Duşem, Mijdar 29, 2021

Sedem û encama otoasîmîlasyonê

Asîmîlasyon (pişaftin) têgeheke piralî û têrnaverok e. Lêbelê li gorî standardên zanistî du beşên wê yên sereke hene. Ji wan herdu beşan yek jê asîmîlasyona karbidestan e ku bi darê zorê li ser gel û mirovên bindest pêk tînin. Dewletên karbidest bi çek, çewsandin, qanûnên dijwar û bi qedexeyan dîrok, ziman, wêje, çand, vîn û hestên gelên bindest dihelînin û dimehînin.

Beşa duyem jî otoasîmîlasyon (xwepişaftin) e. Otoasîmîlasyon takekes, kom û gel xwe bixwe asîmîle dike. Weke rûnê li ber tava havînê xwe dihelîne. Dev û dest ji ziman, wêje, çand û dîroka xwe berdide. Bi zimanê xwe napeyive û nanivîsîne, li çand û dîroka xwe xwedî dernakeve. Xwe bi xwe dihelîne û ji navê radike. Otoasîmîlasyon her çiqas rasterast ji aliyê dewlet an jî hêzên serdest ve neyê kirin jî dîsa kes û gelên bindest di bin bandor, tirs û siya hêzên zordest de dimînin û xwe bi xwe asîmîle dikin. Hêzên serdest dixwazin ku gelê mînorîte xwe înkar bikin û bihelînin. Otoasîmîlasyon ji asîmîlasyona serdestan xerabtir û dijwartir e. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de sedem û encamên otoasîmîlasyonê li jêr rêz bikim:

•Kes û komên ku bi ziman, wêje, çand, dîrok û pêşeroja gelê xwe ne bawer bin, dest davêjin aşê otoasîmîlasyonê, digerînin û xwe dihêrin. Bi zimanê serdestan diaxivin û dinivîsînin. Dixwazin zûtir bişibin zorker û serdestên xwe.
•Kesên xwepişaf, ziman û gelê xwe biçûk û bêqîmet dibînin. Xwe tim di bin çewsandina psîkolojîk de hîs dikin. Şerm dikin ku bi zimanê xwe biaxivin.
•Zimanê xwe prîmîtîv (paşmayî) dibînin û yê serdestên xwe jî nûjen, zanyar û pêşketî dihesibînin. Bi axaftina zimanê serdestên xwe, xwe zana, bajarî û serbilind dizanin.
•Ji tirs û gefxwarina dewlet, civak û derdorên xwe bi zimanê serdestên xwe diaxivin û xwe vedişêrin. Dixwezin xwe ji bela û astengên zaliman biparêzin.
•Pêşeroja serkeftina zarokên xwe di zimanê serdestan de dibînin. Li gorî zanîna xwe heke zarok zimanê serdestan bizanibe dê bixwîne û kar bibîne. Zimanê serdestan li derî dibistanê jî di bazar û peyaseya bazirganiyê de pere dike. Zimanê bindestan zerar, ziyan û feqîrbûnê tîne.
•Zimanê serdestan zimanê zane û bajariyan dihesibînin, her weha zimanê serdestan kilida xwendin û şaristaniyê dizanin. Zimanê xwe bêxêr bêkêr, lawaz û yên gundiyên nezan guman dikin. Heke mirov vê pîvanê ji bo kurdî bigire; kurdî zimanekî paşvemayî û tirkî jî zimanekî pêşketî ye. Çawa mirov ji gund derbasî bajêr dibe, weha ji kurdî jî derbasî tirkî dibe.
•Zarava û devokên cuda dibin sedemên ku xelk bi hevdu re bi zimanê serdestan bipeyivin. Wek mînak: Dema kurmanc û dimilî ji hevdu baş fam nekin, dest bi axavtina tirkî dikin. Tirkî dibe zimanê wan ê hevpar û hevkar. Dîsa dema yekî amedî û colemêrgî jî ji hevdu fêm nekin, dest bi axavtina tirkî dikin. Ev rê li ber otoasîmîlasyonê
vedike.
•Otoasîmîlasyon encama bêbawerî û şikestina kesayetiya netewî ye, teslîmbûna dagîrker û zorkerên xwe ye.