spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Savary: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe

40 aktîvîstên ‘Keştiya Azadiyê’, di navbera 9-12’ê mijdarê de bi armanca balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan bixwazin, meşek 4 rojan li dar xistibûn. 40 aktîvîst ji Atînayê çûbûn Napoliyê. Yek ji aktîvîstê Keştiya Azadiyê bijîşkê servîsa lezgîn Josef Karl Heinrich Savary, bal kişand ser girîngiya rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê, piştevaniya gelan û têkoşîna gerîlla.

Savary ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û anî ziman ku ew endamê komîteyeke li Îtalyayê ye ku ji bo piştevaniya bi kurdan re ava bûye. Savary, li ser piştevaniya kurdan rawestiya û wiha got: “Ji bo min gelekî girîng e ku mirovên ne kurd piştevaniya kurdan bike. Bi taybetî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan pir girîng e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye. Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

Savary rêberê Efrîkaya başûr Nelson Mandela weke mînak nîşan da û wiha lê zêde kir: “Li Efrîkaya başûr, çareserî tenê bi azadiya Nelson Mandela pêkan bû. Wî jî nedixwest ku heta gelê wî azad nebe ew jî azad nebe. Bi dîtina min heman tişt ji bo Ocalan jî derbas dibe.”

Savary bal kişand ser helwestên dewletên Ewropa jî û wiha berdewam kir: “Hikumeta Swîsreyê jî di nav de hikumetên Ewropayê, ji ber berjewendiyên xwe Erdogan aciz nakin. Erdogan penaberan bi taybetî jî Sûriyeyiyan weke amûreke şantajê bi kar tîne. Ji bo vê jî salane der dora 6 milyar euroyî pere distîne. Ev yek jî bi rengê peymanên bi şîrketên çekan ên li welatên Elmanya, Fransa û Swîsreyê bi rê ve diçe. Ev dewlet ji bo Erdogan polîtîkaya şer a li dijî gelê kurd bimeşîne çekan didin.”

Savary destnîşan kir ku di azadiya Abdullah Ocalan de têkoşîna gerîla xwedî girîngiyeke mezin e û wiha axivî: “Bi dîtina min divê gel zextê zêde bike. Di wê baweriyê de me ku çalakiyên leşkerî yên şervanên kurd jî gelekî girîng e. Divê neyê jibîrkirin; azadiya Nelson Mandela piştî têkçûna artêşa Efrîkaya Başûr pêk hat.