25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya YE’yê serdana avahiya HDP’ê ya Îzmîrê kir

Di 17’ê hezîranê de li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê êrîşek pêk hat û di encama êrîşê de xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Berdetêkên li dijî vê êrîşê û qetilkirina Denîz Poyraz berdewam dikin.

Têkildarî vê mijarê şandeyek ji Yekitiya Ewropayê (YE) Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ziyaret kir. Serokê Delegasyona Yekitiya Ewropa  (YE) ya Tirkiyeyê Sefîrê mezin Nîkolasus Meyer-Landrut û Şêwirmenda Çapemeniyê ya YE’yê  Mîray Akdag, Serokê Yekîneya Delegasyona YE’yê Alexander Frîcke û Rêvebera Projeya Delegasyona YE’yê Mîray Westling di şandeyê de cih girtin. Şande ji aliyê parlamenter Mûrat Çepnî, Hevserokên  HDP’ê yên  Îzmîrê Besriye Tekgur û Kadîr Badûr û Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin.

Şandeya YE’yê sersaxî ji malbat û HDP’ê re xwest

Serokê Delegasyona Yekitiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê Sefîrê mezin Nîkolasus Meyer-Landrut piştî ku li deftera bîranînê ya Poyraz nişe nivîsand, sersaxî ji malbatê û HDP’ê re xwest. Şandeyê dûre li avahiya partiyê lêkolînên xwe dewam kirin û derbarê mijarê de agahî girt.

Nîkolasus Meyer-Landrut, piştî lêkolînê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo ku em êrîşa li dijî HDP’ê şermezar bikin em li vê derê ne. Em rêzên xwe pêşkêşî Poyraz û malbata wê dikin. Ez di heman demê de dilsoziya xwe pêşkêşî rêveberên HDP’ê yên herêmî dikim.”

Piştî daxuyaniyê, civîn li çapemeniyê girtî dewam kir. Civîn nêzî nîv saetî dewam kir. Landrût, piştî civînê qerenfîl danî cihê Poyraz lê hatibû qetilkirin. Deqeyek rêzgirtin hat girtin.  Şande dûre ji Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê veqetiya.