Rojnameya Heftane

Sê nifş û çend pisîk

Wêje pariyekî jî bîr e ma ne? Ya ku di ger û geşta me ya di rêk û xaçerêkên nivîsaran de, xwe bi lêrasthatiniyên bêhnçikîn şanî me dide, helbet dolaba me rast bigere, bi gotineke din, bextê me lêxe. Lêxe ku, bi wan lêrasthatiniyan, em bişên hiş û bîra xwe jî tevlî vegotina nivîskêr bikin û li wir jî bi cî bibin. Xwendin, di heman qatê de bicihûwarbûyînek e, em çendî li dijî dîwêr û stargehên nîgaşî derkevin jî, dawiya dawî, bi saya wê xwendinê, bêyî ku fama mirina xwe bikin, digihên qonaxine din. De bibêjim, di xwendinê de tu tişt dêris nabe, di henga xwendinê de nivîskêr pişkdarî li kel û cehda we neke jî –bêguman ev ne peywirek e– we awayekî ji awayan han dide, çi ka, çi dibe, ne wilo? Û gelek caran jî, em di nav wê geremola hişî de vedigevizin, çi ku em naxwazin bi nivîskêr re wilo zû bi zû li hev bikin. Gelo çîrokek, helbestek, romaneke kurdî heye wekî bêyî gelemşeyên zimên me xwendibe? Bêyî qal û şer qedandibe? Ma ne divêt xwîner jî parîyekî caris bin? Çirrek şekir bavêjin qehweya xwe ya tarî, ‘Têbînîyek’e Înan Erogluyî bixwînin, dû re dest bavêjin Pisîk Jî Xewnan Dibînin a Şahînê Bekirê Soreklîyî, wexta we hebe, şeva xwe bi Soneyên Sewdaser a Kawa Nemirî bi dawî bînin. Min got, heke kêşe xwendin be, tu tişt deya naçe, neçûye jî!

Gava min çîroka pêşîn a nivîskarê ciwan Înan Erogluyî ya bi navê ‘Pisîk’ê1  xwend û têbiniyên xwe hema li valahiya binê rûpelan nivîsîn, çîroka Pisîk Jî Xewnan Dibînin2 a Şahînê Bekirê Soreklî hat û ket bîra min, ku vê dawiyê, di Soneyên Sewdaser3 a Kawa Nemirî de jî, ez rastî hêmaya pisîkan –û bêguman jinan– hatibûm. Jin di dilqê pisîkan de derdiketin pêşiya me, yan jî, pisîk di dilqê jinan de, çi bi musîbetên bi siyasetê ve têkildar, çi bi vecinoqiyên zayendî, hemnîgaş in, lewre em ji wan hez dikin û em wan vedukujin. Wexta ku pisîkên Înan Erogluyî, li bajarokê Bismilê belapêjgarî şêniyan dibe, pê re pê re Balafirgeha Diyarbekirê –û gelek deverên din– jî ji aliyê pisîkan ve tê dorpêçkirin, tekane tişta ku lehengê vê çîrokê dixwaze pêk bîne û bi vî awayî xwe bide bexişandin, rizgarkirina evîneke di dildemayî ya ku –li gorî çîrokê– dest û pê lê sar dibin çaxa hîn dibe wekî evîna wî, di heman qatê de ji hemzayendên xwe jî hez dike. Lêbelê ji ber çi pisîk û gemaroya pisîkan? “Wê şevê gava min bi hişkî lê vegerand ku ez wê diterikînim û têkiliya xwe pê re qut dikim, bi hîseke mişt xapiyayî vegeriyam mala xwe. Vê hîsê kir ku piştî wê bi tu kesî re nikaribim bibim destgirtî.” (Têbîniyek, r. 16)

Lehengê Şahînê Bekirê Soreklî jî, gava pêrgî pisîka ku ji zû ve ye dêhn û bala wî li ser e dibe û pirsa Sonyayê jê dike û dibêje; “Min her dixwest bêhtir der barê jiyana wê de bizanibim. Îroj ku ez çîrokan dinivîsim, hewceya min bi serpêhatiya wê heye. Bi taybetî dixwazim bizanibim, çima jineke weke wê, jineke xweşik û li gor civata xwe pêşketî, jineke xwîngerm, miroveke ku dikarîbû nizimtî û bilindiya xusetê kesan ji hev derxe, yeke ku xwe fêrî xwendinê kiribû û ji berhemên baş hez dikir, ket vî karî…” (Pisîk Jî Xewnan Dibînin, Şahînê Bekirê Soreklî, r. 249), bîr û baweriyên seyr yên hezarsalane yên der barê nankoriya –bêbextiya– pisîkan de –aya ji ber çi û çi bawerî bi evîna wan nabe?– li darî çavan dibe. Lehengê Erogluyî, bi awayekî gazindokî bi dehan navên pisîkan rêz dike (r. 17), wek hawê ku ne jil be jî, xwestibe şêl û tevgera evînê (çawan bi tayekî xav tê xapandin?), di henga ku evîn ji hed û sedê xwe derbas dike de, têderêxe, belam, êdî bi destê neşûştî bi nav dikeve, pê ne gengaz tê wekî careke din li evîna xwe ya xapînok vegere. Axirî soxirî pisîk vedigerin û dîsan (bi newnewê) hezkiriyên xwe tînin ser tasê; “Eve dibêje, gava navbiriyekê dide giriyê xwe. Ez dê xwe cardin bikim qurbana wê evetê.” (r. 18).

Vedigerim Şahînê Bekirê Soreklî, li çîroka wî ya bi navê Pisîk Jî Xewnan Dibînin, bi dû pêdagiriya lehengê çîrokê, pisîka me tîne dibêje; “Ma te hay jê niye ku yên ji nîjada me xwediyên zanistiyeke taybetî ne. Rojeke ji rojan em lawirên nirxbilind bûn. Wek mînak, di dem û dewrana firewnên Misra kevnar de, me cihekî bilind hebû di ola wan de, em lawirên pîroz bûn.” (r. 246), Sonyaya bê ser û şûn çûyî ya ku di dilqê pisîkê de derketiye pêşiyê, dûvedirêj qala pisîkên welatên dûr û deraz dike, wekî çawan halxweş in, xweziya xwe bi wan û bi şêwejiyana wan tîne, pariyek jî bi kawikî. Bêguman ‘îmaja neteweyî’ di van herdu çîrokên ku di demên ji hevûdin gelek dûr û ciyawaz de (ku gelek qonax tê ve çûne) hatine nivîsandin, di ser nîgaşa pisîkan û pisîkbûyînê re, alegoriyeke dij-kolonyalîzmê jî ranavîşî me dike; digel ku kompleksa Odîpal zehf bi zelalî neyê fesilandin jî, li ser kar e. “Herdu kesên gihiştibûn polîs bûn. Yekî ji wan nasnameya min xwest û pirsî, ka ez di dema berbangê de li baxçê çi dikim. Min jî, hema di cîh de û bêyî çi tevdîr, gotê, ez li xewnên wenda digerim.”‘             (Pisîk Jî Xewnan Dibînin, r. 251). Helbet, di vê kurtenivîsarê de kêşeya sereke ne ku berawirdkirina çîrokên navend-pisîk in, ku wisa bûya, min dê ew berawirdî çîroka Haruki Murakamiyi ya bi navê Town Of Cats’ê (Bajarê Pisîkan, The New Yorker, 2011) bikirana ku lehengê vê çîrokê, awayekî ji awayan tê bajarekî ku pisîk lê dijîn, dixebitin û kar û barên xwe yên rojane bi rê ve dibin û ji ber ku dişên di tarî û zilûmatê de jî bibînin, pêdiviya wan bi tu teherî bi ronahiyê nabe û nebûye jî. Îro ro, axivandina lawiran –li vir pisîk in– di cîhana me ya ku wekî cîhaneke pişt-heqîqetê tê bilêvkirin de, vegotineke çîrokî ya bi vî rengî (nemaze di çîroka Înan Erogluyî de), ji bo zelalkirina heqîqetê û rozgara demê (bîbirina nasnavî û heqîqeta welêt), rê û dirbeke din nîşanî me dide. Ji bo watepêdayîna heqîqetê, wer xuyaye, demeke gelekî dirêj dê pêdiviya me bi arketîpan, bi efsaneyan, çîrok û fablên polîtîk hebe.

A sisêyan jî, Pisîkê Li Asmalimescitê ye ku helbestkar û wergêrê navdar Kawa Nemir, wî bi pencên wî yên ku ko bûne li ber şewq û şemala jinan, sêwirandiye. Çi ku hatiye gotin, candarekî guherbar î ku di navbera newtîneke sawdar û nirrenirreke arambexş de tevdigere, hem jinane ye hem jî şeytanî. Di kevala Manetyî ya bi navê Olympiayê de, ew li ser nivînan e, wilo piştxûz û bi mûyên xwe yên ziçbûyî.

Asê, gelek caran wek kûtê sê, kurdekî li pey nan.

Nan û jinan, xan û manan, di bîr tînim kanan gişan;

Ew giş wextekê bûn; vê gavê tek Tu yî şohret û şan. (Soneyên Sewdaser, r. 128)

1- Têbînîyek, Înan Eroğlu, çîrok, Avesta, 2019.

2 – Çîrokên Hejdeh Salan, çîrok, Şahînê Bekirê Soreklî, Doz, 2005.

3 – Soneyên Sewdaser, helbest, Kawa Nemir, Avesta, 2019