24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sektora enerjiyê ya Asyaya Başûr – Rojhilat

Kurdistan Lezgiyeva

Li gorî hesabên Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî, ji pêncan yek gazên serayê yên gerdûnî ji komirê ne. Ya rastir, ji ber santralên komirê yên ku wê bi kar tînin bi xwe ye. Ew jî bi taybetî li Asyayê belav bûne. Pêşketina sektora enerjiyê bi giranî li paş meylên gerdûnî yên veguheztina çavkaniyên enerjiya nûjenkirî an jî kêmî gaza xwezayî ye. Hê jî komira ‘qirêj’ serdest e. Brîtaniyan gotin ku wan çareyek ji vê pirsgirêkê re dîtiye.
Pargîdaniya sîgortayê ya Brîtanî Prudential, bi Bankaya Pêşveçûnê ya Asyayê (ADB), planeke girseyî ya li dijî germbûna gerdûnî aşkera kir. Kirîna santralên komirê li gorî ‘15 sal berê ber bi bêalîbûna karbonê’ ve diçe.

Li paş vê hevoka rêk û pêk, di eslê xwe de ramana kêmkirina bilez a qebareya hilberîna elektrîkê heye û dûv re jî hilweşandina bêkêmasî ya tesîsên hêza komirê heye.
Dibe ku ev raman wekî hewesa saf a ‘ucubeyên kesk’ xuya bike. Lê ji bo vê hewesê ji hêla xwediyên darayiyên mezin ên navdewletî HSBC û Citî ve bi rengekî aktîf piştgirî hat. Ev tê vê wateyê ku gelek dirav di projeyê de tê xerckirin. Çima banker û heweskar dê ji nişka ve ewqas xêrxwaziyê bikin?

Bersiva vê pirsê diyar e. Eleqeya ji bo santralên komirê yên li Asyayê jixweber çênebû. Piştî ku Çînê di mijdara 2020’î de, li ser bingeha Komeleya Neteweyên Asyaya Başûr-Rojhilat (ASEAN), Hevkariya Aboriya Berfireh a Herêmî ragihand, damezrandina koma girtî ya aborî ya Çînî li herêmê tenê mijareke demkî bû.
Li gorî Pekînê, ji bo pêkhatina dawîn a norm, rêzik û mekanîzmayên pêwîst yên ji bo hevkariya aborî ya herêmî dê 15 sal bidomin. Neteweyên Yekbûyî dema ku têkoşîna xilaskirina gerdûnê ji germbûna zêde dikin, bi hikûmetên welatên asyayî re li hev kirine ku herî dereng heta 2035-2040’an ‘ji komirê dûr nekevin.’
Li hember vê paşeroja ‘15 sal berê’ bi rengên nû dilîze. Ger di destpêkê de peyman li ser bingeha ramana teknîkî ya ji nû ve sazkirina hêza asyayî ya bigaz (bi piranî û eslê xwe Amerîkî) bûn, niha ‘têgeh guheriye.’

Li cîhana rojavayî, komeke sigortayî û fînanserên navneteweyî derdikevin holê ku dixwazin santralên komirê yên li Asyayê bikirin heya ku Çîn sînorên hêzê bigire lê ev yek formalîte ye da ku qutiyek din bixe nav mekanîzmaya bilez a mezinbûna aborî ya li herêma Asyayê ye. Li gorî pisporên Wood Mackenzieyê, di sala 2018’an de hewcedariyên enerjiya Asyaya Başûr-Rojhilat 1.05 PW / h bûn. Di sala 2040’î de, tê texmîn kirin ku xerckirina enerjiyê bigihîje 2.46 PWh. Para ‘komirê’ ji %36 tê texmîn kirin. Ji ber vê yekê, bi zorê xistina santralên komirê, ji bilî xema fermî ya ji bo xwezayê dê rêjeya mezinbûna aborî ya li Asyaya Başûr-Rojhilat jî nîvî bike. Her wiha ji ber entegrasyona wan a di çarçoveya hevkariya aboriyê de, ew ê pêşketina hêza aborî ya tevahiya hêza ‘Çînî’ ya derketî jî pir kêm bike. Plan mezin xuya dike. Pêdivî heye ku rêyekê bibînin da ku xwediyên asyayî santralên komirê xwe bifiroşin. Lê tê xuyakirin ku ew ji ber perspektîfan daxwazeke wisa nakin. Ev tê vê wateyê ku divê em li benda konferansa navneteweyî ya avhewayê bin. Divê ‘hawîrdorparêz’ hewl bidin ku hin tedbîran bigirin. Da ku destê hikûmetên Başûr û Rojhilatê Asyayê bizivirînin.
Bi rastî mirov nizane ku dê encamên çawa derkevin, lê aşkera ye, ew lobiyên komeleyê dê wan bi tundî mecbûr bikin bêyî ku şantajê bikin ‘hawîrdorê biparêzin’.