spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şengalî dixwazin rêveberiya xweser bê naskirin

Di 9’ê cotmeha 2020’an de hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê bi daxwaza dê hêzên Rêveberiya Xweser ji Şengalê derkevin û hêzên girêdayî Iraqê derbasî Şengalê bibin, peymanek îmze kiribûn. Bi mehan e civaka êzidî li hember vê peymanê li ser pêyan e, li konan nobetê digire û çalakiyan li dar dixin.

Tê zanîn ku di 18’ê çileyê de Wezirê Parastinê yê Tirkiyeyê bi şandeyekê serdana Bexda û Hewlerê kiribû û der barê dagirkirina Şengalê de daxwazên xwe hem bi Bexda û hem jî bi rêveberiya Hewlêrê re parve kiribûn. Piştî gefên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana Bexdayê kir. Şandeya ku ji nûnerê PADÊ, TAJÊ, Desteya Eşayîrî ya Şengalê û Meclisa Rêveberiya Şengalê pêk hatî, li Bexdayê hevdîtin kirin. Şandeyê herî dawî bi serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Îbadî, cîgirê sefîrê Misrê û yê Rûsyayê re civiya.

Şandeya Şengalê piştî hevdîtinan bi daxwaznameyekê daxwazên xelkê Şengalê pêşkêşî berpirsên Iraq, Misir û Rûsyayê kir û xwest peymana li ser Şengalê were betalkirin.

‘Peyman bêyî îradeya gel e’

Şandeyê di daxwaznameyê de diyar kir ku peymana 9’ê cotmehê tenê di navbera Bexda-Hewlêrê de ye û ji bo vê yekê jî hewce ye were betalkirin û wiha got: “Di peymanê de aliyê siyasî yê têkildarê peymanê ango bêtirî 250 hezar welatiyên êzidî yên Iraqê li Şengalê hatine dûrxistin û der barê lêhûrbûneke vê peymanê de nêrînên wan nehatine wergirtin. Peyman tenê berjewendiyên aliyên îmzekirî diparêze. Ev peyman bêyî ku rêzê ji nêrîna wan re bigire hatiye îmzekirin.”

‘Rêyên ceribandî…’

Her wiha şandeyê da zanîn ku heta niha tu hesab ji hêzên leşkerî yên PDK’ê yên dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê, vekişiyane nehatiye xwestin û ev tişt anî ziman: “Ev yek bû sedema pêkhatina komkujiya li Şengalê û revandina bi hezaran êzidiyan. Ev peyman dê rêya vegera vê hêza ku ji Şengalê vekişiyaye bi hêsanî veke û ev yek jî metirsiya ku dê dubare DAIŞ êrîş bike bi xwe re tîne. Ji bo vê jî gelê Şengalê vê peymanê qebûl nake. Rêyên ceribandî divê neyên ceribandin”

‘Rê li ber koçberan vekin’

Şandeyê der barê vegera koçberên êzidî de ragihand ku hikûmeta Başûr divê şert û mercên hêsan ji bo vegera koçberan amade bike û daxwazên xwe yên der barê vê mijarê de wiha bi rêz kirin: “Rêveberiya kampan, rêveberiya navçeyê, qeymeqam, asayîş, Meclisa Karûbarên Koçberan, beşa wezareta penaber û koçberan a navendî, erêkirina dîwana parêzgeha Duhokê. Ev sazî li hember daxwaza vegera koçberan bi zanebûn dereng dihêlin û ev yek jî hêviya kesên dixwazin vegerin dişikîne. Ji ber wê di kampan de dimînin. Rêya veguhastina ji kampan bi rêyên Duhok – Sihêla – Şengal, Duhok – Bendava Mûsilê – Şengal, Duhok – Mûsil – Şengal werin hêsankirin. Bi awayekî lezgînî divê alîkarî ji kesên ku vegeriyane Şengalê bê dayîn. Divê li Şengalê avahiyên hatine hilweşandin, kesên şehîd û birîndar bûne û her wiha hatine rewandin werin tespîtkirin. Heta niha tu xaniyekî hilweşandî yan şehîdek an kesekî windayî li giştî Şengalê, ji bo tu tiştî û kesî tezmînat nehatiye dayîn. Tevî destdirêjî û komkujiyên li Şengalê pêk hatine ev tişt nehatiye kirin.”

Divê rêveberiya xweser bê naskirin

Şandeya Şengalê di berdewama daxwaznameyê de ragihand ku ew dixwazin qanûnek were derxistin ku li gorî wê Şengal rêveberiya xwe ya xweser pêk bîne û ji nakokiyên navneteweyî, herêmî û hundirîn li ser erdnîgariya Şengalê xilas bibe û wiha got: “Ji ber civaka êzidî rastî qirkirinê hatiye divê hikûmeta navendî û civaka navneteweyî rêbaza tezmînatê bidin pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de pêşkêşiya qurbaniyan were kirin û rêveberiya wan a xweser were erêkirin da ku ji nakokiyên siyasî yên li ser ax û nasnameya wan rizgar bibin. Hewce ye ku asîmanê Şengalê li êrîş û destdirêjiyên hêzên herêmî were girtin.”

Şandeyê diyar kir ku ew dorpêçkirî ne, hemû çûn û hatina di navbera Şengal, başûrê Kurdistanê, Mûsil û Duhokê de gelekî dijwar bûye û wiha got: “Ji ber vê yekê pêdiviya me bi çareseriyeke lezgîn heye. Rêya yekane ya bi bakurê Sûriyeyê re, deriyê Bareyê ye û divê alîkariya mirovî û tenduristî bê wergirtin. Ji ber vê yekê em dixwazin çûn û hatina di navbera Şengal û bakurê Sûryeyê re were hêsankirin.”

Şengalî li ber xwe didin

Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê de, bi armanca piştgiriya bi Asayîşa Êzidxanê re, ev zêdetirî du meh in bi dirûşma ‘Em hemû asayîş in’ li pêşiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane. Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Der barê çalakiyê de şengaliyan diyar dikin heta daxwazên wan pêk neyên dê dev ji çalakiyên xwe bernedin û li hemberî serî netewînin. ŞENGAL