spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sekreterê Encûmena Nîştimanî ya Îranê: Ger Iraq neke em ê êriş bikin

Sekreterê Encûmena Nîştimanî ya Îranê Elî Şemxanî ji Iraqê xwest partiyên kurdî yên rojhilatê Kurdistanê ji başûrê Kurdistanê derbixin. Şemxanî got ku ger Iraq vê yekê neke, ew neçar in êriş bikin.

Duh Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên li Tahranê bi sekreterê Encûmena Nîştimanî ya Îranê Elî Şemxanî re civiya.

Li gorî medyaya Fransayê, Şemxanî ji Fuad Hisên re gotiye, beriya ku Îran bi xwe destwerdanê bike, pêwist e hikûmeta Iraqê partiyên kurdî yên rojhilatê Kurdistanê ji Iraqê derbixe.

Şemxanî di berdewamiya axaftina xwe de gotiye ku wê Tehran êrişî komên muxalefet yên li başûrê Kurdistanê bike, ji bo vê pêwist e beriya ev êriş pêk werin, Bexda van koman derbixe.

Hêjayî gotinê ye di 7’ê tebaxê de Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (Rojhilat) Musa Babaxanî, li oteleke bajarê Hewlêrê hat kuştin. Li gorî HDK’ê endamê komîteya wan ya navendî Mûsa Babaxanî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.