24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Katalonyayê serdena Rojava kir

Îro  şandeyek ji herêma Katalonyayê ku ji her du endamên parlementoya Katalonyayê Lulia Regovat, Robin Wagensberg û endamê meclisa bajarê Barcelona Laura Breeze pêk tên, serdnana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.

Şande ji aliyê hevserokatiya Dayîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer, Daniya Remedan û Endama Desteya Rêveber a Dayîreyê Sena Deham ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de sîstema Rêveberiya Xweser, nimûneya wê di rêveberiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate pênasekirin. Her wiha gelek dosyayan hatin nîqaşkirin ku ji wan çareseriya siyasî, rewşa aborî, zehmetiyên ku di hemû aliyan de rastî Rêveberiya Xweser tên.

Her du aliyan di nîqaşên xwe de nêrînên xwe der barê rewşa dawî ya li Sûriyeyê û herêmên Rêveberiya Xweser, her wiha der barê geşkirina têkiliyên di navbera herêma Katalonyayê û Rêveberiya Xweser de anîn ziman.

Em xwe dispêrên dîplomasiya civakî

Di hevdîtinê de Ebdulkerîm Umer axivî û wiha got: “Em di dîplomasiya xwe de xwe dispêrin dîplomasiya civakî û geşkirina têkiliyan bi saziyên civaka sivîl, sendîka, yekitî, tevgerên jin û ciwanan, rewşenbîr û akademîsyen. Ji ber wê jî em ji hebûna we kêfxweş in.”

Her wiha sûcên dewleta tirk û çeteyên wê ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin, ji kuştin, îşkencekirin, tecawizkirin û koçberkirina bi darê zorê, projeya tirkî ya guhertina demografiya herêmên dagirkirî, qutkirina ava Çemê Firatê û bandora wê li ser jiyana bi milyonan sivîl, hatin nirxandin.

Ebdulkerîm Umer di hevdîtinê de behsa girîngiya vekirina dergeha Til Koçer ê sînor kir da ku alîkariyên mirovî werin pêşkêşkirin. Her wiha diyar kir ku girtina dergeh û bêparmayîna herêmê ji madeyên girîng, berdewamkirina pirsgirêka qutkirina avê li ser bajarê Hesekê dê bi xwe re karesateke mezin  li ser herêmê bîne.

Em dixwazin pirsgirêkên herêmê çareser bikin

Şandeyê jî têkildarî rewşa herêmê axivî û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin rewşa siyasî û civakî bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin. Em li virin da ku em zehmetiyên ku rastî niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên, nas bikin. Her wiha em zanibin ku çawa alîkariyê bikin û van pirsgirêkan çareser bikin.”