Saturday, Mijdar 27, 2021

Sengawî: Em bi destên xwe xwîna gelê xwe narijînin

Li başûrê Kurdistanê li hemberî operasyona dersînor a dewleta tirk û hevkariya PDK’ê bertek zêde dibin.

Endamê Rêveberiya YNK’ê û fermandarê hêzên peşmergeyên Herêma Germiyanê Mehmûd Sengawî di salvegera şehadeta Dêrîn Heme Sengerî de axivî û ev tişt anî ziman: “Hewce ye em dakevin kolanan û li hemberî şerê navxweyî derkevin. Şerê li dijî PKK’ê heram e û ji bo gelê me xeteriyeke mezin e.”

Mehmûd Sengawî di axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya bi dewleta tirk re û wiha axivî: “Ji bo ji dewleta tirk û parçeyeke Iraqê ji me re bêjin aferim ne hewce ye em bi destên xwe xwîna gelê xwe birijînin.”

Sengawî li ser ihtîmala şerekî bi PKK’ê re jî da zanîn ku wî fikrên xwe ji hevserokên YNK’ê re gotiye û ev tişt got: “Eger hemû dinya xira bibe jî ez yek guleyekê li hemberî PKK’ê nateqînim.”