Saturday, September 25, 2021

Sê jinên kurd, sê perperokên azadiyê

Dema meha çileyê nêz dibe, ev roja reş tê bîra mirov; 9’ê Çilê 2013´an. Her sê kulîlkên azadiyê vê rojê li Parîsê hatin qetilkirin. Heger hest û zimanê bajar hebûya wê bi rojan şîna wan jinên şoreşger, leheng û bedew bikira. Bi rojan rêhevalên wan, gelê kurd û malbatên her sê kulîlkan herikîn Parîsê. Parîsa wek bajarê azadî û evîndaran dihat binavkirin, ji wê rojê şûn de ji bo kurdan bû bajarê tarîtî, bajarê mirinê. Ev her sê jinên li ketibûn pey heqîqetê, bûn hedefa neyaran.

Roja tarîtiya di nav dilê bajarê şoreşgerên 1789’an de; 9’ê Çileyê, 9’ê tarîtiyê, 9‘ê bêbextiyê, 9’ê êrîşa li dijî tekoşîna jinên azad… 9‘ê Çileya 2013‘an sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla, li paytexta Fransa Parîsê bi bêbextî hatin qetilkirin.

Sakîne Cansiz, ango Sara damezirînera Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Sakîne 12’ê sibata 1958’an li gundê Tahti yê Dersimê tê dinê. Wê di dilê xwe de hezkirin û azadî nexş kiribû. Şoreşgeriyê wê hîn bedewtir kiribû û bedewiya dilê wê dabû rûyê wê. Sara ji jiyana malê bigire heya nav tekoşîna azadiyê, li her qadê dibe sembola xeta berxwedanê. Her kes wê bi wêrekbûn û sekna wê ya li hember zaliman nas dike.

Bi sekna xwe girtîgeha Amedê ya li hember Esat Oktay Yildiran û bi hemû jiyana xwe her tim bêtirs bû. Ew bi berxwedana ya li girtîgeha Amedê, li hember îşkenceya Esat û sekna xwe ya li hember îşkencekar û mêtingeran bûbû mînak ji rêhevalên xwe re. Dema li girtîgehê ye li gorî derfetên xwe ji heval û dostên xwe re nameyan an jî wêneyan dişîne û li pişt wan wêneyan notan dinivîse. Bi van wêneyan moral dide hevalên xwe. Jiyana wê, her tim têkoşîn û şer bû. Şerê wê ji bo jiyana azad, jina azad û civaka azad bû. Sara rêwiya azadî û aştiyê bû. Îro bi hezaran jinên kurd di rêya wê de dimeşin û doza wê didome.

Fîdan Dogan ango Rojbîn, Nûnera KNK’ê ya Parîsê bû. Rojbîn di 17’ê çileya 1982’yan de li  Elbistanê tê dinê. Di 9 saliya wê de ew û malbata xwe ji welêt derdikevin û berê xwe didin Fransayê. Rojbîn bi rûkeniya xwe, têkiliyên xwe yên germ ji qada dîplomasiyê dihat naskirin. Rêhevalên wê dema behsa wê dikin, behsa enerjî û têkoşîna wê ya bênavber dikin. Di qada dîplomasiyê ji bo bibe dengê gelê xwe, karên gelek girîng dabûn ser milê xwe. Ji tekiliyên komaleyên mafên mirovan bigire heta sendikayan, ji parlamentoyan bigire heta festîvalan, wê mohra xwe li gelek karên girîng da. Rojbîn ne tenê ji hêla kurdan ve dihat hezkirin, bi sekna xwe, bi tekiliyên xwe yên germ dostên kurdan ên fransizî jî ew baş nas dikirin. Dê her kes wê bi kenên wê yên şoreşger bi bîr bîne.

Leyla Şaylemez ango Ronahî, 1’ê çileya 1989’an li Mêrsînê tê dinê. Hîn zarok e, malbat ji ber zextên dewletê berê xwe dide Almanyayê. Leyla jina ciwan a dikeve pey heqîqetê, berê xwe dide rêya azadiyê. Hîn pir ciwan bû lê gelek tişt xistin nav wan 25 salên temenê xwe. Wek dayika wê jî dibêje Leyla gelek jêhatî û serkeftî bû ji jiyana malê heya dibistanê; ji karên komeleyê heya yên rêxistinî. Li dibistanê li hember nijadperestiyê her tim têdikoşiya. Li hemberî asîmîlasyonê li nirxê xwe û kurdîtiya xwe xwedî derket. Leyla jiyana klasîk qebûl nekir û bi wê biryarê rêwîtiya wê ya jiyana azad dest pê kir. Ew jî wek Sara û Rojbîn bû hedefa kujeran.

Di ser komkujiya Parîsê da heşt sal derbas bûn. Ev heşt sal in digel hemû delîlan jî sûcdar nehatin darizandin. Ev heşt sal in jinên kurd, civaka kurd, dostên kurdan û malbatên wan li pay zelalkirina doza komkujiya her sê jinên berxwedêr û aştîxwaz in.

Di nav wan heşt salên borî de gelek belge, qeydên dengan derketin holê. Li gorî wan belgeyan kujer Omer Guney bi MÎT’ê re kar dikir û biryara komployê jî, ji hêla wan ve hatibû dayîn, lê  nêzîkê dema dozê, Omer Guney di 17’ê Kanûna 2016’an de bi awayekî biguman li girtîgeha ku lê dima mir û bi mirina Omer Guney re doz hat girtin.

Malbatên her sê jinên kurd piştî planên sûîqastê yên îstixbarata tirk ên li hember siyasetmedarên kurd li Belçîka û Almanyayê derket holê, ji nû ve gilî kirin û dozgeriya Parîsê di Gulana 2019’an de biryar da ku lêpirsînê dîsa bide destpêkirin. Rayedarên Fransayê qebûl kirin ku ji bo ditîna sûcdaran her tişt nehatiye kirin. Rayedarên Belçîka û Almanyayê ji enformasyonên nû pêşkeşî vê lêpîrsînê kirin. Parêzer û malbatên her sê jinên kurd balê dîkişînin ser tevnek mezin a li Ewropayê bi komkujiya Parîsê ve girêdayî ye. Li gor agahiyan, rayedarên Belçîkayê lêpirsînek dane destpêkirin, lê ji ber ku li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye, ji ber vê sedemê pêşketina dosyayê nayê zanîn.

Ji mikurhatina berpirsên MÎT’ê Erhan Pekçetin û Aydin Gunelê ku 4’ê tebaxa 2017’an bi operasyoneke taybet li başûrê Kurdistanê hatin girtin, diyar dibe ku komkujî ji hêla  MÎT’ê ve hatiye organîzekirin. Îtîrafên her duyan di Ajansa Nûçeyan a Firatê hatin weşandin.

Jixwe sala derbasbûyî kanala almanan a ZDF‘ê jî sûîqesta li Parîsê kir rojeva xwe û belgefîlmek weşand. Di belgefîlmê de şîroveyên pisporê sereke yê îstîxbaratê yê Almanyayê Erich Schmidt-Eenboom ên li ser îtîrafên endamên MÎT’ê yên di ANF’ê de hatin weşandin jî hebûn. Schmidt-Eenboom yê li dîmenên MÎT‘ê temaşe dike, dibêje: “Agahdarî qanî ye”

Erich Schmidt-Eenboom diyar dike ku ew li gor hiyerarşiya biryara sûîqestê û agahiyên wan ên berfireh ên der barê bûyerê de dane qanih bûye û dibêje:

“Ez bi van gotinan qanih dibim. Bi taybetî vegotina berfireh a zincîra sûîqestê û mirovên ku têne diyar kirin ku tev li bûyerê bûne. Ji xeynî vê, çavkaniyên pir qanî jî hene. Li ser vê mijarê îdianameya dozgerên fransizî heye. Ev cînayetek siyasî ye, wekî di lêpirsînên ku ji hêla saziya îstixbarata fransizî û polîs ve hatine kirin de jî derkete holê, ev cînayet bi talîmatên serokomarê Tirkiyeyê ve hatiye kirin.”

Kujeran bi vê sûîqestê xwest vîna jinê bişikînin û têkoşîna jinên azad têk bibin, lê hesab nekirin ku wê bi sedan Sara, Rojbîn û Rohanî sibê rabin û tekoşîna wan jinên wêrek bidomînin. Îro bi sedan zarokên kurd navên wan Sara, Rojbîn û Ronahî ne.

Îro li her dera cîhanê jinan ala wan her sê perperokan dewir girtiye û xwedî li mîreteya têkoşîna wan derdikevin.

Naveroka berêPDK û sala 2020’î
Naveroka ya piştî vêCelîlê dikançî