25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Saziyên kurdan rapora çekên kîmyewî ji NY’ê re şandin

Tirkiye di mehên dawî yên operasyonên li Metîna, Avaşîn û Zapê de çekên kîmyewî bi kar tîne. Nûnerên saziyên civakî yên kurdan dane û belgeyên ji cenazeyên HPG’iyan û cihên bûyerê bi dest xistin, kirin rapor û ji rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî, DYA û welatên endamên YE’yê re şandin.

Operasyonên Tirkiyeyê yên li Metîna, Avaşîn û Zapê ji 23’yê nîsanê ve didomin. Artêşa Tirkiyeyê ku tevî hemû çekên giran, balafir û teknîkên xwe yên pêşketî bikar tîne jî, heta niha encamek bi dest nexistiye. Di 3 mehên dawî de serî çekên kîmyewî dide. Li gorî bîlançoya ku Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê parve kir, di 6 mehên êrişan de Tirkiyeyê zêdeyî 323 çekêm kîmyewî bi kar anîne. Li gorî daxuyaniyê ji meha Gulanê heya niha 9 jê jin 33 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.

Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de mirov, sewal, dar û daristanên heremê jî zirarek mezin dibînin. Çavkaniyên heremê destnîşan dikin ku 548 kesên li gundên herêma Behdînan dijîn bi gazên çekên kîmyewî bi bandor bûne. Ji ber vê serî li nexweşxaneyên Duhok û derdorê dane. Çavkanî diyar dikin ku ku rayedarên PDK’ê qeydiya van kesan ên li nexweşxaneyan vedişêre û heya niha derbarê van îdiayan de tu daxuyanî nehatine dayîn.

Pêşmerge îstîxbaratê didin Tirkiyeyê û mayînan paqij dikin

Tirkiye demek dirêj e bi hevkariya PDK’ê li herêmê operasyonê dike. Çavkaniyan anîn ziman ku gelek nûveyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî di destê berpirsiyarê leşkerî yên hêzên taybet ên Pêşmergeyên Roj, Zerewanî û Gulanê Ezîz Weysî de hene. Çavkanî diyar dikin ku Ezîz Weysî nêzî salek e hêzek taybet ên ji nava Gulan, Zerewan û Peşmergeyên Roj hatî hilbijartin ava kiriye û mayinên li pêşiya leşkerên tirk ên li noqteyên leşkerî paqij dike û îstîxbarata kordîneya noqteyên gerîlayan didin Tirkiyeyê. Tê gotin ku di destê Ezîz Weysî de gelek nûveyên di warê bikaranîna çekên kîmyewî de hene û ger wan aşkere bike wê hem dewleta tirk hem jî PDK bi sûcên şer werin darizandin.

Ewilî di 3’ê gulanê de çekêm kîmyewî bikar anîn

Tirkiyeyê piştî 23’yê nîsanê, roja operasyon dest pê kiriye, di 3’yê gulanê de li herêma Avaşîn li ser tunelên şer ên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar anîbû û ji ber vê 3 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Li gel vê bikaranîna çekên kîmyewî ku HPG’iyan wêne girtibûn jî, ji ber bêdengiya hikumeta heremê, Iraq, sazî û dewletên navneteweyî di raya giştî de nebûbû rojev.

Gelek caran bang li NY’ê kirin

Ji roja yekemîn heya niha ji aliyê HPG û KCK’ê ve der barê mijarê de gelek daxuyanî hatine dayîn û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav de bang li gelek sazî û rêxistinên navneteweyî kirin û xwestin ku ji bo lêkolînkirina van îdiayan werin heremê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew amade ne ji bo hêsankirina lêkolînê hemû derfetên xwe bi kar bînin.

Piştî van daxuyaniyan ev mijar ket rojeva gelê kurd û bi çalakî û daxuyaniyan bang li saziyên têkildar hat kirin. Heta niha saziyên kurd û gelek kesan gelek nûveyên li ser cendekên HPG’iyan ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane û cihên bûyerê wek rapor ji 28 saziyên sivîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û gelek welatên Yekîtiya Ewroparê hatine şandin.

Çavkanî: Erdogan Altan /Ajansa Mezopotamya