19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sêcareya Pîrebokê û Ankebût

Derhêner Ceylan Ozgun Ozçelîk, di sala 1980’an de li Rîzeyê ji dayik dibe. Li Stenbolê li Zanîngeha Marmarayê dixwîne û ji beşa parêzeriyê mezûn dibe. Di sala 2002’yan de hem li ser televîzyonê hem jî di radyoyê de dest bi pêşkêşiya bernameyan dike. Ozçelîk di vê navberê de kurtefîlmên bi navê  ‘Wan ji hevdu Hez kiribû Lê bele…(Onlar Birbirlerini Sevdiler Ama…) di sala 2009’an de û di 2011’an de fîlmê bi navê  ‘Adil an ne Adil  (Adîl ya da Degîl)’ çêkir.

Derhêner Ozçelîk, piştî kurtefîlmên xwe yekemîn fîlmê metrajdirêj ê bi navê ‘Fikar (Kaygi)’ di 2017’an de dikişine û bi vî fîlmê derhênertiya xwe ya ku pergalê rexne dike pêşkêşî temaşevanan dike. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku Ozçelîk di fîlmê xwe de balê dikişîne ser mijarên hafizeya civakê, veguherînên bajaran û bi şanîdara kuçikê Kangalê re berê temaşevanan dide qirkirina Sêwasê. ‘Fikar’ hem fîlmekî rageşiya psîkolojîk e hem jî fîlmekî polîtîk e. Ji aliyê hin  rexnegirên sînameyê ve jî ev fîlm wekî ‘pirsgirêkên polîtîk ên ku îro li Tirkiyeyê tên jiyîn wan bi şeklekî dîstopîk nîşan dide’ ye û şêweya vê fîlmî mîna şêweya fîlmên Polenzkî tê şîrovekirin. Promiyera (temaşa pêşîn) ‘Fikar’ li Festîvala Fîlm ên Berlînê hat kirin.

Ceylan Ozgun Ozçelîk di fîlmên xwe yê bi navê Sêcareya Pîrebokê (Cadi Uçlemesî) de berê xwe dide tundiya li ser jinê, neheqiyên dîrokî yên ku li ser pişta jinê bûne bar. Ev sêcareya Ozçelîk ji sê fîlmên ku naveroka wan ji hev cuda ye pêk tên. Di fîlmê yekemîn ê bi navê ‘13+’ de û kurtefîlmê sêwirî (kurmaca) ye,  qala kabûsên keçikeke biçûk dike. fîlma ‘+15’ yê ku Ceylan di sala 2018’an de dikişîne ye û wekî belgefîlma ceribandî bi nav dike, fîlma duyemîn e. Di ‘+15’an de derhêner Ozçelîk bal dikişîne ser jinên ku rastî tundî û zilma mêr hatine,  ji ber parastina xwe ya cewherî jî  ketine zindanan. Fîlma vê sêcareyê yê dawî jî ‘+18’ e ye, fîlmekî fantastîk e ku behsa şeveke eydê dike û metrajdirêj e.

Fîlmên Ozçelîk a herî dawiyê  ya bi navê ‘Ankebût’ duh di Festîvala Fîlm a Ann Arborê ya Amerîkayê de cihê xwe girt. Ji ber sedema şewba koronayê her çiqas şahî û bernameyên festîvalê hatin betalkirin jî li ser onlînê fîlmê Ankebût hat weşandin.Ankebût, berdewama Sêcareya Pîrebokan e û Ozçelîk vê fîlma xwe wekî ‘xwîşkên sêcareyê’ pênase dike. Peyva Ankebût navê sûreyeke quranê ye û tê wateya kêzika Pindepîr ê. Çîroka jina ku dileyîze (Name) ji ber êdî li ber xwe daye, xwe ji tundiya mêr xelas kiriye ‘Name êdî tenê hêviyên xwe dihune û xatir ji dubarekirina qêrîniyên di mejîyê xwe de xwestine’. Ozçelîk têkildarê Ankebût wiha dibêje: “Pîrepind wateya xwe hem di Sêcareya Pîrebokan de hem jî di fîlmên Ankebût de ji mîtos û baweriyan distîne û helbet di gelek çandên ku pîrepind wekî sîmgeyeke afirîner an jî tuneker tê dîtin de, distîne. Têkîliyeke pir xurt di navbera  pîrepind û cadûbûyînê (pîrebok) de heye. Xerakirin ango tunekirin, careke din jinûve avakirin ango risandina tevna pîrê… ev têkiliyên di navbera wan de ne. Yanê daristanên xwe, bostanên xwe derdora xwe jin xwe bi xwe ava dikin.”

Festîvala 58’emîn a Ann Arborê temaşekirina li ser online dê îro bi dawî bibe.