spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya parlamenteran dê li Metînayê lêkolînê bike

Di 5’ê hezîranê de dema konvoya pêşmergeyên PDK’ê ber bi herêma Metînayê ve diçû li dijî wê teqîneke mezin pêk hat. Di teqînê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn. Li ser vê yekê Şandeyeke ku ji parlamenterên Parlementoya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê hat avakirin. Şande wê li heremê lêkolînan bike.
Li gorî nûçeya ku der barê mijarê de di Rojnews’ê de cih digire; wê şande biçe seredana herema Metînayê. Parlamenterê Goranê Şaxewan Reuf ku di şandeyê de cih digire têkildarî mijarê ev agahî dane: “Şande nûnertiya Parlamentoya Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Di şandeyê de nûnerên fraksiyonan û lijneyên peywendîdar yên herêmê jî hene. Em ê îro biçin Zaxo, Şeraniş, Batûfa û sibe jî biçin herêma Amêdiyê. Em dixwazin cihên bûyerên dawî lê qewimîne bibînin, bi taybet jî bûyera şehîdbûna pêşmergeyan. Piştî serdana me temam bû, em ê raporek hevbeş, li ser encamên seredana xwe amade bikin.”
Ji aliyê din KCK’ê têkildarî têqînê bang kiribû ku şandeyeke serbixwe û bêalî biçe heremê lêkolînan bike.