23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir

Hêzên asayîşa PDK’ê, destûr nadin ku Şandeya Aştiyê li pêş Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê, daxuyaniyê bide çapemeniyê.

Şandeya Navneteweyî ya Aştiyê ku di nav de  gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û aktîvîst cih digirin, çûn Hewlêrê. Hin endamên şandeyê ji aliyê PDK’ê ve hatin dersînorkirin. Armanca şandeyê ew e ku li dijî êrîşên dewleta tirk a li ser herêm û liv û tevgerên xeternak ên PDK’ê raweste û bi daxuyaniyekê dixwazin banga diyalog û aştiyê bikin.

Dihat plankirin ku daxuyanî saet di 10.00’an de li ber Nûnertiya NY’ê ya Hewlêrê bê dayîn. Lê li gorî agahiyên ku endamên şandeyê dane, asayîşa Hewlêrê ji wan re gotiye ku destura daxuyaniyê nadin û diyar kirine ku dikarin heyetek ji 3 kesan pêk tê bişînin Nûnertiya NY’ê û hevdîtinê bikin, lê destura daxuyaniyê nadin.

Her wiha hat zanîn ku hêzên asayîşê otela ku Şandeya Aştiyê lê dimîne dorpêç kirine û ji bo ku şande daxuyanî nede PDK’ê hêzek zêde li ber dere nunertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kom kiriye.

Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî xwest ji otêlê derkevin, lê ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê endamên şandeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.