Rojnameya Heftane

Li dijî mirovên spî berxwedana jina reşik!

Li ser rûyê erdê tu civak tune ye ku ji pergala serdestan zirarê nedîtibe. Hin civak ji ber zimanê xwe, hin civak ji ber ola xwe, hin civak ji ber rengê çermê xwe rastî zextên…

Hunerê resimî de cinî

Wexto ke merdim tarîxê resimî rê ewnîyeno, vîneno ke tewr zêde morê xo camêrdan dayo piro. Na rewşe Rojhelato Mîyanênî ra bigîrê heta Amerîka, Asya, Afrîka û heta Ewropa her ca bi eynî rengî…

Sekvanê girgire!

Di nav bêlûkê de nîşana herî xirab a Remzî bû. Wisa xirab bû ku hevalan bi henekî  digot, ‘heval Remzî fişek bavêje fîlekî, nikare li fîlê bide’ û tinazên xwe pê dikirin. Dema diçûn perwerdeya çekê jî heman rewş berdewam dikir. Remzî nikarîbû bi îstiqrar fişek li nîşanê bide, carnan yek lê dida carnan jî qet lê ne dida. Ev yek Remzî gelekî aciz dikir. Ji ber vê digot teqez çeka ez pê fîşekan davêjim eyara wê xirabe ye û wisa hincet didît, lê bi heman çekê gelek kesên davêtin û gelek xweş jî li nîşanê didan. Ev rewş demekê wisa berdawam kir. Rojekê dora aşpêşvaniyê hat ser Remzî. Ew roj bêlûk di perwerdeyê de bû. Remzî ji bo xwarinê çêke pewîst bû biçe galonek av bîne. Kanî jî qedara 20 deqeyan dûrî bêlûkê ye.

Ev pîvan e, dema biçî ser kaniyê, divê bi çek bî. Remzî rahişt galon û çeka xwe û bi alî kaniyê ve meşiya. Qederî pêncî metreyî mabû ku bigihîje avê, dît ku qertelek ji ser kaniyê rabû û li ser wê difire. Remzî her ku nêzî kaniyê dibû, qertel hîn jî hewl dida ku tiştekî ji erdê rake.

Remzî dibîne ku dê qertel tiştekî ji erdê rake lez dike û fîşek dide ber çeka xwe û berdide. Qertel bi dengê çekê êdî hêviya xwe dibire û bilind difire.

Remzî bi kelecanî ber bi kaniyê ve dimeşe. Dema tê ber kaniyê, çi bibîne, kîvroşkek ji stûyê xwe bîrindar li ber mirinê ye û dilebite.

Remzî dibêje ‘dêmek wî qertelî ev kîvroşk nêçîr kiriye lê dema min dît tirsiya û firiya.’ Remzî dike rahije kîvroşkê, fikrek tê hişê wî û fîşeka ku gavek din dabû ber çek ê bera cihê birîndar ê stûyê kîvroşkê da.

Remzî rahişt galona ava xwe û kîvroşka xwe û berê xwe da ber bi bêlûka xwe ve. Dema hat ber aşxaneyê dît ku hevalan navber daye perwerdeyê.

Vêca her kesî dengê fîşeka Remzî bihîstibû. Kîvroşka li pişta Remzî jî dîtin matmayî man û pirsîn; “Remzî te ev kivroşk nêçîr kir?’’

Remzî got ‘erê min fîşek ji dused metreyî li stûyê kîvroşkê da, de ka mêze bikin.’

Hevalên derdorê lê nihêrtin rastî jî fîşek li stûyê kîvroşkê ketiye. Her kes bi awayekî şaş û heyirî mabû.  Remzî bi awayekî serbilindî wiha got: “Ez rica dikim ji îro pê de ji min re nebêjin Remzî bêjin sekvanê girgire.

Heval Mistê