24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Revêberiya Xweser li Parlementoya Fransayê ye

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê bi beşdarbûna gelek dezgehên çapemeniyê yên Fransayê, li ser rewşa herêmê diaxive.

Şande ji cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebid û Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa pêk tê. Her du rayedaran der barê rewşa dawî ya li herêmê û geşedanên siyasî de li pêş endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê bi serkêşiya John Louis Borlange, diaxivin.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê di destpêka civînê de axivî û got: “Îro şandeya we rastiya siyaseta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser jiyana hevbeş a pêkhateyan û wekheviya di navbera her du zayendan de ava dibe, radigihîne. Di şert û mercên dijwar de we li dijî terorê şer kir. We her tim hewl da li herêmê, di nav civakê de pergaleke demokratîk ava bikin”

John Louis Borlange di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rastiyeke dîrokî heye ku gelê kurd di dirêjahiya dîrokê de rastî zilmê hat û ji mafên xwe bêpar hat hiştin. Îro jî ji bo demokrasî, mafên kurdan û hemû pêkhateyên din bi şêwazeke ku yekitiya Sûriyeyê pêk bîne têdikoşe. Ji bo ku pergaleke demokratîk û aram ava bike û mafê hemû pêkhateyan mîsoger bike roleke girîn û mezin dilîze.”

Piştre cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebid behsa mudaxeleyên dewletên herêmî kir û diyar ku ev mudaxale bûne sedemên şerên navxweyî û her yek polîtikayên xwe li ser herêmê ferz kiriye.

El-Ebid bal kişand ser têkoşîna li dijî terorê û ev tişt anî ziman: “Ji destpêkê ve Fransa bi roleke mezin rabû û helwesteke diyar nîşan da. Her tim li kêleka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî terorê de sekinî.”

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa jî derbarê rewşa Reqayê de axivî  û da zanîn ku heta niha xebatên ji nû ve avakirinê bi giştî pêk nehatine û ev tişt bilêv kir: “Li herêmê gelek xebatên xizmetguzariyê kêm in. Mîna ava vexwarinê û avakirina piran. Divê şert û mercên guncaw werin amadekirin ku şêniyên Reqayê li gel van rewşên dijwar vegerin warên xwe.”

Civîn bi bersivandina pirsên rojnamevanan berdewam e.