25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şamî: Plana zindîkirina DAIŞ’ê navdewletî ye

Koma çeteyên DAIŞ’ê ya ji nêzî 100 kesan pêk dihat di şeva 20’ê çile de êrîşî girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran a Hesekê kirin. Piştî êrîşê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi lez bersîv dan çeteyên DAIŞ’ê û rê li pêş DAIŞ’iyan girtin. Operasyon û şerê li dijî DAIŞ’ê li taxên Hesekê hêj didome.

Têkildarî êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Girtîgeha Sîna ya Xiwêran a Hesekê Berpirsê Navenda Ragihandinê Ya HSD`ê Ferhad Şamî, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Ferhat Şamî, bal kişand ser plana hevpar a çeteyên DAIŞ û wiha got: “Xwestin Hesekê dagir bikin. Li pişt çiyayê Kezwana xetekê ava bikin ku xeta Til Temir bibe wek korîdorekî ku çeteyên dewleta tirk li pişt Hesekê bizîvirin.”

Şamî, anî ziman ku wê di rojên pêş de helwesteke cûda li beramberî bêdengiya van hêzan bidin û wiha got: “Di kêliyên destpêkê de ger berxwedanî, hişyariya hêzên me çênebûya wê 5 hezar çete ji zindanê bireviyana. Ew êriş ne tenê ji bo revandina çend çeteyên girtî bûn. Ji bo xeteriya çeteyên DAIŞ belav nebe û bi awayekî rihet xeteriya xwe li ser herêmê û cîhanê belav nekin pêwîstî hebû ku em çeteyan ne bi awayekî fizîkî, esas xeteriya wan têxin nav çar dîwaran de ku nehêlin jiyana gel têkeve nav metirsiyê de. Di şerê Baxozê de der dora 7 hezar çete hem li Baxoz hem jî derdora wê ketin destê şervanên HSD`ê de. Çeteyên di girtîgehê de çeteyên herî xeter in. Di rojên dawî de dema raya cîhanê îsyanên çeteyan di hundirê girtîgehê de bihîstin ketin nav metirsiyê. Li herêmên me girtîgehên amade ku em çeteyan veguhêzin wan tune bûn.“

‘Hêzên koalîsyonê erka xwe pêk neanî’

Ferhad Şamî, bal kişand ser helwesta hêzên navdewletî û anî ziman ku êdî wê piştî vê demê şûnde helwestên wan jî bên guhertin û wiha axivî: “Ji daxuyaniyên koalîsyonê diyar dibe ku bar û berpirsyartiya zindanê diavêjin ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Ev ne hinceteke. Em bêhelwestiya hêzên navdewletî şermezar dikin. Ewqasî êrişeke mezin li dijî zindanê pêk hat. Ewqas çeteyên xeter xwestin birevin, me ewqas şehîd dan ku xeteriya çeteyan negihîje tu kesî. Lê gelek hêz bê deng in. Helbet ev cihê gumanê ye. Hêzên Koalîsyonê di çarçoveya pêşkeşkirina hinek pêwîstiyên îstixbaratî, ji bo parastina zindanê pêwîstiyên madî re erkên xwe bi cîh anî. Lê esas ev ne çareserî ye, ev reva ji berpirsiyariyê ye. Di rojên pêşiya me de helbet helwestên zelal ji bo vê zindanê bê dayîn. Şert û mercên beriya êrişê û piştî êrişê helbet wê ne wekî hev bin û helwestekî me cûda li beramberî bêdengiya van hêzan wê hebe.”

‘Ev êrîşek stratejîk e’
Ferhad Şamê bal kişand ser armanca êrîşa DAIŞ’ê û wiha got: “Ev êrişa ne êrişeke loqal bû.  Êrişeke stratejîk a DAIŞ`ê bû. Em wekî şaneyên veşartî dest nagirin. Çawa ku DAIŞ’ê ewil êrişî zîndanên Mûsilê, Feloca kirin. Kesên herî talûke yên El -Qayîde ji zindanan revandin û rêxistina xwe ava kirin. Êrişa li ser zindana Hesekê jî wisa ye. Di kêliyên destpêkê de berxwedanî, hişyariya hêzên me çênebûya wê 5 hezar çete ji zindanê reviyaba. Planlama gelekî berfireh bû.

‘Plan navdewletî ye’

Plan zindîkirina DAIŞ, bi îstîxbaratî û navdewletî bû. Çapemeniya dewleta tirk û hikûmeta Şamê berdevkî ji çeteyên DAIŞ`ê re dikir.  Em di rewşa destwerdanê de bi ser ketin û me nehişt çete li herêmê belav bibin û plana xwe pêk bînin. Lê hêj alozî bi dawî nebûye. Zêdetirî 100 êrişkar ji derve hatine û derbasî herêmê bûne. Ew jî wê di demên pêşiya me de bên ragihandin. Me zindan dorpêç kiriye û beşek mezin ji zindanê niha di bin kontrola me de ye. Yên neyên girtin jî wê werin kuştin. Çare tune ye yan werin kuştin an jî wê xwe teslîm bikin. Me bi du şêwazên rev kontrol dikir. Şêwazê yekem reva komî bû. Nêzî 500 DAIŞ’iyan hewl dan xwe li derî bidin û birevin. Lê di roja destpêkê de ev hatin bêtesîrkirin. Di roja duyem de 150 çete hewl dan birevin. Ev hewldana wan jî hat şikandin. 89 çeteyên ku xwe li ser dîwarê zindanê de avêtin hatin girtin. Ev revên komî hatin têkbirin.  Tiştê esas ew e ku planlamaya DAIŞ hat şikandin. Derdora zindanê çembera yekemîn a ewlekariyê heye, piştî wê çembera duyemîn heye û li pişt wê çembera sêyemîn heye. Çeteyên ku direvin her çiqas birevin helbet di bin çavdêriya hêzên me de ne û dê bên girtin.”

Êrîşên li ser Hesekê, Til Temir û Şengalê bi kordîne pêk hatin

Ferhat Şamî, bal kişand ser êrîşên Til Temîr, Şengal û Eyn Îsa jî û ev agahî parve kirin: “Dema êrişên li ser Zindana Sîna pêk hatin. Dewleta Tirk jî li Til Temir, Şengal, Eyn Îsa êrîş pêk anîn. Dema êrişên li zindanê çêbûn çeteyan xwe di aliyê Til Temir de kom dikir.  Plan kirin ku Hesekê bigirin. Li pişt çiyayê Kezwana xetekê ava bikin. Xwestin xeta Til Temir bikin korîdorekê ku çeteyên Tirkiyeyê li pişt Hesekê bizîvirin û dewleta Tirk bibêje wa ye ne hêzên me, DAIŞ herêm girtiye. Ev êriş bi awayekî kordînelî bi hev re pêk hat.”

‘Dixwazin tolê hilînin’

Şamî, bi bîr xist ku di salvegera 7`emîn a Xweseriya Demokratîk a herêmê û 4`emîn salvegera êrişên li ser Efrînê ev êriş pêk hat û wiha berdewam kir: “Kesê ku ji binkeftina DAIŞ a li Kobanê aciz bû dewleta Tirk a dagirker bû. Niha cardin dixwaze tolê ji vê mijarê hilîne. Ev zindan bombeyên demkî ne ku kengî biteqin ne diyar e. Hinek hêzên navdewletî bi awayekî kesperest nêzî vê mijarê bûn. Dosyaya DAIŞ ne mijarekî ferdî ye ne mijarekî tenê girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Gel û hêzên me pêşengtiya tunekirina vê hêza ku xeteriyek mezin li ser cîhanê dike kir. Armanca xurtkirina êrişên demên dawî yên dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li zindana Sînaa de derket holê. Heya ji dewleta Tirk hat xwest hêzên me mijûl bike, bala hêzên me ji şerê terorê bibe îro jî di van çend rojan de demeke ku em şerê DAIŞ li derdora zindanê de dikin, li Eyn Îsa komkujî pêk anîn.  Ev hemû bi hev girêdayî ye. Îspata wê jî ji şerê 2011`an heya niha ye.”

‘Meseleya DAIŞ’ê ewlehî, qanûnî û bîrdozi ye’

Ferhat Şami heri dawî bal kişand ser xeteriyên li pêş û wiha bi dawî kir: “Dosya DAIŞ`ê yek perçe ye û di nav wê de beşê zindan, kamp, hucreyên razayî, îstixbarat û fînans heye. Ev ji bo DAIŞ bê tunekirin çavkaniyên esasî ne. Xeteriyên li ser zindana heye, li ser kampên çete û malbatên çeteyan tê de ne jî hene. Mijara DAIŞ ne tenê ewlekarî ye. Mijarekî qanûnî, siyasî, îdeolojî ye. Çavkanî û îdeolojiya DAIŞ divê bê zûwakirin. Çavkaniyê esasî DAIŞ ji herêmên dagirkirî sûd werdigre. Ji ber wê divê dadgehek navnetewî li herêmê çêbibe ku ev çete bên darizandin û mijar bê çareserkirin. Li dijî van tevgeran divê gelên me baldar be ku kesên ku hatin êrişî zindanê kirin ji nav gel de hatin.”