Duşem, Hezîran 14, 2021

Şarmola balê dikşîne ser girîngiya Şanoyê

Kovara wêjeyî û çandî Şermola  ya ku li Rojavayê Kurdistanê derdikeve, bi hejmara xwae ya 10’emîn derket. Şermolaye ku  bi zimanê kurdî û erebî tê amadekirin sê mehan carek derdikeve.

Di hejmara dehemîn de Şermola li ser mijara ‘Girîngiya Şanoyê’ sekinî ye û di vê çerçoveyê de nivîs pêşkêşî xwînerên xwe kiriye.

Edîtoryeya Şermola têkildarî dosyayê vê tiştê dibêje: “Ji ber şano di pêşketi û şaristaniya neteweyan de xwedî girîngiyeke taybet e, her wisa ew amûreke ronîkirin û rexnekirinê ye û di vejandina raman û çandê jî xwedî rol e.”

Hin sernavên nivîsên der barê şanoyê de ev in; Beşîrê Mele Newaf ‘Girîngiya Şano û Dîroka Wê Li Kurdistanê”, Şama Mihemed ‘Şîrovekek Der Barê Şanoya Promisyosê Zincîrkirî De’. Her wiha di vê çarçoveyê de Aram Hesen ligel şanoger û derhênerê şanoyê Şalîko Bêkes hevpeyvînek kiriye.

Ji bilî van nivîsa Abdullah Ocalan “ Mêtîngerî hunerê jî înkar dike”, nivîsa Diyar Bohtî “Xanî û Nêrîna Wî Ya Li Ser Pêdiviya Rêbertiyê”, nivîsa Nejbîr Elî “Pergala Hevserokatiyê”, nivîsa Fatma Ehmed “Ez insan im”, nivîsa  Lîlav Îsa “Rastiya Şoreşê” û nivîsa Şerîf Mihemed û welîd Bekir a bi navê “Gundê Hecqasma” hatine weşandin.

Welîd Remzî bi wergerek ji erebî, Rûken Hisenê bi çîrokek, Hozanê Girkundê, Karîna Osêyan, Hişyar Murad, Cemîl Xoce û Şivîn Hecî jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine. Di kovara 194 rûpelî de nivîsên li ser danasîna pirtûkan jî cih girtine.