25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şanoger Peyam Îhsan li Payizê bi xwîneran re civiya

Şanoger Peyam Îhsan bû mêvanê  Pirtûkxaneya Payîzê. Nivîskar Peyman Îhsan, pirtûka xwe ya şano ya bi navê Şîzo îmze kir. Gelek xwîner beşdarî bernameya îmzeyê bûn. Peyam Îhsan di sala 1979’an de li navçeya Hawêl a Sêrtê ji dayik bû. Ji sala 2000’î ve xebatên şanoyê dike. Wekî lîstikvan, derhinêr û mamosteyê atolyaya şanoyê di nava xebatên cuda de cih girtiye. Îhsan, lîstika şano ya Şîzo di sala 2012’an de kiriye pirtûk.

Bernameyê bi modîtoriya nivîskar Mehmet Çakmak û beşdariya gelek nivîskar û xwendevanên kurdî dest pê kir.
Peyam Îhsan behsa jiyana xwe û çîroka xwe ya şanoya kurdî kir. Îhsan dibêje tiştê herî min aciz dikir di karê me yê şanoyê de ew bû ku leystikên me şanoyê bi zimanê din bûn û me wergera wan a kurdî dikir.
Di 2012 de min şanoya bi navê Şîzo nivisand û min xwest ku her tiştê me bi kurdî be ne werger be. Lewre min dest ji Stenbolê berda û ez hatim Batmanê. Paşê jî problema me ya dika şanoyê hebû. Lewre me xebatên xwe ji bo avakirina şanoyeke , dikeke serbixwe kir. Me din2008’an de dikek bi navê Tov vekir û wiha berdewam kir.
Cara pêşî me bi şanoyeke komedî dest pê kir. Heta niha me 30 sketç û 6 lîstikên dirêj lîstin. Di 2019 an de min dest ji lîstikê berda û dest bi nivîsa şanoyê kir.