19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Eyn Îsayê li dijî êrîşan meşiyan

Bi hezaran şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî daketin qadan û êrîş û gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê şermezar kirin. Xwepêşandan ji çerxerêya Dispîlina Leşkerî meşiyan û li çerxerêya Şaredariyê ya li navenda bajêr rawestiyan. Xwepêşandêran pankertên “Bi têkoşîn û berxwedana gelên şoreşger em ê xiyanet û faşîzmê têk bibin”, “Berxwedan navnîşane, azadî mafê me ye û proje daxwaza me ye”, “Bi têkoşîn û îsrara me bi hevalên me yên li Eyn Îsayê re teqez em ê bi ser bikevin” rakirin. Girsê dîsa wêneyê kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) hildan.

Eyşe Efendî li ser navê girsê axivî û gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. Eyşe Efendî bêdengiya garantorê Rûsyayê û hikûmeta Şamê der barê gefên Tirkiyeyê de jî şermezar kir.

Xwepêşandan sloganên silavkirina berxwedana HSD û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin û dawî li meşê anîn.