25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salnameya gel

Yasemîn Elban

Kurdên gundan, li gor şert û mercên hewayê û li gor tecrûbeyên bav û kalên xwe, ji xwe re salnameyek çêkirine. Bi berf û baranê re, li gor rewşa hewayê salnameyê destpê kiriye û hesabên xwe tev li gor vê salnameyê kirine. Şert û mercên giran ên zivistanê bandoreke mezin li wan kiriye.

Debara gundiyan bêhtir li ser xwedîkirina heywanan bûye. Ji ber ku zivistanê pir dirêj kişandiye, qût û qelatên heywanan, beriya biharê qedyane û derketina heya biharê pir dijwar bûye. Ji ber vê yekê, wan rojên zivistanê jimartine. Li gor wan, zivistan ji kanûnê destpê dike, heya meha çileya paşîn pir bi sar û seqem derbas dibe. Piştî çileyê, îcar hêdî hêdî dinya germ dibe lê gelek caran bi germa hewayê xapiyane û wan heywanên xwe birine zozanan. Lê ji nişka ve, ba û bahoz derketiye û heywanên wan telef bûne û wan jî ji ber vê navek li her bûyerê kiriye û heta roja îro ew nav mane. Wek ‘Xaç Xidir Nebî’, ‘Zîpedar’, ‘Agirê Filan’, ‘Sibatê du roj ji adarê deyn kir, gîsk li tehtê wer kir’, ‘Gamêşqiran’…

Xaç Xidir Nebî

Her sal nîvê meha sibatê, keç û xortên ezep totikên şor dipehtin û ew derengê şevê dixwarin. Di ser de av venedixwarin da ku tî bibin. Piştî diketin xewê, di xewna wan de kê tasek av bida wan, qedera wan bi wî/ê kesî/ê vedibû û bi wî/ê re dizewicîn. Gelek caran keçên ezep ev kar pêk dianî. Car caran xortên malê jî tev li wan dibûn. Dotira rojê di her malekê de xwarina bi navê poxînê dihate pehtin. Piştî ku kifletên malê, xwarina xwe dixwarin keç û xortên gund, bi hev re, her yek ji wan kevçiyek ji xwarina poxînê hildida û dibirin li ser banî, datanîn dora kuleka tenûrê. Dûvre xwe ji wir dûr dikirin û li hêviyê diman dê ka kengî qijikek bê û poxîna wan bixwe. Melûme, zivistanê qijikan qût û qelat neditîn ku bixwin. Giş birçî dibûn. Di demeke kurt de qijik tev dihatin, her yek nikilek li poxînên wan dixist û her yek bi aliyekî ve difiriya. Wê gavê wan, qijika poxîna wan xwaribû dişopand ka gelo dê ber bi kîjan malê ve bifire. Qijik ber bi kîjan malê ve bifiriya, ew kes dibû bûk an jî zavayê wê malê. Hin gotinokên li ser Xaç Xidir Nebî jî wiha ne;

“Xaç Xidir Nebî,

Şîv hebî taştê tunebî,

Wey li wî ku li mala xwe nebî,

Jina wî dibe jinebî,

Orta Xaç Xidir Nebî,

Kî ne li mala xwe bî,

Qesasê serê xwe bî.”

Zîpedar (Bûka Baranê)

Li gor salnameya berê, dawiya sibatê keçên gund tev li hev kom dibin û dareke dirêj bi sexevîlekê ve girê didin. Ew dar ji sexevîlekê re dibe wekî du destan. Piştre fîstanekî lê dikin û pûşiyekê diavêjin ser serê wê û wekî bûkekê dixemilînin. Piştre keçên gund bi her du milên bûka derewîn digirin û mal bi mal digerin. Gava diçin ber deriyê malekê, hemû bi hev re dibêjin;

“Zîp zîp e zîpedar e

Sibat here, adar were,

Heke bibare bihar e,

Heke nebare xedar e,

Kebaniya çeng zêrînê,

Here kunca malê,

Ji me re bîne rûnê malê.”

Kebanî diçe ji wan re rûn, savar û hêk tîne dide wan, piştre hema zû bi zû satilek av di ser wan de dirijîne. Keçik jî bi ken û bi lez ji wir direvin û diçin maleke din. Malên gund tev seredorî dikin. Dûvre savarê bi navê maşkule dipêjin. Piştî savar dixwin, radibin dikevin milê hev, bi hev re dibêjin û govendê digerînin.

Agirê Filan

27’ê sibatê, mêrên gund tev li qada gund diciviyan. Her yek gurzek dar ji mala xwe dianî. Agirekî geş vêdixistin. Bi saetan li dora vî agirî stranên sivik digotin û govend digerandin. Li gor baweriya wan, wan gunehên xwe diweşandin. Xwarina wê rojê ya taybet jî kiftê tûtiyan bû. Di mala hemû kesan de ev xwarin dihat çêkirin.

‘Sibatê du roj ji adarê…’

Tê gotin û li gundekî pîrek hebûye û pênc-şeş gîskên wê hebûne. Bi xelasbûna zivistanê re qûtê gîskên wê qediyaye. Di dawiya sibatê de rojekê tav derdikeve û serma dişkê. Pîrê pê dixape gîskên xwe hildide û dibe zozanan. Germa hewayê lê xweş tê, du roj dimîne û henekên xwe bi meha sibatê dike û dibêje: “Tirt û tirt sibatokê, derketim adarokê min xwarî gangilokê.” Li ser vê yekê meha sibatê hêrs dibe û ji nişka ve ba û bahozek radike. Pîrê bi gîskên xwe ve, xwe dispêre bin tehtan. Ba û bahoz, çar şev û çar roj didome lê tiştek bi wan nayê. Meha sibatê lê dinêre ku tiştek bi pîrê û gîskên wê nehatiye. Vê carê meha sibatê ji meha adarê re dibêje;

“Xweha min ê adarê

Bide min du rojên xedarê,

Da ez gîskê ji ser tehtê bînim xwarê.”

Sibat ji adarê du rojan deyn dike û şeş şev û şeş roj bager didome. Zor û zerpa xwe heta dawî nîşan dide. Heya ku pîrê û gîskên xwe dimirin.

Gamêşqiran

Li gor rîwayetan wiha tê gotin: Li gundekî, mêrikekî dewlemend hebûye. Çil gamêşên wî hebûne. Di nîvê heyva nîsanê de hewa germ dibe û çêre dide der. Mêrik pê dixape û her çil gamêşên xwe dişîne zozanan. Ji nişka ve ba û bagerek radibe û berfeke pir dibare. Gamêş tev qir dibin. Ji wê rojê pê ve haya xwediyê heywanan bêhtir ji qût û qelatên heywnan çêbûye û ji wê rojê re gotine Gamêşqiran. Ev nav heta roja me ya îro hatiye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê