18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeyek ji Dêrik û Şemrexê malbata Şenyaşar ziyaret kir

Çalakiya malbata Şenyaşar a bi daxwaza “edaletê” 72 roj in li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Rêveberên HDP’ê yên navçeyên Dêrik û Şemrexê yên Mêrdînê çûn serdana nobeta malbata Şenyaşar û piştgiriya xwe anîn ziman.

Hevserokê HDP yê navçeya Dêrikê yê Mêrdînê Selahattîn Îzcî di serdanê de axivî û ev tişt anî ziman: “Li welatekî edalet tunebe, aştî û aramî jî tune ye. Ji bo edaletê hewceye ku em xwedî li Dayîk Emîne derkevin.”

Ferît Şenyaşar der barê serdanê heyetê de axivî û ji bo piştevaniyê bang li rêxistinên civakî kir. Şenyaşar wiha got: “Piştevaniya bi vî rengî me li ser lingan dihêle. Em dixwazin tevahiya rêxistinên civakî û siyasî bi heman hestiyariyê nêzîk bibin.”

Piştî ku heyet ji gel malbatê veqetiya, ji aliye polîsan ve demek dirêj bi hinceta kontrolakirina nasnameyan hatin rawestandin.