Rojnameya Heftane

Vîrus heman bandorê li hemû kesan nake!

Di nav van rojan de ku cîhan bi Covid-19'ê re ketiye nav xirecirekê, li ser vê rewşê gelek nîqaş û nirxandinên tên kirin. Teoriyên ku dibêjin ev komployoyek e, nîqaşên dibêjin encama polîtîkayên dewletan e, nirxandinên lîberalîzm, komunîzm,…

‘Evîn’ek ku tim evîndar bû!

Gotina dawiyê mirin e, lê mirin jî bi hebûn û jiyanê nikare. Jiyan tenê liv û lebata li ser rûyê erdê nîne, çimkî ew ên ku di dema jiyanê de kêlî bi kêlî xwedî rêbaz û armanc bûn, yê tim…

Şano kurdî bi zarokan dide hezkirin

Berê dihat gotin ku pere hebe şano heye, tune be şano jî tune ye, mîna sînemayê. Lê piştre me dît ku bêyî pere û derfetên şaredariyan jî şano dikare bê kirin û em dikarin bêjin ku tenê du tişt hewce ne; lîstikvan û temaşevan. Pirsgirêka me ya herî mezin peydakirina tekstên ji bo lîstikan e

Bêrîvan Kayi - Aryan Med

Hevpeyvîna vê hejmarê bi şanogera kurd Rêzan Kaya re ye. Em bi Kaya re li ser rewşa şanoya kurdî, astengî û pisgirêkên şanoyê axivîn. Her wiha karektera jinê ya di şanoya kurdî de û şanoya ji bo zarokan jî du mijarên sereke yên  hevpeyvînê ne. Kerem bikin em bala xwe bidin pirs û bersivên der barê şanoya kurdî de.

Şanoya bajêr kengî dest bi şanoya kurdî kir? Hûn dikarin qala çîroka Şanoya Bajêr a Amedê bikin?

Şanoya Bajêr a  Amedê salên 90’î dest bi xebatên xwe kir. Lê destpêkê bi zimanê tirkî bû. Ji ber ku di salên 90’î de derfeteke şanoya bi kurdî tune bû. Di van salan de şanoya Jiyana Nû mînakek e ku şanoyê bi kurdî dike li Stenbolê. Di 2004-2005’an de li Amedê yekem car lîstikeke bi kurdî hat lîstin. Di her serdemê de sê lîstikên bi kurdî yek jî bi tirkî dihat lîstin. Ji 2009’an şûn de êdî repertuara me bi tevahî bû bi kurdî. Şanoya bi tirkî ya wekî bi navê Şanoya Dewletê jixwe hebû, me xwest ya bi kurdî jî li Amedê hebe. Ji vê pê ve jî tenê lîstikên bi kurdî hatin lîstin. Em her sal sê lîstikên mezinan, yek an jî du yên zarokan derdixin. Di 2015’an de jî êdî me dest bi lîstikên zarokan ên bi dimilî jî kir.

Ji bo zarokan lîstikên şanoya kurdî pir hindik in. Di rewşa heyî de bi giştî şanoya kurdî bi taybetî jî  koma we ya şanoyê, ji bo zarokên kurd dibin bersiv?

Bêguman têr nakin. Ji ber em salê tenê lîstikek an jî du lîstikên zarokan derdixin. Li gor min bila lîstika ji bo mezinan yek be, yên zarokan jî sê bin. Wexta zarok tên şanoyê lîstikeke bi zimanê kurdî temaşe dikin, bandora ziman li wan dibe. Piştî şanoyê temaşe dikin diçin li malê bi kurdî diaxivin. Mînakên wisa hene. Yanî her çiqas zimanê serwer ê berbelav tirkî be; dibistan, xêzefilm û hwd. hemû bi tirkî bin jî, dema tên şanoyê û zimanê kurdî dibihîzin, ev yek jî bandoreke baş li wan dike. Em dizanin ku asîmilasyon ji zarokan dest pê dike. Zarokan beriya heft saliyê, dişînin dibistanê û ji ber vê jî zimanê dayika xwe ji bîr dikin. Armanc çi ye; ji malê derxe, ziman asîmile bike, zîhniyetê biguherîne.

Komên şanoyê yên bi kurdî gelek kêm in. Tevî derfetên kêm û mercên zehmet hûn şanoya bi kurdî dikin. Motîvasyon û armanca we ya sereke çi ye?  

Belê şanoyên bi kurdî  çiqas kêm bin jî, li her devera Kurdistanê çirûskeke şanoya kurdî heye. Mînak li Êlihê şanoya Yenî Sahneyê berê bi tirkî dikir, niha ew jî êdî tenê lîstikên bi kurdî derdixin. Berê dihat gotin ku pere hebe şano heye, tune be şano jî tune ye mîna sînemayê. Lê dema ku qeyûm hatin em ji karê me yê şanoyê derxistin, piştre me dît ku bêyî pere û derfetên şaredariyan jî şano dikare bê kirin. Lê em dikarin bêjin tenê du tişt hewce ne; lîstikvan û temaşevan. Her du hebin şano, li her deverî dikare bê kirin. Dema şaredariyê di nav wan derfetên berfireh de mirov dikarîbû gelek tiştan bike lê tişta girîng ew e ku di bêderfetiyan de mirov dikaribe berdewam bike. Mînak, ev maseya ku em niha li derdorê ne, di her lîstikekê de cî digire. Yanî maseyek jî hebe mirov dikare şanoyê bike, ev jî bi motîvasyonê re girêdayî ye û ji xwe motîvasyona me ya herî bi hêz û mezin jî gelê me bixwe ye.

Ji derveyî wergerên berhemên biyanî, hûn di peydakirina lîstikên kurdî de zehmetiyê dibînin, têra xwe lîstikên kurdî hene li gor we? 

Ya rast em dikarin bêjin ku peydakirina lîstikan pir zahmet e. Ev pirsgirêkeke pir mezin e. Mînak, me pêşbirkeke tekstên kurdî çêkir, me çend caran ceriband  û xelat jî hatin dayîn. Dema nivîsîna bi giştî û nivîsîna şanoyê wekhev bê dîtin pirsgirêk derdikeve. Di van pêşbirkan de lîstikên dihatin jî her çiqas naverokên xweş bûn jî, li ser sahnê pirsgirêk derdeketin. Ji ber vê jî peydakirina lîstikan pir zehmet e. Carna jî hevalên me dibêjin wisa be hûn binivîsin. Hûn bi şanoyê dizanin lê zanebûna şanoyê bi serê xwe têr nake. Divê şano û edebîyat ji her alî ve hevdu temam bikin.

Di şanoya kurdî de rola jinê çawa ye?

Di şanoyên kurdî de şanogerên Mencelê, ya Sarya Baran a li Rojava hemû jin in. Nîviyê şanoya me jî jin in. Berê her çiqas malbat û civak astengiyên mezin bûn jî niha jin êdî di şanoyê de jî hene û di rola sereke de ne. Di nav tekstan de rola jinê qels e. Em lîstikên karekterên wan ên jin qels bin, tu carî nalîzin an jî diguherînin. Berhemên Shakespeareyî ji aliyê karakterên jin ve bi pirsgirêk in. Di berhemên wî de jin her tim karekterên xerab in. Mînak, di Macbethê de, dîsa ya xerab Leydî Macbeth e. Di Othelloyê de jî ya xerab dîsa jin e. Di lîstika me ya dawî ya bi navê Xewna Şeveke Havînê de rola jinê klasîk bû û me ew guherand. Em bi taybetî jî dêhna xwe didin naveroka berheman ka li gorî rolên zayendî ya civakî ne an na? Û li gorî wê  naverokê diguherînin. Lê em dikarin bêjin, karekterên jin ên Darîo Fo (Wê Hesab Neyê Dayîn) hinekî ji yên Shakespeare û Molîereyî cudatir û li pêştir in. Ji ber vê yekê jî em û  şanoyên kurd, Sarya Baran (Rojava), Jiyana Nû (Stenbol) lîstikên Darîo Fo zêdetir tercîh dikin.

We Mem û Zîn jî derxist ser sahneyê. Heger em karektera Zînê û yên Ophelîa-Marîana-Valere-Thîsbe û Hippolytayê bidin berhev, tu yê têkildarî van karekteran çi bêjî?

Hewce ye di serî de em vê yekê di nav wêjeya kurdî de binirxînin. Di lîstika Mem û Zîn û ya Romeo û Julîetê de dema ku bi awayekî wêjeyî didin ber hev, serkeftina Ehmedê Xanî ew e ku du evînan bi hev re hûnandiye. Lê Shakespeare nekariye vê yekê bike û tenê evîna bi rengekî heye. Ya din jî mînak Ophelîa jineke pir masûm e û tiştekî wê tune ye lê belê li ber xwe nade û xwe dikuje. Hamlet jê re tiştên nebaş dibêje û radibe dibêje ez ê xwe bikujim. Berxwedana wê jî xwekuştin e! Yanî bi awayê klasîk berdewam dike. Di varyanteke Mem û Zînê de ya tirkan çêkiriye, Zîn xwe dikuje. Lê di Mem û Zînê de ya me çêkiriye Zîn namire û jixwe jineke berxwedêr e Zîn. Karektera Zînê jî pir serkeftî ye. Mesela di dawiyê de Bekoyî efû dike ligel hemû nebaşiyên wî. Zîn nakeve nav hêrseke heyfhildanê û wî efû dike. Yanî em dikarin bêjin ku Zîn di vir de hem bi awayekî analîtîkî hem jî bi hestiyarî tevgeriyaye.

Cihê şanoyê di çand û hunerê de çi ye û bi taybetî jî dikarî ji bo çand û hunera kurdan binirxînî?

Camêrek heye navê wî Metîn Anit e. Bajar bi bajar geriyaye li ser çanda şanoyê pirtûk nivîsandiye . Ev mêrik di van pirtûkên xwe yên qerase de navê çanda şanoya gelên Mezopotamyayê wekî “Dîroka Şanoya Tirkan” bi nav kiriye. Ev mêrik di van pirtûkên xwe yên qerase de navê çanda şanoya gelên Mezopotamyayê wekî “Dîroka Şanoya Tirkan” bi  nav kiriye. Heger em li rîtûlên çanda xwe meyze bikin em ê bibînin ku di nav rîtuelên me de rastiya Metîn Anit berovajî kiriye dê derê holê. Folklara kurdan wekî ya tirkan nîşan daye. Helbet ev yek jî ji nêzîkatiya me ya em li çanda xwe xweyîtiyê nakin, ji nêzîkatiyên me yên ku li hember folklara xwe em xemsar in û çanda xwe kêm dibînin derketine holê. Wekî tê zanîn ku piştî kurdan îslamiyet qebûl kir, ji çanda xwe ya şanoya xwezayî jî dûr ketin û êdî ew lîstik guneh hatin hesibandin. Piştre jî jixwe di nav me de şano an jî lîstik qels dibin û li wan xweyîtî nayê kirin. Bêguman ev yek pir bi êş e. Mînak di zanîngehê de tê gotin ku meddah awayekî lîstika çanda tirkan e. Lê niha em lê dinêrin ku meddah di nav kurdên rojhilatê Kurdistanê de hatiye lîstin û wisa belav bûye. Dengbêjî jî hinekî meddahî ye lê tenê awayê wê guheriye; mendîla li ser piştê û gopalê di dest de tune ye, guheriye. Roja me ya îro kurd êdî li şanoya xwe xwedî derdikevin. Îro şano ji filmên sînemayê hîn zêdetir rastî eleqeyê tê. Şano ji aliyê hîskirinê ve biqewetir e, şênber e. Me festîvalek çêkir eleqe pir baş bû. Me festîvala sînemayê jî çêkir lê temaşevan pir hindik bûn. Şano di nav kurdan de her diçe bi pêş dikeve û rastî eleqeyeke baş tê.

Rewşa şanoya kurdî ya li rojhilat, başûr û rojavayê Kurdistanê çawa ye, tu çawa dibînî?

Teatra Sarya Baran ku koma ewil a şanoyê ya xweser a Rojavayê ye, di sala 2018’an de dest bi xebatên xwe kir. Kom di bin banê Kevana Zêrîn de dixebite.

Em çûn Rojava, Başûr û Rojhilat jî. Li Rojhilat em rastî rewşeke pir baş hatin. Li Saqizê festîval tên çêkirin. Li vê derê heta 1’ê şevê jî lîstik tên lîstin û temaşekirin. Ev lîstik jî tenê yên li rojhilatê Kurdistanê bûn. Rewşa şanoya Başûr hinekî cuda ye. Lîstikên li Başûr hinekî bi terzekî evropayî ne. Lîstikên xwe zêde nû jî nakin, hema çi hebe wan dilîzin, yanî nivîskar çi nivîsîbe, di naveroka metnên lîstikê de çi hebe wê dilîzin, naguherînin ango nû nakin. Lê bi rastî jî Şanoya Sarya Baran a li Rojava bi her awayî balkêşiya xwe datîne holê. Li ser medyaya civakî jî ez wan dişopînim her hefte lîstikan derdixin. Li Rojava di nav wan şert û mercên giran de her hefte pêşkêşkirina lîstikan tiştekî pir pîroz e.

Em dizanin ku piştî desteserkirina qeyûman hûn ji karê xwe hatin derxistin. Vê rewşê bandoreke çawa li kar û barên we yên şanoyê kir?

Em êdî nikarin herin her deverê (biken). Berê dema ku me dixwest ji bo şanoyê em diçûn her deverê. Niha ji aliyê teknîkî ve derfetên me pir kêm in. Ji ber vê jî êdî em hewl didin derfetên xwe bi xwe biafirînin.  Helbet bi piştgiriya hin saziyên sivîl û hin şaredariyên mayî jî em li ber xwe didin lê piştgiriya herî mezin gel dide me. Mînak, çend hefte berê em çûn Şirnexê gundê Baldiranê. Cara yekem bû ku dê şanoyê temaşe bikin. Ji bo lîstika ku dê saet di 5’an de dest pê bike, temaşevan saet di 1’î de hatin cihê lîstikê. Me dekora xwe amade dikir û li avakirina dekorê jî temaşe kirin. Li hin deveran hevşaredar hatin ji texte û paletan sahne avakirin. Mînakeke din jî, piştî şerê li Sûr û Cizîrê, em li Cizîrê jî derketin ser sahnê. Wê demê piştî lîstikê yek hat got, “Piştî şer ev cara yekem e ku em hewqas keniyan. Tevî hemû nebaşiyan jî em ê bikenin. Her çiqas em têxistibin nav derûniyeke nebaş jî em ê bikenin.” Van gotinan û vê nêzîkatiyê, ez pir hestiyar kirim û ligel germahiya 56 pileyî em hîn bihêztir lîstin.

Di vê serdemê de ku êdî gelek tişt dîjîtalîze bûne, eleqeya şanohezan ji bo şanoya we çawa ye? 

Li gor min eleqeya temaşevanên kurd her diçe ji bo şanoyê zêdetir dibe. Bi saya şanoyê ji jiyana dijîtalî hinekî dûr dikevin. Em vê yekê ji eleqeya ji bo lîstikên xwe jî dibînin. Di vê serdema teknoliyê de, şano maneviyat, şênberî û hîskirinê pêşkêş dike. Ji ber vê jî şano dike ku gel zêdetir berê xwe bide manewiyat û hîskirinê.

 

Di 1985’an de li Amedê ji dayik bûye. Malbat wê ji Mêrdînê hatiye Amedê. Piştî dibistana amadekariyê xelas dike, di 2001’î de tev li qursa şanoyê ya Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê dibe. Di 2005’an de li Erziromê Zanîngeha Ataturkê dest bi beşa şanogeriyê dike. Di 2009’an de piştî derçûna ji zanîngehê li Şanoya Bajêr a Amedê de dest bi xebatên xwe yên şanoyê dike. Ji wê çaxê ve ye bênavber di Şanoya Bajêr a Amedê de dilîze.