Komeleya Dersimiyan a Mêrsînê, bang kir ku bi lezgînî ji hewayê ve mudaxaleyî şewata daristanê ya Dersimê were kirin.

*Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî projeya 2’yemîn a HES’ê ku tê xwestin li ser Çemê Zorava yê di nava gundê Şavûran ê girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê de derbas dibe were çêkirin, li herêmê lêkolîn kir.

Cûreyekî keftar hat dîtin

*Keftarê bixet ku nesla wî li gorî kategoriyên Yekitiya Parastina Çavkaniyên Xwezayî û Xwezayê ya Cîhanê (IUCN) li ber tunebûnê ye li herêma Zinarê Gewr a gundê Semkûlî yê navçeya Karakopru ya Rihayê hat dîtin.