spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Senatorê Amerîkayê banga ferzkirina cezayan kir

Senator Robert Menendez, Chris Von Hollen û wezîrê karên derve Mike Pompeo diyar kirin ku pêwîst e bi Yekitiya Ewropayê (YE) re ji bo ferzkirina cezayên giştî û hevpar li dijî aboriya dewleta tirk hevpar bin.

Robert Menendez û Chris Von Hollen di nameya xwe de ya ji wezîrê karên derve Mike Pompeo re ku beriya civîna Pompeo bi wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias re hate belavkirin, got: “Heke dewleta tirk tevgerên xwe yên derqanûnî li rojhilatê deryaya Spî bidomîne, divê DYA û YE bi lez planekê ji bo ferzkirina cezayên hevpar û giştî li ser warên sereke yên aboriya dewleta tirk ferz bikin.”

Dewleta tirk û Yewnanistan endamên NATO`yê ne û ji ber rageşiyên girêdayî herêmên aborî li rojhilatê deryaya Spî bi nakok in. Piştî ku dewleta tirk keştiyeke lêkolînê şand herêma binakok, Pompeo û Dendias civiyan.

Her wiha her du senatoran got: “Divê Pompeo tevahiya tedbîrên pêwîst bigire da ku dewleta tirk neçar bike ku keştiyên xwe ji herêma aborî ya taybet a Yewnanistanê derxe û qanûnên navdewletî yên girêdayî di vî warî de pêk bîne.”

Robert Menendez û Chris Von Hollen wiha domandin: “Heger DYA di vî warî de û di vê dema krîtîk de bi bin ket, dê asta nakokiyê mezintir bibe.”

Dewleta tirk û DYA li ser kirîna Enqereyê ya pergala moşekan S-400 a Rûsyayê bi nakok in. Washington piştrast dike ku ev pergala Rûsyayê ne li gorî pergala parastinê ya NATO’yê ye. WASHINGTON