20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya KNK bi Tevgera Goran re civiya

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hevdîtinên xwe yên ji bo yekitiya neteweyî didomîne. Şandeyê herî dawiyê li Silêmaniyê ye serdana Tevgera Goran kir.

Şandeya KNK’ê ya ku bi serokatiya hevseroka KNK’ê Zeyneb Mistefa tê birêvebirin li Silêmaniyê serdana Navenda Giştî ya Tevgera Goran kir. Tevgerê Goran piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên KNK’ê yekitiya neteweyî û li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên dagirkirina axa başûr nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Şande, ji aliyê Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyid Elî û rêveberên wê ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de mijara yekîtiya neteweyî, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk hate guftûgokirin. Têkildarî mijarê Serokê Tevgera Goran Seyîd Elî diyar kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê hewceye kurd yekitiya neteweyî ava bikin.  Seyîd Elî diyar kir ku ew piştgiriya hewldanên KNK’ê  dikin.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo yekîtiya neteweyî ya li dijî operasyon û polîtîkayên dagirkirina axa başûr ên Tirkiyeyê şandeya KNK’ê li başûrê  Kurdistanê hevdîtinên xwe didomînin.