25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şengaliyan rê li ber dagirkeriyê girt

Artêşa Iraqê duh berê êvarê di çarçoveya peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de ya li ser Şengalê di 9’ê cotmeha 2020’an hat danîn, hêzên xwe yên leşkerî li derdora gundê Gir Zerik ê bi ser Til Êzira Şengalê ve bi cih kirin û xwest gund bike bin serweriya xwe. Gelê Şengalê wek gelek caran vê carê jî li ber vê hewldana dagirkirinê ya artêşê rabû û destûr neda leşker bikevin gund. Her çiqas piştî demekê artêşê hêzên xwe ji herêmê vekişandibin jî amadebaşiya gel û hêzên asayîşê berdewam e.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) rojnameger Nazim Daştan yê li herêmê ye, ragihand ku şengalî dibêjin ew hêza ku wan li dijî DAIŞ’ê neparastiye li ser axa xwe naxwazin û divê artêşa Iraqê xwe bi paş ve bikişe.

Şengaliyên li gundê Gir Zerik

Sembola berxwedanê jin in

Şengaliyên ku piraniya wan jin in, bi zarok, ciwan û mêran ve heta derengiyê şevê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bimre xiyanet” rêya hat û çûnê girtin û helwest û nerazîbûna xwe li dijî hewldana dagirkirinê nîşan dan. Bi taybetî, Dayê Şemê ya ku li dijî artêşa Iraqê bû sembola berxwedanê, bi tena serê xwe li ber pêşveçûna leşkeran sekini û ew asteng kirin. Dayê Şemê bi ser leşkeran de qîriya û got: “Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe.”

Hevdîtina şengaliyan û hêzên artêşa Iraqê

Hevdîtin didomin

Beriya niha jî gelek caran hêzên artêşa Iraqê xwestibûn Şengal û gundên wê dagir bikin, lê şengalî li dijî van hewldanan derketibûn. Gel li ber navendên Asayîşa Êzidxanê konên nobeta berxwedanê vedabûn û ev nobet nêzî 5 meh in hê jî didomin. Li aliyê din, hevdîtinên di navbera rayedarên hikûmeta Iraqê û Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê, Yekîneyên Berxwedan Şengalê (YBŞ) û hêzên Asayîşa Şengalê jî didomin. Tê agihandin ku ji van hevdîtinan heta niha encameke berbiçav ku bê bicihanîn derneketiye holê. 

Daxuyaniya TEV-DEM û HDP’ê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî hewladanên dagirkirinê yên artêşa Iraqê daxuyanî dan.

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de hat diyarkirin ku gefên Iraqê yên li ser Şengalê fermaneke nû ye û hat gotin ku hikûmeta Iraqê bi sewqiyatên leşkerî yên li herêmê dixwaze destkeftiyên şengaliyan têk bibe, piştî ku gelek azar û êş ji ber komkujiyan, revandina jinan, zarokan û temenmezinan kişandin.

Destûra demokratîk

Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li şûna hikûmeta navendî rêzê li vîna serkeftî bigire û bi mafên wan ên rewa bi destûreke demokratîk de bi cih bike, bi hewldana pêkanîna lihevkirina 9’ê Cotmehê êrîşî herêmê dike û wiha hat gotin: “Bi vê yekê tenê xizmeta berjewendiyên dewleta tirk a û hevalbendên wê dike ku fermaneke nû li Şengalê pêk bîne.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku erkên xwe yên li beramberî doza civaka êzidî ya li Şengalê bi cih bîne û desteka projeya wan a demokratîk bike ku ji bo çareseriyê nimûne ye.

‘Mafên êzidiyan misoger bikin’

Berdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy jî li ser hewldana artêşa Iraqê ya ji bo destwerdana leşkerî ya li gundê Gir Zerik ê Şengalê daxuyaniyek dan û gotin: “Bi navê HDP’ê em piştgiriyê didin mafê ewlehiyê yê civaka êzidî ya li Şengalê ku xwe bi xwe biparêzin.

Di daxuyaniya HDP’ê de bang li hêzên pêwendîdar ên Iraqê hat kirin ku divê pirsgirêk bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareserkirin û wiha hat gotin: “Şengal li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê yek ji herêmên cihê nîqaşê ye, lewma mafê xelkê Şengalê ye ku biryarê li ser pêşeroja xwe bide. Destwerdana leşkerî ya li vê herêmê wê bandoreke neyînî li aramiya civakî û siyasî ya Iraqê bike. Em bang li aliyan hemûyan dikin ku ji bo gelê Şengalê di serî de xweparastin hemû mafên wan ên demokratîk misoger bibin, bi berpirsyarî tevbigerin.”