23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Idlibê berê xwe dan cihên bi ewle

Şerê ku li Idlibê diqewime bêhtir bandor li şêniyan dike û gelek kesan ji neçariyê cih û warên xwe terikandin. Şêniyên Idlibê berê xwe didin cihên bi ewle. Li gor dezgehên çapemeniyê nêzî milyonek kes ji warên xwe derketin. Gelek koçber berê xwe dan herêmên rêveberiya xweser.

Gelek koçber li kampa Ebû Qibî ya li rojavayê bajarê Reqayê dimînin. Hinek koçber li avahiyên giştî, hinek jî di malên wêrankirî de dimînin. Rêveberiya xweser hewil dide ku ji bo koçberan kampên berfihertir ava bike.

Şêniyên koçber bûne diyar dikin ku di serî de cihên sivîl hatine bombekirin ku ev der bên valakirin. Şêniyan destnîşan kir ku ji bo parastina gel hêzên leşkerî hatibûn û li Idlibê bi cih bûbûn, lê niha rewş guherî û şênî nerçar man ku koçber bibin. Koçberê bi navê Haşim Hisrem ji çiyayê El-Zawiyeyê diyar kir ku zarokên wan ji ber bombebaranan nikarin razên û got: “Niha em hatin cihê bi ewle. Em li vir dizanin ku cudahiyek heye, nêzîkatiyeke germ heye. Em bang li şêniyên Idlibê dikin ku bên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li vir aramî heye.”

Endamê meclisa koçberan Mihemed El-Umer da zanîn ku heta niha 180 malbat gihaştine Reqayê. El-Umer diyar kir ku ew bi hevkariya meclisa sivîl û rêxistinên mirovî alîkariyên pêwîst pêşkêşî koçberan dikin. REQQA

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê