25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Mexmûrê li dijî êrişên Tirkiye û PDK’ê meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên Tirkiyeyê û PDK’ê yên li ser qadên gerîla, Mexmûr û Şengalê bi meşeke girseyî şermezar kir. Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê dest pê kir û heta li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir. Şeniyên Mexmûrê di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên KJK û KCK’ê û dovîzên ku li ser “Kurdistan ne mala Barzane, warê hemû Kurdane”, “Em dagirkeran di welatê xwe de naxwazin” û “Em berxwedana gerîlayên azadiyê silav dikin” hatin nivîsandin, hildan. Girseyê bê navber Dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Girseyê li ber deriyê NY’yê  deqeyek rêz girt. Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên Mexmûrê Hevseroka Meclîsa Gel ya wargehê Pakistan Bîlen, şehîdên xelîfanê bibîr anî û êrişên PDK’ê yên li ser gerîla şermezar kir û wiha got; “Ji aliyê PDK’ê ve li herêma Xelîfanê, 7 gerîlayên azadiya Kurdistanê hatine şehîdxistin. Em van kiryarên bê exlaqane yên PDK’ê bi tûndî şermezar dikin. Êdî PDK ne tenê hevkariya dewleta tirk dike, raste rast bûye leşkerên Erdogan. Lê bila PDK û dewleta tirk baş bizanin ku ew nagihijin armancên xwe. Ev bi heyvane, dewleta tirk êrîşî hêzên me ên berxwedêr dikin û heta niha jî ne gihiştine armanca xwe. PDK’ê di vê êrîşa li ser Herêma Parastina Medyayê de heta dawî îxaneta xwe da xûyakirin û niha jî raste rast êrişê gerîlayên me dike. Em van êrişan qebûl nakin. Pêwîste êdî gelê Başûr rastiya PDK’ê bibîne û li dijî îxanetê serî hilde.

Meş bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimre xiyanet’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.