spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Denmarkayê kir

Li ser vexwendina fermî, şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana Wezareta Karên Derve ya Danmarkayê kir. Şêwirmendê hikumeta Danmarkayê û berpirsê têkiliyên derve Larch Lose, balyoz û berpirsê dosyaya Sûriyeyê ya Wezareta Karên Derve Christopher Vivek û balyoza wezaretê ya karên mirovî Christina Berner beşdarî hevdîtinê bûn. Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulselam Mistefa û nûnerên Rêveberiya Xweser ên Skandînavyayê Şiyar Elî pêk hat.

Di hevdîtinê de têkilî û diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Danmarkayê de hatin nîqaşkirin. Larch Lose ji ber têkoşîna wê ya li dijî terorê û rola wê ya erênî ku di aloziya Sûriyeyê de lîstiye spasiya Rêveberiya Xweser kir.

Lose anî ziman ku ew ji ber vê hevdîtinê kêfxweş e û wiha got: “Ji bo ewlehiya li herêmê, tunekirina terorê û bi awayekî erênî bi dosyaya mirovî re bidin û bistînin, li gorî ajandeyên hevbeş ên di navbera hevalbendan de kar dikin. Ev dê pêşketinek di vî warî de çêbike.”

Bedran Çiya Kurd jî li ser pêwîstiya pêşxistina karê hevbeş li ser astên cuda yên siyasî, aborî, mirovî û ewlehiyê piştrast kir da ku têkoşîna li dijî terorê berdewam bike û wiha got: “Dewleta Tirk hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe. Dixwaze sivîlan bide koçberkirin û kuştin. Ji ber ku endameke NATO`yê ye, divê endamên wê van sûcên dewleta Tirk ên li dijî gel li ber çavan bigire û nebin şirîkên van siyasetan.”