23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Şengal ne bê xwedî ye’

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku PDK’ê di 2’ê cotmehê de di bin navê ‘hilbijartinê’ de hewl da hêzên xwe yên çekdar li Şengalê bi cih bike. Rêveberiyê destnîşan kir, ku Şengal bêxwedî nîne.

PDK’ê di 2’ê cotmehê de bi hêzeke mezin a çekdarî di bin navê ‘propaganda hilbijartinê’ de hewl da derbasî nava Şengalê bibe. Xelkê Şengalê li ber vê hewldanê rabû. Di encama berxwedana gel de hêzên çekdar ên PDK’ê neçar man xwe ji herêmê vekişînin. Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî hewldanên PDK’ê li bajarokê Sinûnê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel daxuyanî xwend û diyar kir ku hatina PDK’ê ne ji bo hilbijartinê bû, lê ji bo bicihkirina hêzên xwe yên çekdar li herêmê bû.

Bedel destnîşan kir ku PDK dixwaze hêzên xwe li Şengalê bi cih bike û wiha got: “Demeke dirêj e PDK hewl dide ku hêzên xwe yên çekdar li Şengalê bi cih bike. Ev hewldan bi taybetî piştî Peyman 9’ê Cotmehê zêde bûne. Pêvajoya heyî pêvajoya hilbijartinê ye. Karê ji bo hilbijartinê bi awayekî demokratik li Şengalê tên meşandin. Kîjan namzet be, ji kîjan partiyê be li ku derê be, rê li wan nehatiye girtin.

Bûyera di 2’ê cotmehê de rû da bûyereke ji nişka ve nîne. Nêzî 20 roj in hewl didin derbasî Şengalê bibin. Armanca hatina wan jî ew e ku vegere mîna beriya fermanê. Dixwazin berpirsyarê Leqa 17’an a PDK’ê be. Dixwazin dubare saziyên PDK’ê li Şengalê ava bikin. Ev jî beşek ji peymana 9’ê Cotmehê ye. Em weke Êzidiyên Iraqê vê siyaseta ku PDK dixwaze li me ferz bike, qebûl nakin. Weke Rêveberiya Xweser jî em vê siyasetê qebûl nakin û nabe ku bêyî civaka Şengal biryaran bistînin.”

Xwediyê Şengalê hene

Merwan Bedel anî ziman ku hatina PDK’ê ya di 2’ê cotmehê de ne mijara hilbijartinê ye û wiha bi dawî kir: “Esas hatina wan ew ku li Şengalê meqerên xwe yê partiyê ava bikin. Xwestin gelek hêzên çekdar jî li pey wan bû ku xwe li Şengalê bi cih bikin. Bila bizanibin ku xwedanê Şengalê li vir hene. Xwedanê Şengalê diyar in kî ne. Xwedî Şengalê ne ew in.”