spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedema êrîşan bêhelwestî ye

Li başûrê Kurdistanê rojeva yekem êrîşên li hemberî herêmê ye. Her beşên civakê bertekên xwe li hemberî polîtîkayên ku li herêmê tê meşandin, nîşan didin. Li aliyekî kampanyaya îmzeyan a ciwanên başûrî, li aliyekî din piştgiriya parlamenteran a ji bo kampanyayê û bertekên welatiyan, niha rojeva esasî ya herêmê ye.

Kampanyaya îmzeyan a ji hêla Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz di 30’yê hezîrenê de hatibû destpêkirin, didome. Kampanyaya îmzeyan a li dijî êrîşên li hemberî başûrê Kurdistanê û derxistina baregehên arteşa tirk hatî destpêkirin, ji 15 hezaran derbas kir. Ciwanên başûrî, demeke dirêj e kolan bi kolan, mal bi mal digerin û îmzeyan kom dikin. Her wiha kampanya ne tenê li Başûr li Iraqê jî tê meşandin.

Bertek û çalakiyên li Başûr tên kirin, dê bandoreke çawa li polîtîkaya herêmê bike, dê di rojên pêş de diyar bibe. Lê tişta herî girîng jî ji her beşên civakê nerazibûnek heye.

Piştgiriya parlamenteran

Parlamenterên jin ên parlamentoya Herêma Kurdistan û Iraqê piştgirî da kampanyaya îmzeyan. Parlamentera parlamentoya Herêma Kurdistan Gulistan Seîd û parlamentera parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî piştgirî da kampanyaya îmzeyan.

Her wiha jinên li herêma Germiyanê dijîn jî, bertek nîşanî êrîşên li herêmê tên kirin da. Berpirsa Komîteya Herêma Germiyanê ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Şukriye Xefur, da zanîn ku hizbên desthilatdar ên Herêma Kurdistanê lembeya kesk ji bo Tirkiyeyê pêxistine û got: “Ji bo vê dewleta tirk êrîşî herêmê dike. Armanc  ne tenê Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Armanc dagirkirina hemû xaka Kurdistanê ye. Ev bi salan e ji bo vê plan tê çêkirin, pêwîst e hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê êrîşan bidin rawestandin. Divê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê jî ji vê were agahdarkirin.”

Bêdengî rexne kir

Endama Tîma Germiyanê ya Rêxistina Wadî ya Almanî Xelat Salih, di axaftina xwe de bêdengiya rêveberên kurd rexne kir û wiha axivî: “Bêdengiya li hemberî êrîşan, cihê xemginiyê ye. hikûmeta herêmê jî bêdeng e. Ger helwestek hebe wê êrîş bên rawestandin.”

Ji hêza kurdan ditirsin

Rojnamegera jin Rênas Salih jî bal kişand ser êrîşên li hemberî destkeftiyên kurdan û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Tirkiye ji hebûna kurdan ditirse, bi taybetî li rojavayê Kurdistanê heya radeyeke mezin hêza kurdan bi pêş dikeve. Tirkiye ditirse ku Başûr jî weke Rojava bihêz bibe. Ev yek wê bibe sedem ku kurd li Rojhilata Navîn bihêz bibin.” HEWLÊR