spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sendroma Stockholmê û PDK

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li herêma Şengalê amadekariyên fermanek nû tên kirin. Her çiqas ev amadekarî wek hevkariya PDK’ê û rêvebiriya hikûmeta navendî ya Bexdayê bên dîtin jî di cehwera xwe de ev plana qirkirinê ya li ser herêmê tê ferzkirin li gor perspektîf û daxwaza dewleta tirk bi pêş dikeve.

Dema çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa sala 2014’an êrîşî Şengalê kirin, di serî de civaka êzidî û gelê herêmê bi qirkirinê re rû bi rû ma. Di wê demê de qeymaqam û asayişa Şengalê bi temamî di destê PDK’ê de bû. Tevî dizanîbûn ku li ser herêmê metirsiyek mezin heye jî ji bo parastina gelê êzidî tedbîrek baş negirtin. Lewma di encama wan êrîşan de bi hezaran keç û zarok bûn qurbaniyên fermana 73’an. Ji ber vê yekê gel dipirse; kesên ku wê demê nikarin Şengalê biparêzin çima niha xwe wek parazvan û xwediyê Şengalê dibînin? Ev kes li ser Şengalê xwedî çi planê ne?

Di nav van şeş salên derbasbûyî de ji gelê herêmê bigirin heya gelên cîhanê hemû kesî fermana li ser gelên Şengalê pêk hat bi wan dîmenên dema xelk ji Şengalê direve dîtin lê dîmenê ku gel aciz û hers kir jî dîmenên reva pêşmergayan bûn. Di cotmeha sala 2017’an de jî PDK’ê xwest derbasî herêma Şengalê bibe lê wê demê ji ber êrîşên artêşa Iraqê û Heşdî Şebî nediwêrî hêzên xwe rêke herêmê. Niha ji bo vê tehlûkeyê ji holê rake di nav tifaq û hevkariyek qirêj de tevdigere.

Bêguman ev peymana korsan a di nabera PDK û Bexdayê de hatiye îmzekirin bi hemû aliyên xwe ve li dijî îradeya gelê herêmê ye. Ji ber ku ev peyman hebûna pêkhateyên herêmê înkar dike û tine dihesibîne, ne mumkun e ku ji hêla gel ve bê qebûlkirin.

Pêwîst e mirov bi awayekî hîn werêktir bikaribe rexneya li rêvebiriya Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî li PDK’ê bigire. Ji ber ku niha desthilatdariya herêmê bi giranî di destê wan de ye û ji aborî heya asayîşa herêmê ew xwe berpirisyar dibînin, pêwîst e ku muhatabê rexneyên gel jî ew bin lê dema mijar dibe rexne an jî hesap xwestin her tim PDK ji xwe re şirîka ava dike û sûc hemû davêje ser wan.

Ji ber rayedarên YNK’ê dibêjin haya me bi tu awayî ji vê peymana qirêj a li ser gelê herêmê tê ferzkirin nîn e, di halê heyî de PDK’ê ji xwe re  hîn şirîkek peyda nekiriye. Ev partiya malbatî ya li ser dewlemendiyên Kurdistanê li gor berjewendiyên xwe tevdigere êdî hebûn û azadiya gelê kurd ji bo wan ewqas ne girîng e. Hemû bala wan li ser parastina desthilatdariya wan e. Lewma gel qir bûye, birçî maye, di bin êrîşan de ye zêde ne xema wan e.

PDK ji derveyî xwe kesî qebûl nake. Yanî PDK dixwaze li herêmê li gor dilê xwe rêveberiyek olîgarşîk ava bike. Bi vê yekê ve hebûna xwe ya li ser erkê jî daîmî bike.

Êrîşên li ser Şengalê jî parçeyekî vê planê ye. Ji hêla din ve PDK dixwaze kontrola sînorê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê bi temamî têxe bin kontrola xwe. Ger rêveberiya Şengalê têxe destê xwe, wê bikaribe vê armanca xwe jî pêk bîne.

Gelo lihevkirina PDK û Bexdayê li ser Şengalê tenê ye ango heremên din ên bi madeya 140 tên pênasekirin hemûyan digire nav xwe. Li ser vê mijarê jî nêrîn û nirxandinên cuda hene ku dibêjin PDK êdî daxwaza van herêmên ku bi madeya 140 hatine pênase kirin nake. Kerkûk, Şengal, Celewle, Diyala û Musil di nav de gelek herêmên wisa girîng di nav vê madê de cih digirin. Ji ber ku mijar PDK û çavsoriya desthilatdariya wê ye, ev nêrîn jî bi mirov ecêb nayê.

Li herêma başûrê Kurdistanê PDK ji derveyî xwe kesî wek rêveber ango dikare rêveberiyê bike nabîne. Lewma kesên ku bi vê îdiayê dest bi xebatê dikin jî her tim bi zext û zordestiya PDK’ê re rû bi rû dimînin.

Di vir de dixwazim bi bîr bixim ku PDK ji bo kurdan tenê wisa ye. Di rastiyê de rêveberiya PDK’ê di asta sendroma Stockholmê de aşiqê neyarê gelê kurd e. Ji ber vê yekê ji destpêkê ve bi dewlata tirk re di nav tekiliyeke germ de ye. Niha wisa diyar e ku li gor daxwaz û nêrîna aşiqê xwe bi hikûmeta Bexdayê re hevkariyê dike. Ji bo vê yekê peymana di navbera Bexda û PDK’ê de hatiye mohrkirin parçeyekî neyartiya PDK’ê ya li gelê Kurd e.

Niha tişta ku em bipirsin ev e; gelo dê PDK bikaribe xwe ji vê Sendroma Stockholmê rizgar bike an na? Ji bo ji vê rewşa kambax a bi gelê kurd dide windakirin vegere pêwîst e çi bibe? Di vê peymanê de ji derveyî hin destkeftiyên madî yên rêveberiya PDK’ê bi dest bixin cudatir çi heye?  Bêguman di serê her kurdî de pirsên mîna van pirsan hene. Ya girîng ew e ku bersivên van pirsan, çiqas bi gelê kurd didin qezençkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê