spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya KNK serdana rêxistina aşûriyan kir

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, kesayetên siyasî û rewşenbîrên li başûrê Kurdistanê didomîne. Şandeya ku bi pêşengtiya hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad re tê domandin herî dawiyê li bajarê Hewlêrê rêze hevdîtinên xwe domand.

KNK’ê hevdîtinan bi armanca yekrêziya aliyan a ji bo pêşî li dagirkeriya Tirkiyeyê bê girtin, pêk tîne.Di vê çarçoveyê de şandeyê serdana Rêxistina Beyt Nehreyin a Aşuriyan kir û ji aliyê rêveberên wan ve hat pêşwazîkirin.

Di vê hevditinê de her du aliyan behsa rewşa başûrê Kurdistanê, dagirkeriya Tirkiyeyê û pêşîlêgirtina êrîşên Tirkiyeyê hat kirin. Rêxistina Beyit Nehreyin a Aşuriyan pîştgirî da hewildanên KNK’ê û ragihandin ku wê alikariya wan bikin.