20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sêgoşeya stratejîk

Meseleya Zînî Wertê, weke ‘plangeriyeke dagirkeriyê’ bê pênasekirin jî di nav ziraviyan de ev plangeriyeke kûr û berfirehtir e. Tenê gavek ji plan û projeya dagirkeriyê ya dewleta tirk e.

Tê zanîn ku sedsala borî, împeratoriya osmanî ji aliyê sermayeya cih û û desthilatiya global ve hate belavkirin. Di çarçoveya peymanên hatî kirin de dewleta tirk a li ser kavil û xirbeyên Osmaniyan hatî avakirin, li ser esasê ku nobedarî û kujeriya pergala serdest bike, hat erkdarkirin!

Bi destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Rojhilata Navîn a bi şerê Kendavê re dest pê kirî, bû nîşaneya pêvajoyeke nû. Ev dihat wê wateyê ku şerekî nû yê parvekirina cîhanê dest pê dike. Lewre dewleta bi navê Komara Tirkiyeyê ji bo ku xeyala xîlafeta îslamî û împeretoriya osmanî ya nû careke din ket nav lêgerîn û tevgerê.

Lê belê ji bo pêkanîna vê xeyal û armanca xwe divê astengiya li pêşiya xwe Tevgera Azadiya Kurdistanê (qesta me tevgerên azadiyê yên li her çar beşên Kurdistanê ye) tasfiye bikira ku di ‘Pergala Nû ya Cîhanê’ de bûbûya xwedî rol û angaşt.

Cendirmeyê pergalê

Piştî nîveka sedsala 21’emîn, Tevgera Azadiya Kurdistanê ya xwedî daxwaza serxwebûn û bidestxistina çarenûsa xwe ya neteweyî, li her çar beşên welêt pêş ket û ji aliyê gelê kurd ve jî hate rûmetdarkirin. Hem ji ber daxwazên xwe yên rewa, hem jî ji ber fersendên qeyrana pergala navendî rû dayî, bi berdêlên giranbuha jî be, tevgera kurd di demeke kurt de bû xwedî bandorke mezin. Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd, li Başûr hikûmeteke Kurdistanê hat avakirin, li Bakur, gelek destkeftî hatin bidestxistin hema bêje ne bi qasî Başûr be jî heta rêjeyekê bû xwedî înîsiyatîfa xweseriyê. Li Rojava jî mîna Başûrê welêt rêveberiyeke xweser ava kir. Li Rojhilatê welêt jî heta radeyekê rêxistinbûna xwe ya civakî, siyasî, leşkerî hwd ava kir. Ango kurd êdî hêdî hêdî nêzî serxwebûn û azadiya neteweyî dibûn.

Pergala dewletî, ango modernîteya navendî, yan dê hebûna ‘Kurdê Azad’ qebûl bikira; yan dê bi giştî qir bikira; yan jî dê dîsa weke berê bikira mêtingeha zordestên herêmê yên girêdayî xwe û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bianiya. Ji bo ku ji aliyê paradîgmayî ve bi tevgera kurd re di nav nakokî û dijberiyê de bû, qebûlkirina hebûna kurd zehmet bû, ji bo pergala navendî. Di vê heyamê de qirkirina reş a bi rêbazên çors jî nedibû. Lewre riyek dima ku kesayeteke kurd ê ‘noker-xayîn-radestkar’ biafirîne û  weke berê dîsa di statûya mêtingeh û bindestiyê de bihêle, sed salên din jî li ser vê nakokî û pevçûnê hebûna xwe ya li herêmê rewa bike. Ji bo wê li ser esasê bêbandorkirin û tasfiyekirina hebûna kurd û destkeftiyên wê dîsa weke berê, peywir dan cendermeyê pergalê, dewleta tirk!

DAIŞ ajotin ser kurdan

Dewleta tirk a nêzî 40-50 sal in hema bêje li tevahiya welêt li dijî îradeya azadîxwaz a gelên Kurdistanê şerekî bêhempa kir lê nekarî bi ser bikeve. Di encama dij-têkoşîna dewleta tirk a 40 salan ku bê encam mayî de zilhêzan asûna desthilatdariya tirk ji nû ve nirxand, nakokiya niha pergal bi desthilatdariya tirk re dijî jî ji ber vê ye.

Piştî wê, tevgera herî xedar a dîrokê DAIŞ hat peydakirin û dîsa pêşeng û îdeolgên wê, klîka serdest a tirk bû. Lewre dîsa hebûn û destkeftiyên kurd kirin hedef. Ji bo wê DAIŞ hat rêxistinkirin û ew ajotin ser kurdan. Xwestin li Rojava statûya hatî çêkirin bi destê vê tevgera terora dîrokê ji holê rakin. Piştî ku bi vê êrîşê jî nekarî armanca xwe pêk bîne, dewleta tirk bi xwe destpêkê li Efrînê, paşê li Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Piştî Rojava, bemayiyên DAIŞ’ê li xwe kom kirin û li bakurê Kurdistanê êrîşî destkeftî û hebûna kurd kirin. Di pêvajoya xwebirêveberiyên Bakur de gelek bajarên Kurdistanê bi erdê re kirin yek, mirov bi komî di jêrzemînan de hatin şewitandin û tevgereke ku DAIŞ’ê xweziya xwe lê bîne, pêk anî!

Nîvê Başûr dagirkirî ye

Başûrê Kurdistanê sala 2017’an bi mafdarî xwest serxwebûna xwe ragihîne. Referandûma bi riyên demokratîk û aştiyane pêk hat, beriya dewleta Iraqê, dewleta tirk neyartiya wê kir û diyar kir ku wê destûr nede. Lewre êrîş li ser başûrê Kurdistanê pêk hatin û hema bêje ji nîvî zêdetir xaka Kurdistanê ji aliyê rejîma Iraqê ve bi piştgiriya dewleta tirk û Îranê hat dagirkirin, gelek destkeftî ji dest çûn.

Dewleta tirk bi wê ve jî sînordar nema, herêma başûrê Kurdistanê ji nîvî zêdetir bi awayekî fiîlî dagir kiriye û nêzî 30 baregehên dewleta tirk ên leşkerî-sîxurî li vê herêmê hene. Ji bo wê jî niha di serî de herêma Zînî Wertê, êrîşeke dijwar li ser Qendîlê pêk tê.

Destkeftî hedef tên girtin

Ne tenê herêmên Başûr, dewleta tirk êrîşê xwe heta herêma Şengalê, heta nav bajarê Silêmaniyê zêde kirine û dixwaze bi giştî hebûna kurdan tasfiye bike, destkeftiyên kurdan ji holê rake.

Bi kurtasî dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze Kurdistanê ‘Sêgoşeya Stratejîk; Efrîn-Qendîl-Şengalê’, ango Rojhilata Navîn bi temamî dagir bike. Çimkî ev sêgoşe ji aliyekî ve ji bo NATO-Ewropa, ji aliyê din ve ji bo hevpeymana Avrasya-Şanghay gelek girîng e. Ji bo wê ev êrîş li hemberî partî an jî hêzekê tenê nîne, li hemberî hemû aliyên kurdistanî ne. Divê hêzên kurdî û gelên Kurdistanê li dijî vê êrîşa berfireh hişyar bin. Li dijî vê çareseriya tekane jî yekitiya neteweyî ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê