23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Scratch edî bi kurdî ye

Çend kurdîhezên teknolojîhez ji bo danasîn, temsîlkirin û berbelavkirina zimanê kurdî li ser platformên dijîtal, koma Kurdish For Techê ava kiribû.

Ev kom her wiha şaxeke koma Teknistê ye ku di qada teknolojiyê de ji bo pêşvebirina kurdiyê dixebite û wergeran dike. Komê heta niha, bi hevkariya wergêran gelek sepan wergerandine kurdiyê.

Hin projeyên Teknist û Kurdish For Techê ji bo kurdîkirina wan xebitîne û dixebitin ev in: WordPress, Wîkîpediya, Wîkîferheng, Google Werger zimanê bernamesaziyê bo zarokan Scratch, sepana peyaman a ewle Signal û platforma eSteemê pêk tên.

Vê komê li ser medyaya civakî wek mizginî daxuyaniyek da ku projeya wergerandina bernamesaziya zimanê  Scratch qedandine û zêdetirî 28.000 peyvan wergerandine kurdî û wan ev xebat diyarî zarokên kurd kiriye. Ji niha şûn ve êdî hûn jî dikarin li ser malpera https://scratch.mit.edu/yê bi kurdî fêrî Scratchê bibin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê