25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya çavdêrên navneteweyî li Lîbyayê ye

Wekîla sekreterê giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Rosemary A. DiCarlo da xuyakirin ku koma yekemîn a çavdêrên Navneteweyî gihiştiye Lîbyayê. DiCarlo li ser hesabê şandeya Neteweyên Yekbûyî der barê şandina çavdêrên Naneteweyî bo Lîbyayê wiha got: “Ez kêfxweşim ku li ser daxwaza rayedarên Lîbyayê û bi destûra Konseya Ewlekariyê koma pêşî ya çavdêrên navneteweyî îro guhan Lîbayayê. Peywîra wan çavdêran ew e ku çavdêriya agirbestê bikin.”

Piştî demeke kurt ji tevlêbûna DiCarlo ya civîna ji bo aramiya Lîbyayê ev daxuyanî da û banga xwe ya der barê vekişîna çekdarên biyanî dubare kir.  DiCarlo hebûna çekdarên biyanî li Lîbyayê wekî astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyeke siyasî nirxand.

Wekî tê zanîn niha gelek komên çekdar ên biyanî li Lîbyayê hene û ew wekî astengiya herî mezin li hemberî aramî û çareseriyeke siyasî tên dîtin. Her wiha ew astengiyeke gelekî mezin e li pêşiya pêkanîna hilbijartinên Lîbyayê yên ku tê payîn di 24 meha kanûna bê de bên lidarxistin.