25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salvegera xatirxwestina Celadet Alî Bedirxan

Dîroka kurdan dîroka lehengan e. Destanên newaze tim bûne para kurdan. Gelek kes hatin û pêşengtî ji civaka me re kirin. Gelek şarezayên dem û dewranên xwe xîreta kurdbûnê ji me re wekî mîrate hiştin.

Mîr Celadet Alî Bedirxan jî lehengê dîroka kurdan e, pêşengê civaka xwe ye, şarezayê dem û dewrana xwe ye…lê ew berî her tiştî xîreta kurdbûnê bi xwe ye. Celadet Alî Bedirxan di heman demê de yek ji mîrên zimanê kurdî ye jî. Di 15’ê tîrmeha 1951’ê de wî xatir ji me xwest. Bi boneya salvegera xatirxwestina Celadet Alî Bedirxan Rojnameya Xwebûnê bi helbesta wî ya navdar ‘Bilûra Min’ giyanê wî yê pak bi bîr tîne.

 

 

Bilûra Min

               Celadet Alî Bedîrxan

 

Bilûra min a şêrîn

Tu di sariya sibehê

Û hingûra êvarê de

Hevalê bêhevalan,

Destebirayê şivan û dilketiyan î.

Dengê te

Hêstirên dilên xemgîran,

Silava ji hev-veqetiyan,

Girîn û zarîna dilketiyan

Tîne bîra min

Bilûra min, tu î,

Xemrevîna têrkeserên dinyayê!

***

Dengê bilûra min,

Çiya û zozanên bilind,

Kaniyên bi gul û rihan dorgirtî

Guhê şkeft û serê zinaran

Guhdarên te ne!

Û sura bayê xerbî,

Te di nav pelên darê de digerîne.

***

Bilûra min, were em ê

Bi wî çiyayê bilind re

Bi hewa kevin,

Û bibin cîranê bayên xurt

Û hevalê kimtên wan

Yên bi mij û dûman,

Û tê de dengê xwe berdin,

Û zarîna dengê me

Bikeve nav kortal û geliyan

Û bêcaniya erdên jêrîn

Bihejîne;

Û pêlên ava heftreng

Ên xemzebaz

Nalîna me bigehîne

Deşta Sirûc û Diyarbekrê;

Û beriya mêrxasên Berazan;

Û kalîna berxan,

Tev şehîna hespan

Li me vegerînin.

***

Bilûra min, binêre û bibihîse!

Roj çû ava,

Stêra êvarê bû geş,

Kolosên çiyan ên gewr

Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn

Bûne cûn;

Û pêlên ava şevên reş

Ketine deşt û newalan,

Heta rûyê gir û kepezan.

Di qeraca de

Kevir piyê şevgera dixapînin

Û bêdengiya şevê de

Pêjna lingên mêrxasan tên.

***

Bilûra min,

Dengê xwe berde!!

Dinya

Mîna zarokekî berşîr,

Ket dergûşa xwe;

Dengê xwe berde, bilûra min,

Û jê re bilorîne,

Xema wê birevîne!!

Bilûra min tu î.

***

Xemrevîna terkeserên dinyayê;

Û li rohelatî

Dema ko dinya hişyar dibe

Ji xew radibe

Ji me re

Strana azahî û serbestiya

Kurdistanê

Binehwirîne

Û dengê wê stranê, bila

Mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn

Bikeve nav dil û guhên me.

Bilûra min

Tu î xemrevîna dilketiyên welêt

(Seydayê Gerok, Hawar; Hejmar: 4)

Salvegera xatirxwestina Celadet Alî Bedirxan

Dîroka kurdan dîroka lehengan e. Destanên newaze tim bûne para kurdan. Gelek kes hatin û pêşengtî ji civaka me re kirin. Gelek şarezayên dem û dewranên xwe xîreta kurdbûnê ji me re wekî mîrate hiştin.

Mîr Celadet Alî Bedirxan jî lehengê dîroka kurdan e, pêşengê civaka xwe ye, şarezayê dem û dewrana xwe ye…lê ew berî her tiştî xîreta kurdbûnê bi xwe ye. Celadet Alî Bedirxan di heman demê de yek ji mîrên zimanê kurdî ye jî. Di 15’ê tîrmeha 1951’ê de wî xatir ji me xwest. Bi boneya salvegera xatirxwestina Celadet Alî Bedirxan Rojnameya Xwebûnê bi helbesta wî ya navdar ‘Bilûra Min’ giyanê wî yê pak bi bîr tîne.

 

 

Bilûra Min

               Celadet Alî Bedîrxan

 

Bilûra min a şêrîn

Tu di sariya sibehê

Û hingûra êvarê de

Hevalê bêhevalan,

Destebirayê şivan û dilketiyan î.

Dengê te

Hêstirên dilên xemgîran,

Silava ji hev-veqetiyan,

Girîn û zarîna dilketiyan

Tîne bîra min

Bilûra min, tu î,

Xemrevîna têrkeserên dinyayê!

***

Dengê bilûra min,

Çiya û zozanên bilind,

Kaniyên bi gul û rihan dorgirtî

Guhê şkeft û serê zinaran

Guhdarên te ne!

Û sura bayê xerbî,

Te di nav pelên darê de digerîne.

***

Bilûra min, were em ê

Bi wî çiyayê bilind re

Bi hewa kevin,

Û bibin cîranê bayên xurt

Û hevalê kimtên wan

Yên bi mij û dûman,

Û tê de dengê xwe berdin,

Û zarîna dengê me

Bikeve nav kortal û geliyan

Û bêcaniya erdên jêrîn

Bihejîne;

Û pêlên ava heftreng

Ên xemzebaz

Nalîna me bigehîne

Deşta Sirûc û Diyarbekrê;

Û beriya mêrxasên Berazan;

Û kalîna berxan,

Tev şehîna hespan

Li me vegerînin.

***

Bilûra min, binêre û bibihîse!

Roj çû ava,

Stêra êvarê bû geş,

Kolosên çiyan ên gewr

Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn

Bûne cûn;

Û pêlên ava şevên reş

Ketine deşt û newalan,

Heta rûyê gir û kepezan.

Di qeraca de

Kevir piyê şevgera dixapînin

Û bêdengiya şevê de

Pêjna lingên mêrxasan tên.

***

Bilûra min,

Dengê xwe berde!!

Dinya

Mîna zarokekî berşîr,

Ket dergûşa xwe;

Dengê xwe berde, bilûra min,

Û jê re bilorîne,

Xema wê birevîne!!

Bilûra min tu î.

***

Xemrevîna terkeserên dinyayê;

Û li rohelatî

Dema ko dinya hişyar dibe

Ji xew radibe

Ji me re

Strana azahî û serbestiya

Kurdistanê

Binehwirîne

Û dengê wê stranê, bila

Mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn

Bikeve nav dil û guhên me.

Bilûra min

Tu î xemrevîna dilketiyên welêt

(Seydayê Gerok, Hawar; Hejmar: 4)