24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Segwer (Reyîn) û wêjeya rexneyî

Di wêjeya kurdî de roman, piştî salên 1980’yî gihîştiye asteke baş. Bi taybetî jî romanên kurdiya soranî, asta vê pêşketinê diyar dikin. Yek ji wan romanên hêja jî romana Mihemed Mukrî ya bi navê ‘Segwer (Reyîn)’ e. Ev roman di sala 1982’yan de hatiye çapkirin. Di 2015’an de, ji soranî bo kurmancî, ji aliyê Besam Mistefa ve hatiye latînîze û adaptekirin. Me wek Koma Xwendinê ya Amedê, di 11’ê meha nîsana 2021’ê de nirxand.

Roman bîranînên kesek li ber sêdarkê ye. Dem, wek 24 saetên dawîn ên jiyana serleheng hatiye diyarkirin. Şêweyê vegêranê xîtaba bi kesê duyem re ye. Li ser vê şêwazê roman wiha dest pê dike: “Tu îşev nerazayî û hişyar mayî. Hedana te nedihat. Te xwe li ser pişta xwe dirêj dikir. Bi gavekê, te odeya xwe ya tarî qut dikir. Geh tu rûdiniştî û geh te serê xwe dixist nav çokên xwe û te tiliyên destê xwe li hev dipêçan. (…)”(r. 19)

Bi tevî ku di paragrafa yekem de bêhedanî û bêaramiya serlehengê romanê yê xîtaba kesê duyem arasteyê wî, bi awayek monologî hatiye kirin jî lê di pêdaçûna romanê de em dibînin ku objektîfiyek edebî (dualîzm) ya nivîskar heye. Wiha nivîsiye: “Tu dizanî. Gelek caran tu mêrxas û biceger bûyî. Gelek caran tu tirsonek û bêqîmet bûyî. Hin caran jî kawikî û zîrekiyê di eynî dem û cihî de riya xwe bi te xistine.

Vêga tu ji ber xwe fedî dikî eger tu bêjî ez qehreman im. Dilê te jî bi te dişewite eger tu bêjî ez tirsonek im.” (r. 20)

Hûnandin (fiction) a bi xîtaba kesê duyem hinek zehmet e. Heta meriv dikare bibêje ku di wêjeya kurdî û ya cîhanê de mînakên vê şêwazê hindik in. Lê nivîskar bi rêya bîranîn û flashbekan diçe jiyana xwe ya pazdeh sal berê: “Bi şevê, piştî nûçeyê, bîranînan mejiyê te vegirtibû û te ber bi dûr dûr û dûrtir dikişkişandin. Bîranîn bûne rêberê te û te birin beriya pazdeh salan.” (r. 22)

Di van bîranînan da êş û azarên pêşmergeyekî ku ji ber pêşmergebûna wî, bavê wî yê ku di ciwaniya xwe de ji ber bîr û ramanên xwe hatiye zindanîkirin, di binê lêpirsîna kurê wî û îşkenceyan de dikujin. Diya wî û xwişka wî, Nesrînê di odeyên bêrûmetkirina jinên kurd de bi her cure tacîz û tecawizan re rû bi rû mane.

Ji ber wan êrîşên kirêt, Nesrîna xwişka wî xwe şewitandiye. Xweşewitandina Nesrînê, diya wî wiha vediguhêze: “-Ez û Nesrînê azad kirin. Her wê rojê, di dema êvarê de Nesrînê xwe şewitand. Erê kurê min, êdî tu bi xwe dizanî çima? (…) -Kurê min namûs ji her tiştî girîngtir e. Ez nabêjim ku ez kêfxweş bûm çima Nesrînê xwe şewitand. Lê bi min ne xweştir dibû ez wê di wî halî de bibînim.” Li ser vê helwesta nivîskarên kurd du cure nirxandin hene. Hin kes dibêjin ku ew bêrûmetkirina dijmin ancax bi ar tê paqijkirin. Hin jî dibêjin ku ev nirxandinek baviksalarî ye ku jinê biçûk dixîne, rolek ji jinê re nahêle. Bi rastî jî divê rolek çalak a jinê hebe.

Êşek din ku di romanê de hatiye pêşkêşkirin, êşa Dilşad û dayika wî ye. Dilşad zarokek şazdeh salî ye, di nav koma pêşmegeyan de ye ku lehengê romanê fermandar e. Bi tevî ku fermandar karê name birin û anînê dide wî jî ew xwe davêje nav şer û dema şehîd dikeve dayika wî tê ziyareta wî, ew jî di bombebarana balafirên şer de bi Dilşad re şehîd dikeve. Wisa laşê wan bi hev re şewitîne ku ji hev nayên cudakirin. Lewra bi hev re di gorek de tên bicihkirin.

Romanê navê xwe ji peyva “reyîn”ê ya ku lehengê romanê li ser çar alî dîwarên şaneya (hucre) xwe, bi zincîra dest û lingê xwe kolabû, girtiye. Bi bîranîna hevoka Trotsky re, “Di sedsala bîstan de, her kesê ku rehetiyê bixwaze, bi xeletî di vê sedsalê de ji dayik bûye!” dubare hêz dide xwe ku “reyîn”ê binivîse. Êdî peyv bi xwe dişibe kûçikekî û bi reyînek awarte wî dibehitîne. Ew jî xwe davêje ser çarlepkan û dibe ewte ewta wî, lê ji bilî wî tu kes reyîna wî nabihîze. Ev bo rexneya birakujiyê metaforek xurt e.

Dayika leheng li ser şerê birakujiyê jê re wiha dibêje: “Şerm e… qeda li we keve… ger ruhê we ne xema we ye û hûn diberizin canê hev û hevdu dikujin, xema me diyan bixwin. Em dê ne. Em nizanin hûn li ser çi şer dikin û çima di birakujiyê de, destê we bi xwîna hevdu sor bûye! …xwe bikujin, lê beşdarî şerê birakujiyê nebin!” (r. 50-51)

Ev roman, her çiqasî ji çil û sê rûpelan pêk hatibe jî cîhanek dewlemend a bîranînên wî dihundirîne. Ne tenê êş û azarên jiyana wî, belbî nameyên xoşewîsta wî, Şêrîna ku wiha dest bi nivîsandina nameyê dike: “-Ey yê ku ji xwe bêhtir jê hez dikim!” jî cih girtine.

Gelek taybetmendiyên balkêş ên vê romanê hene. Yek ji wan jî ew e ku roman ji bo helbestvanê kurd Mueyed Teyib re ku ne YNK’î, PDK’î ye, hatiye pêşkêşkirin. Ji ber vê îthafê hinek pêşmergeyên YNK’ê hewla kuştina nivîskarê romanê dane, lê di wê serdemê de ku şerê birakujiyê dihat heramkirin (1998), Celal Talebanî wiha nivîsî: “… gelo mamoste Mukrî berê çi daye we? Gule? Yan peyv…”