Tuesday, September 28, 2021

Sancar: Me ev kiryar di 7 hezîranê de jî dîtin

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li ser êrîşa li Îzmîrê ya ku li avahiya partiya wan pêk hatibû û der barê qetilkirina Denîz Poyraz de civîneke çapemeniyê li dar xist.

Sancar di axaftina xwe de got ku: “Êrîşeke xebîs li dijî partiya me hat kirin. Ev tenê êrîş nîne rasterast cînayet e. Ev yek di pêşiyê de hatiye plankirin. Dê îro li avahiya partiya me ya Îzmîrê civîneke ku 40 kes tev li bibûna bihata lidarxistin lê ji ber çend sedeman civîn hat betalkirin. Yanî di vir de daxwaza kujer diyar e.”

Sancar diyar kir ku hevalên wan ên ku piştî bûyerê çûne nav avahiyê diyar dikin ku kujer gule li her deverê avahiyê reşandiye û ev tişt anî ziman: “Bi vê qetlîamê xwestine ku provakasyonekê bikin.”

Sancar di axaftina xwe da hilbijartinên 7’ê hezîranê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Îktîdara heyî hêza xwe ji kaosê digire. Bi her rêyî dixwazin HDP’ê bêdeng bihêlin. Me ev kiryar  di navbera 7’ê hezîran û 1’ê mijdar de jî dît. Çend hefte berê dema ku li Rîzeyê êrîşê Meral Akşener kirin Erdogan digot ‘Ev hê rojên we yên baş in’. Erdogan bi van gotinên xwe berpirsiyarê van êrîşan e.”