Sunday, December 5, 2021

Şengalî 6 sal in xwe bi xwe bi rêve dibin

Şervanên Şengalî 6 sal berê Şengal ji dagirkeriya DAIŞ’ê rizgar kirin. Gelê Şengalê 6 salin li dijî hemû êrîş û zextan xwe bi xwe bi rêve dibe. Şengalî ji aliyekî vedigerin ser axa xwe, ji aliyek jiyanek nû ji bo xwe ava dikin û ji aliyekî din jî liberamberî êrîşan berxwe didin. Di nava 6 salan de Şengaliyan rêveberiya xwe ya xweser ava kir û li beramberî hemû êrîşên derve hêzên xwe yên parastinê çêkirin. Êzîdî dixwazin Şengal bibe herêmek xweser a di nava Iraqê de û ji bo wê têkoşînek bêhempa didin meşandin.

Nûçegîhanê ROJNEWSê Êzdîn Şengalî li ser 6 salên dawî yên Şengalê analîzek amade kir. Analîza Êzdîn Şengalî wiha ye:

Dema di 13’ê Mijdara 2015’an de navenda Şengalê hate rizgarkirin, ji bo êzidiyan pêvajoyeke nû jî destpê kiribû. Ji xwe ev 7 sal in ku civaka êzidî dibêje “Şengal ne Şengala berê ye.” Rastiya Şengala beriya fermanê çi bû û piştî rizgarbûnê di dîroka êzidiyan de peleke çawa hatibû vekirin? Dema ev pirs were bersivandin wê encamên pêngava rizgarkirina Şengalê jî baştir were famkirin.

Rêber Ocalan beriya fermanê û bi taybet di fermanê de her dem balê kişandibû ser parastina Şengalê û êzdiyatiyê. Lê bi taybet piştî berxwedana Şengalê bi serket û DAIŞ têk çû, rêberê gelê kurd rengê peyam û hişyariyên xwe jî guherand ku di peyama dawî ya ji bo civaka êzidî de digot: “Êdî bila civaka Êzidî bê tirs û fikaran jiyana xwe ya azad ava bikin.”

Nûbûn û pêşketina li ser fikrê Ocalan

6 sal di ser rizgarkirina Şengalê re derbas bû. Di çarçoweya vê nêrînê de pêş ket. Di serî de keç û xortên êzidiyan, civaka êzidî giştî fikrê rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve nas kir. Êzidî, çawa ku ji bo parastinê xwe dispartin çiyayê Şengalê, ji bo jiyana azad jî xwe spartin fikrê azadiyê ya rêberê gelê kurd. Civaka êzidî ku bi sedan salan e ji bo bîr û baweriya xwe biparêze her li ber xwe dabû, cara yekem bû ku bi fikreke nû re gavên nûbûn û guherînê pêş dixist.

Rêveberiya Xweser dest bi pêngava rêxistinî kir

Civaka êzidî cara yekem di vê astê de ji nasnameya xwe bawer, ji hêza xwe bawer, bi hêvî û xeyalên nû dest bi avakirina jiyaneke nû kir. Di dema fermanê de kar û xebatên rêxistinî bi giranî di qada parastinê de bûn. Xebatên jin û ciwanan zêdetir ji bo parastinê pêş diketin. Lê bi taybet piştî rizgarkirina Şengalê êdî bi hemû sazî û dezgehên xwe ve Rêveberiya Xweser a Şengalê roj bi roj xwe rêxistin kir, ava kir.

Êrîşên li ser Şengala xweser û azad

Lê êrîşên li ser Şengalê piştî rizgarkirinê jî kêm nebû. Berevajî vê, di gelek milan de zêdetir, girantir û berfirehtir bûn. Ji ber ku DAIŞ têk çûbû, êdî hêzên pişt perdê yên wekî PDK û dewleta tirk zêdetir derdiketin pêş û dixwestin rê li ber Şengala azad û xweser bigirin. Bi vê armancê hewldana yekem a berfireh di 3’ê adara 2017’an de li hemberî Xanesorê pêş ket. PDK’ê xwest bi çeteyên ROJ, Xanesorê dagir bike. Di encama êrîşên PDK’ê de rojnamevan Nujiyan Erhan jî di nav de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê berxwedana gelê Xanesorê rê li ber vê êrîşê girt û PDK bi ser neket.

Piştî PDK’ê Tirkiyeyê dest bi êrîşan kir

Piştî ku ev hewldan bi berxwedana gel têk çû, vê carê Tirkiyeyê dest bi êrîşan kir. Di 25’ê nîsana 2017’an de Tirkiyeyê cara yekem bi balefirên şer êrîşê Şengalê kir û gelek cihan bombebaran kir. Ev, di êrîşên li ser Şengalê de merheleyeke nû bû. Hikûmeta Tirkiyeyê xwest ji bo van êrîşên xwe hebûna hêzên gerîla wekî hincet nîşan bide. Lê pişt re bi her awayî zelal bû ku gerîla hincet e, armanc xweseriya Şengalê ye.

HPG’ê hem di parastinê de hem jî di avakirinê de pêşengî kir

Endamên HPG’ê ji dema fermanê heya 2018’an hem di warê parastinê de hem jî di warê avakirina pergala xweseriya demokratîk de rola pêşeng lîstin. Ji xwe armanca tevgera azadiyê jî ew bû ku Şengal xwe bigihîne hêza cewherî ya parastin û rêveberiyê. Li ser vê esasê di 1’ê nîsana 2018’an de şervanên HPG’ê bi awayek fermî ji Şengalê vekişiyan. KCK’ê di daxuyaniya derbarê vê mijarê de ev peyam ragihandibû: “Êdî şertên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji holê rabûne. Civaka êzidî êdî civakeke rêxistinkirî ye, ewlehiya Şengal û derdora wê hatiye avakirin, ji ber van sedeman jî wê hêzên gerîla ji Şengalê vekişin.” Rojekî piştî fermanê, di 4’ê Tebaxê de ji xwe Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hatibû avakirin. Piştî vekişîna hêzên HPG’ê êdî YBŞ û YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê di her milî de erka parastina Şengalê girtin ser xwe û heya roja me jî vê erkê bi serbilindî pêk tînin.

Piştî vekişîna HPG’ê êrîş zêdetir bûn

Armanca tevgera azadiyê, Şengalî xwe biparêzin û sîstema ya xweser avabikin. Ji xwe di demên cûda de jî bi daxuyaniyên berfireh vê helwesta xwe bi caran ragihand raya giştî.  Lê piştî vekişîna hêzên HPG’ê jî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Şengalê tundtir û berfirehtir bûn. Tirkiyeyê dixwest fermana 2014’an temam bike ji bo vê jî hewce bû pergala rêveberiya xweser bihat belavkirin. Bi vê armancê ji 2017’an heya 2021’an Tirkiyeyê zêdetirî 20 êrîşên hewayî li ser Şengalê kir.

Hedefa Tirkiyeyê Şengala xweser û azad  e

Di vê çarçoweyê de Tirkiye di 15’ê tebaxa 2018’an de bi êrîşeke hewayî li Geliyê Şilo Mam Zekî qetil kirin. Mam Zekî di dilê Êzidiyan de “Stûna Êzidxanê” bû. Pêşengê jiyana nû ya azad a Şengalê bû. Bi vê êrîşê re Tirkiyeyê xwest Şengal bê stûn û bê pêşeng bihêle. Pişt re di 15’ê Çileya 2019’an de bi êrîşeke hewayî yek ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî jiyana xwe ji dest da.

Bi pêşengiya jin û ciwanan avakirina xweseriya demokratîk

Ruxmê van hemû êrîşên berfireh jî Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû sazî dezgehên xwe ve, gavên girîng ên rêxistinkirina civaka demokratîk pêş xistin. Di 14’ê Çileya 2015’an de Meclîsa Gel a Şengalê hatibû ragihandin. Ji wê demê heya niha di serî de qada parastinê, ji xebatên şaredariyên gel heya projeyên aboriyê, ji tenduristiyê heya xebatên ziman û perwerdehiyê di hemû rehendên pergala xweseriya demokratîk de gavên mezin pêş ketin. Beguman ev pêngava rêxistinkirina civakê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Tevgera Ciwanan ve hate rêvebirin.

Pêngava rêxistinbûna jinên êdzidî

Di sala 2016’an de Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) hate avakirin. Jinên Êzidî di dîrokê de cara yekemîn dest bi xebatên parastin û rêxistinê kirin. YJŞ’ê ku parastina Şengalê kir her wiha ji bo tola jinên êzidî rake tevlî pêngava rizgarkirina reqayê jî bûn ku ev bajar paytexta çeteyên DAIŞ’ê bû. Jinên êzidî ne tenê di qada parastinê de di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin kirin. Bi vê mebestê di 2016’an de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hate avvakirin. TAJÊ wekî sîwana jinên Êzidî ji parastinê heya perwerdehî û aboriyê pêşengiya rêxistinkirina jinên Êzidî kir.

Fermana nû ya li ser êzidiyan, Peymana 9’ê Cotmehê

Şengal ji milekî ve jiyana xwe ya azad ava dikir ji milekî ve jî bersiva êrîşên berfireh ên leşkerî û siyasî dida. Ango berxwedan û avakirin di nav hev de dimeşiya. Ji ber ku êrîşên li ser Şengalê kêm nedibû. Xeleka dawî ya êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê, îmzekirina Peymana 9’ê Cotmehê bû ku di 2020’an de di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Mistefa Kazimî de çêbû. Her çiqas ev peyman di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibe îmzekirin jî di pişt vê peymanê de dewleta Tirk û di serî de Amerîka hêzên navneteweyî hebûn. Di rastiyê de ev ne peymaneke fermî ya li gor yasayên Iraqê bû jî. Ji ber ku peyman nehatibû rojeva Parlamena Iraqê û piraniya hêzên siyasî yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî li dijî vê peymanê bûn. Ango dikare bê gotin ev “Peymaneke Korsan” bû. Civaka Êzidî ji xwe ji roja destpêkê ve vê peymanê wekî “Fermaneke nû” binav kir û red kir. Salekî bênavber li hemberî vê peymanê li ber xwe da û di encam de ev peyman hate pûçkirin.

Kongreya MXDŞ’ê bû bersiva hemû êrîşan

Bersiva herî xurt a li hemberî van hemû êrîşan di 4’êmîn Kongreya Meclîsa Gel a Şengalê de hate dayîn. Cara yekemîn pêkhateyên Ereb, Şîa û Mesîhî jî tevlî vê kongreyê bûn û her wiha hejmara endamên meclîsê jî hate zêdekirin. Ev kongre wekî kongreya mîsogerkirina xweseriya Şengalê hate binavkirin û ev peyam hate dayîn ku wê li hemberî hemû êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê berxwedana pêwîst were pêşxistin û her wiha ji bo statuya Şengalê were naskirin jî xebateke berfiref were meşandin.

Di 6 salan de ji fermanê ber bi jiyana azad ve

Wekî encam, 6 salên piştî rizgarkirina navenda Şengalê rê li ber gelek pêşketinan vekir. Ji milekî ve li hemberî êrîşên PDK’ê, Tirkiyeyê û plansaziyên hêzên navneteweyî Şengal hate parastin li milê din jî di hemû qadan de Rêveberiya Xweser hate xurtkirin. Di rewşa heyî de bîr û baweriya Şengala xweser û azad ji her demî xurtir e. Her wiha Şengal hatiye wê astê ku bandor li ser rewşa Iraqê giştî û heta bandor li ser herêmê bike. Civakekî ku çend sal beriya niha bi ferman û qirkirinê re rû bi rû bû niha bi pergala xweseriya demokratîk ber bi jiyaneke azad ve dimeşe.