Sunday, December 5, 2021

Şam Şekir e Şemrex jê xweştir e!

Omer Tur

Geh li ser pişta hespê û geh bi lingan wekî du rêhevalan em ê îro berê xwe bidin Şemrexa Mêrdînê. Hespê rewan ku binê lingên wî bi nalên hesin ve hatine parastin îro rêhevalê me ye. Em ê bi hev re derkevin kişfa erdnîgariya Şemrexê û hewlbidin çend hevokan bo we rêz bikin.
Em ê wekî gerok û rûsipiyên ku di sedsalên borî de li van herêman geriyane û bi baskên çivîkan dîrok nivîsandine, hewl bidin li gorî şert û mercên îroyîn çend gotinan ji dîrokê re binivîsin.
Li erdnîgariya welatê me Kurdistanê 4 demsal têne jiyîn. Welatê me bi daristan, zevî, avhewa û jêderkên xwe her daîm bala mirovan kêşandiye. Her wiha ji bo welatên dagirker bûye mêtîngeh lê ji bo kurdan jî bi xweşînekên xwe hembêza xwe vekiriye û bûye dayika xwezayî.
Dema we ji Amedê berê xwe da navçeya Şemrexê; ger we bermahiyên Keleha Zerzevanê dît bila hûn zanibin ku êdî hûn gihiştine sînorê Şemrexê. Erdnîgariya wê bi darên mazî dest pê dike. Heta cihên ku darê mazî lê hebin Şemrex e. Piştî ku darê zeytûnan li ber çavên we ketin bila vê carê jî hûn bizanibin êdî sînorê erdnîgariya Şemrexê bi dawî dibe û sînorê Dêrika Çiyayê Mazî dest pê dike. Çar aliyên Şemrexê bi çiyayên asê û deviyan dorpêçkiriye. Di nav daristanan de peyarêyên dîrokî hene. Tê gotin ku di dîrokê de karwanên bazirganî di vir re derbasbûne û ji ber vê yekê jî ji vî warî re gotine Şam-rex ango rêya Şamê.
Piştî sêçerxeya Şemrexê, rezên Şemrexê yên navdar dest pê dikin. Her despêka payîzê ji nava rezan bêhna dims û pelûlê tê. Jin, bav zarok û kalepîr li ser mahserayan in. Çavên hemû welatiyan ji bo debara xwe bikin li baxçe û zeviyan e. Gundiyên Kebapçî , Helêla, Tawsî û Pîrxetap tiriyên li nava rezan berhevdikin û êdî li ser mehsereyan amadekariya dims, pelûl, benî û cureyên wê yên din dikin. Ji bo debara salê ev yek rûyê welatiyan kêfxweş dike.
Ji xeynî tirî, li vê navçeyê baxçeyên hemû cure fêkî û sebzeyan jî hene. Fêkiyên wekî Gûz, bihîv, mişmiş û sebzeyên wekî bexdenûs, bacan, firingî, îsot, ispanax û îsot jî têne çandin. Dîsa ceh, genim, nok û nîsk jî tên çandin. Xwedîkirina ajalan jî heye. Bi kurt û kurmancî mirov dikare bêje debara gelê Şemrexê bi çandinî û xwedîkirina ajalan pêk tê. Hemû niştecihên navçeyê hevaltiya xwezayê dikin. Debara kesên li nava navçeyê rûdinin jî dikandarî û bazirganî ye. Li navçeyê bazarî û bazirganî bi kurmancî tê kirin, danûsitandin li her derê bi kurdî ye.
Beriya ku mirov bigihêje Şemrexê li milê çepê gundê Êsilmanê heye. Hema hema bejin li vir hemû der baxçe ne. Darên gûz, bihiv û mişmişan tê de hene. Di van salên dawî de darên erîk û încasan jî hatine çandin û êdî mêweyan didin (ber digirin). Li vir di bin dara Tehewê de hewizek biçûk ku pîroz tê dîtin heye. Di hêwizde 2 masî hene û ev masî jî xwedêgiravî pîroz in. Her roj mirov diçin vê derê û li dora hawiz seyrangehê dikin. Li aliyê gundê Mêkerî, Gîharê Dîna, Newalê û Ejnê heye. Bi hêşînahî û ava xwe ya zelal her dû cih jî gelek xweş in. Ava ku ji quntara çiyê dizê mîna şelaleyê berjêr dibe û hewizê Ejnê tijî dike. Hemû cureyên sebzeyan bi vê avê tên avdan û xwezayî ne.
Piştî em gihîştin Şemrexê, li nava sûkê me li bin darên Tûyan bêhna xwe da. Em ê çendekî li bende Bêrîvanan bin da ku biçin bêriyê. Piştî gera li navçeyê û vexwarina çayek qaçax êdî saeta çûyîna bêriyê jî nêz bû. Di carekê de me dît Bêrîvan ketin rê. Me jî lez kir û me da pey wan. Di rê de me darên bihiv, hejîr û yên maziyan dîtin. Li ser rê sihorîkan bi hev re dilîstin, dengê çirçirkan û ba wekî orkestraya muzîkê em şanaz dikirin. Piştî demekê êdî li şûna dengê çirçirkan dengê keriyên pez ji dûr ve dihat. Bêrîvan li govan (bêriyê) rûdinên yek bi yek mihên xwe didoşin û satilên zîv tijî şîr dikin. Di wê demê de em jî çend wênayan dikêşin û piştî sohbetekê em berê xwe didin Kurê Berana. Ev der li çiyayek bilind û binya wê tevahî deşta Soringê ye. Xwezaya dewlemend û bedewiya wê ji vir ve jî bala me dikêşe. Welatî li nava zeviyan kar û xebatên xwe dikin. Li bin darek mazî em bêhna xwe didin û hewldidin piçekî çavên xwe bigirin. Hema ku çav diçin ser hev bîranînên zarokatiya min wekî xeyalan derbasbûn. Me hevalên zarok her roj berê xwe dida Evdûla û li vê derê em diketin nava rezan, me têr tirî û hêjir dixwarin. Piştî zikê me têr dibû êdî me berê xwe dida Kanîgewrkê û me avjenî dikir. Du hawiz û ligel wan ji bo ajal avê vexwin 3-4 hewzikê biçûktirîn hebûn. Li hêlekê ajalan av vedixwar û li hêla din jî me avjenî dikir, kêfa me zarokan gul bû. ( Li Şemrexê ‘kêfa te gul e’ ji bo kêfxweşî û şanaziyê tê gotin)
Di dîroka avakirina cîhanê de rola avê û girîngiya wê gelek zêde ye. Av jiyane. Ji destpêka dîroka xwezayê û vir de av li vê erdê heye. Lewra hebûna avê erd û asîman digihîne hevdû. Ger mirov behsa xwezaya bedew a Şemrexê bike pêşî baxçe û hawizên di nava wan baxçeyan de tê bîra mirovan. Bi ava xwe ya zelal û hêşînahiya dorhêlê herî zêde Çemê Reş bala mirovan kêşandiye. Ava Çemê Reş ji quntara çiyê derdikeve û heta navçeya Çinarê diherike. Li dor wê bi hezaran donim baxçeyên fêkî û sebzeyan hene. Dîsa ji bo seyrangehê her sal bi hezaran mirov ji Amed û Mêrdînê berê xwe didin vê erdnîgariyê.
Li Şemrexê dergehên pîroz û navdar jî hene. Pîrxetap, bi baweriyekê, ji bo mirov ji nexweşiyên mejî û hwd xelas bibin tên vê ziyaretgehê.
Yek ji ziyaretgeha pîroz jî Siltan Şêxmûs a li ser rêya Mêrdînê ye. Niştecihên ku navê Siltan Şêxmûs û kerametên wî bihîstibin jî ji bo zarokên wan çêbibin tên vê derê ziyaret dikin. Ji ber wê yekî ye ku li Mêrdînê û navçeyên wê navê hezaran keçan Sultan yên lawan jî Şêxmûs in.
Dergeha Sîn di gotinên dîrokî de Zîn-Zeynep tê gotin û Seydoş jî li herêma Dêrika Çiyayê Mazî ne. Du mirovên efsanewî û dîrokî ne. Mirovên felcî û nexweşiya mejî bi wan re hebe ji bo şîfayê bibînin tên van ziyaretgehan. Ji ber çîroka van kesan bi gote gotan belavbûye her sal bi hezaran kes tên van ziyaretgehan.
Ziyaretgeha dawî jî Şêxmihemed e. Ev der jî bi taybetî ji hêla Şemrexiyan ve tê ziyaret kirin. Di dema ziyareta li vir de qurbanek ji ajalên biçûk tê dayîn. Girara ku li vê derê tê çêkirin li ser keviran tê danîn û bi kevir an destan tê xwarin. Piştî dayîna qurbanê ji Şêxmihemed hêvî û daxwaz têne kirin.
Li Şemrexê li gel ku gelek cihên dîrokî hene jî ya herî navdar Keleha Şemrexê ye. Keleh 5 km yan li rojavayê Şemrexê ye. Li vê kelehê jî şikefta herî tê zanîn Şikefta Sê sitûnê ye. Li binya şikeftê erd û zeviyên Deşte Gewrê heta ku çav bibîne dirêj e. Li vê deştê jî genim, ceh, nok, nîsk û di van salên dawî de garis û pembû jî tê çandin.
Her wiha yek ji cihên dîrokî jî Dêra Metîna ye. Ev dêr li gundê Golagulê ye û hê jî bi hişmendiya xwe li ser piyan e. Tê payîn ku di dema Roma û Bizansiyan de hatiye çêkirin û dîroka wê digihêje 3 hezar sal berê.