20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Kobanê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê çalakî li dar xistin. Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir. Girse heta Qada Şehîd Egîd meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên êrişên Tirkiyeyê şermezar dikin berz kirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî axivî û got “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kir. Roj bi roj hejmara şehîdên me zêde dibin. Em serî li ber berdêlên şehîdan ditewînin. Em gelê Kobanê xwediyê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne.”

Ayşe Efendî xwest her kes cihê xwe di nava hêzên parastina civakî  û Erka Xweparastinê de bigire û xaka xwe biparêze. Heta em serkefinê misoger bikin, em ê li qadan bin.”