16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedir bi fermandarê Hêza Qudsê re civiya

Îro li bajarê Necefa  Iraqê fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Parêzvanên Şoreşa Îranê Ismaîl Qanî bi serokê şepêla El Sedir, Muqteda EL Sedir re civiya.

Wekî tê zanîn piştî encamên hilbijartinan aşkera bûn şîiyên Iraqê di nava xwe de nikaribûn lihev bikin û bûn du alî. Serkêşiya aliyekî şepêla El Sedir dikir ku di hilbijartinan de bû partiya yekemîn û aliyê din jî koalisyona çend aliyên şîî yên girêdayî Îranê ne, wan jî li gorî hilbijartinên berê di hilbijartinan de gelek deng winda kirin.

Lewre jî nakokiyên di navbera herdu aliyan de dibin asteng ji bo avakirina hikûmeteke nû. Serdana Ismaîl Qanî jî bi armanca lihevanîna wan herdu aliyên şîî ye. Qanî piştî ku bi aliyê koalisyona alîgirên Îranê re rûnişt, çû serdana El Sedir û pê re hevdîtin kir.

Li gorî agahiyên ku piştî hevdîtinê di çapemeniya iraqî de hatin belavkirin Qanî û El Sedir li hev nekirine. Qanî ji Sedir xwestiye ku parvekirina kursî û postên hikûmetê li gorî pergala berê were parvekirin lê Sedir ew yek qebûl nekiriye û xwestiye parvekirin li gorî encamên hilbijartinên dawî werin kirin.