24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Farqînê: Em ê destûrê nedin pergala DEDAŞ’ê

Medya Bal

Di demên dawî de DEDAŞ dixwaze li bajarên Kurdistanê jimêrekên ceyranê ji nav malan derbixe û li serê dîrekan bixe. Gel li hemberî vê biryara DEDAŞ’ê  bertekan nîşan dide û nahêle ku jimêrekan li dîrekan bixin. Demek berê li navçeya Licê ya Amedê têkildarî vê mijarê di navbera gel û DEDAŞ’ê de alozî derket. Ji ber çalakiyên gel, leşker û polîsan êrîşî gel kiribûn. Nehiştibûn gel pirsgirêkên xwe bînin ziman.

Niha jî DEDAŞ li navçeya Farqînê ya Amedê ev çend roj in dixwazin heman kiryarê pêk bînin. Lê gel nahêle ku jimêrekan li serê dîrekan bixe. Piştî bertekên şêniyên Farqînê DEDAŞ’ê ceyrana taxên Konak û Mescîdê birî. Rûspî û keyayên Farqînê jî ji bo pirsgirêkê çareser bikin xwestin bi rayedarên DEDAŞ’ê re hevdîtinan bikin. Lê heya niha tu encam nehatiye girtin û qeyûmê Şaredariyê jî heta niha ji bo çareseriyê gav navêje.

Têkildarî pirsgirêka ceyranê şêniyên taxê nerazîbûn û daxwazên xwe anîn ziman. Ji şêniyên taxê Saadet Çîçek a ku ev 5 roj in ceyrana wê hatiye birîn diyar kir ku rayedarên dewletê kengî devê xwe vebikin dibêjin bajarên Kurdistanê ceyrana qaçax girê didin û wiha got: “Dibên hûn diz in. Kesên nizanibin dê bibêjin li bajarên me fabrîqa hene û em ceyrana wan qaçax girê didin û didizin. Heke em diz bin ew çi ne? Dê jimêrekên ceyranên me bibin li ser dîrekan bixin. Kêfa wan çi qas xwest wê li gorî wan fatûreyan ji mere bişînin. Piştre jî dê ji me re bibêjin diz.”

Xira dikin lê çênakin

Çîçekê bertek nîşanî helwesta DEDAŞ’ê ya ku kolanên Farqînê xira kiriye da û wiha axivî: “Kolanên me xira kirine. Em têkildarî mijarê daxwazname didin qayûm. Lê ew daxwaznameyên me li me vedigerîne û pirsgirêkên gel nabîne. Divê qeyûm pirsgirêkan çareser bike. Heke tu vana nakî îstîfa bike. “

Welatî Erhan Demîr jî li dijî kiryaren DEDAŞ’ê bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Pergala ku dixwazin ava bikin, li tu deverê dinyayê tune ye. Li tu welatan jimêrek bi serê dîrekan venekirine. Ev pergal tenê li eyaleteke Almanyayê heye. Ew jî ji bo ewlehiyê hatiye çêkirin. Çima dixwazin li 5 bajarên me ava bikin? Çima dixwazin mohra dizan li me bixin?”

Erhan Demîr da zanîn ku dê vê pergalê qebûl nekin û wiha lê zêde kir: “Heke li bajarên xwe jî heman tiştî bikin em ê jî qebûl bikin. Lê dibêjin bajarên Riha, Amed, Wan û Şirnex ev pergal qebûl kirine hûn ê jî qebûl bikin. Lê ev şaş e. Em vê şaşiyê qebûl nakin. Dixwazin vê pergalê belav bikin.“

Demîr herî dawî  destnîşan kir ku dê destûrê nedin vê pergalê û wiha got: “Heta ji destê me tê em ê nehêlin ku van jimêrekan  ji malên me derbixin. Em ê serî li hemû riyên hiqûqî bidin. Ku ev li Tirkiyeyê çareser nebe emê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.”