25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariya Rignano Flaminio Ocalan hêjayî xelat dît

Şaredariya Rignano Flaminio ya Îtalyayê Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan hêjayî  Xelata Welatîbûnê ya Rûmetê dît.

Şaredariya Rignano Flaminio ya Îtalyayê Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan hêjayî  Xelata Welatîbûnê ya Rûmetê dît. Şaredariyê biryara dayina xelata welatîbûnê beriya niha dabû. Lê ji ber şert û mercên pandemiyê nekarîbû merasîmê li dar bixe. Ji bo radestkirina xelatê, li salona şaredariyê merasîmeke fermî hate kirin.

Di merasîmê de Şaredarê Rignano Flaminio Fabio di Lorenzi, alîkarê şaredar û endamên encûmena şaredariyê amade bûn. Şaredar Lorenzi xelat radestî Komîteya Kurd kir. Pişt re jî peyamek da û qala têkoşîna rewa ya gelê kurd û paradîgmaya Sîstema Konfederal a Demokratîk a Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan kir. Şaredar Lorenzi destnîşan kir ku ew kêfxweş e ji ber ku Xelata Welatîbûna Rûmetê didin Abdullah Ocalan.

Lorenzi diyar kir ku wî pirtûkên Abdullah Ocalan bi kêfxweşî xwendiye; her tiştên ku beriya 16 salan gotiye niha hem ji bo xelkên Rojhilata Navîn hem jî ji bo yên Rojavayî niha jî derbasdar in û got, “Paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û ji bo pêşvebirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gelekî girîng e. Lê Tirkiye hîn jî êrişê dibe ser gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd di zindanê de dihêle. Ev yek teqez nayê qebûlkirin. Welatên rojavayî ji bo çareseriya siyasî ya vê pirsgirêkê divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”

Simonetta Cirsci ku bi navê Komîteya ‘Dema dema azadiya Ocalan e’ tevlî merasîmê bû, diyar kir ku saleke ew di vê çarçoveyê de dixebitin û 2’ê Cotmehê jî wê li Strasbourgê bin. Crisci destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan wê hewldanên xwe dewam bikin.

Di dawiya merasîmê de beşdaran bi hev re wêne kişandin û dirûşma “Viva Ocalan” qîriyan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê