25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salvegera koçkirina hunermendê nemir Tahsîn Taha

Hunermendê kurd ê navdar Tahsîn Taha di 25’ê gulana 1941’ê de li şaroçkeya Amêdiyê ya bi ser bajarê Duhoke ji dayik bû. Malbata Taha malpateke kurdperwer bû. Tahsîn Taha li Amêdiyê dest bi xwendina xwe ya seretayî dike û xwendina navendî jî li wir kuta dike. Di sala 1960’î de li Bexdayê di Peymangeha Hunerên  Ciwan de tê qebûlkirin. Lê bele di heman salî de ji ber çalakiyên siyasî tê girtin û bi vî awayî ji xwendina xwe dûr dikeve.  Li Kurdistanê bi rêya hinek xizmên xwe pêwendiya wî bi Şoreşa Îlonê re çêdibe. Tahsîn Taha demekê li dibistanên Kurdistanê, nexasim li Mexmûrê mamostetiya muzîkê jî dike. Di şanoyên kurdî yên bi navê “Şoreş”, “Robarê Jiyanê” û “Deriyên Jiyanê”  de lîst.

Keleha hunera Tahsîn Taha li ser bingeha muzîkê ya malbatî ava bûbû. Bavê Tahsîn Taha, Taha Mihemed Salih helbestvanekî   navdar ê serdema xwe bû. Stranên Tahsîn yên mîna “Rabe Cotyar, Behdînan, Çûme Zaxokê” ji ber helbestên bavê wî hatine duristkirin.

Strana Tahsîn Taha ya ewil “”Eşkere nakem ya li ber vî dilî” ye û di sala 1958’an de hatiye tomarkirin.  Gotin û awaz ya wî bi xwe ye. Tahsîn Taha bi vî  strana xwe di demeke kurt de navûdengekî ji bo xwe peyda kir.

Tahsîn Taha konsera xwe ya ewil piştî raperîna 1991’ê li bajarê Duhokê da. Her wiha Tahsîn Taha demekê li Radyoya Bexdayê bi Mihemed Şêxo re xebatên radyoyê yên bi kurdî amade dike.

Di temamiya temenê de xwe de wî 8 albûmên kurdî bexşî muzîka kurdî kir. Wî bi Eyşe Şan, Seîd Gabarî, Gulbihar, Salim Helebî, Erdewan Zaxoyî, Albert Nayil re hevaltî kir û stran sitrî.

Heyama jiyana Tahsîn Taha de li Kurdistanê şert û merc tune bûn û rewşeke çetin li welat serdest bû. Ji ber vê yeke wî di sala 1994’an de berê xwe da Holendayê û xwest bi Fûad Ehmed re li wir konserekî bide û ji ber nexweşiya xwe tedawî bibe. Pişt re biryar dide ku li wir bi cih bibe. Lê sed heyf û mixabin  ku temenê wî têrê nake ku cardin bi çavê dine vegere welat. Di 28’ê gulana 1995’an de ji ber penceşêrê li Holendayê diçe ber dilovaniya Xwedê. Termê hunermendê nemir li şaroçkeya Amêdiyê dispêrin axa welatê wî, Kurdistanê.